Yalnız Mesajı Göster

Eski 19-08-2006, 10:00 PM   #8 (permalink)
pılıngo
 
Giriş Tarihi: Jul 2006
Mesaj: 915
Üye No: 14156
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 2489
Rep Puanı : 248671
Rep Derecesi
pılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond reputepılıngo has a reputation beyond repute
Varsayılan




HETTA KENGÎ
DI XEWDA BÎ ?
Bese millet li te sherme
Hetta kengî di xewda bî !?
Di bin destên neyaranda
Hejar û dîl û kola bî ?
Bihar va tê çiya xwesh bûn
Weke shêran herin sher em
Çima wer jar û xemgîn bî
Hetta kengî tu ranabî ?
Binêrin win li Engola
Wekû shêran ketin çola
Serê te hishk wekî pola
Di bin destê neyara bî ?
Serî hildî, tu gernasî
Eger rabî tu mêrxasî
Gelo raste divê bimrî ?
Di nav dijminde winda bî ?
Ji dijminre dibî rencber
Bi pashde mayî bê rêber
Ji bo dijmin dibî shevger
Bese îdî weha nabî !?
Were carek ji xew rabe !
Weke gernas û shêra be !
Xwe pêkbêne bi hevra be !
Divêm hishyar û zana bî
Bese win rê bidin zana
Bidin pêzan û hozana
Ji bo çi wer li pey shopa
Beg û sheyxa û axa bî ?
Çi ol û êl û malbatin
Evên dî qey hemî tatin !?
Hemî yek dar û yek katin
Bibin yek da, ku dil shabî
Bi: tang û top û lek millet
Tu gavan pêshde bavêje !
Hetta kengî li benda van
Nivishtê: shêyx û seyda bî !?
Tu guh med van beg û axa
Xwe rapêçê li ser shaxa
Ji dijmin bigre va baxa
Tu dê serdar û pasha bî !
Cigerxwînim dixwazim ko
Ji bo te rast bibêjim ez
Tu guhdêre li dengê min
Neko saza li ber ga bî ?

pılıngo is offline