SERXWESHIM
Li meyxanê bila Xanî bî meyger
Bi yek camê dilê Camî bikî ter
Cizîrî û Herîrî bên semayê
Ko dilxweshbin bi dengê rist û nayê
Bi destê Ermenê bigrî Feqî xwesh
Di dilda gur bibin sed pêt a atesh
Bila Batî bidî lotan li hawîr
Birîvkanî li her alî bikî qîr
Bila Nalî ji reshbiskan binalî
Ji maçên lêv û çavên resh xezalî
Bila Hacî û Macin wek Siyahposh
Li wê navê binalin gêj û serxosh
Ku serxweshbin bi wan resh - xewne -xavan
Shikestî per di nav reshbisk û davan
Ku çîm sîmê li ser çoka mi rûnî
Bi min xweshbin ji dil jîn û hebûnî
Ji baxê paxilê bigrim du sêvan
Meyê firkim bi lêvan ez j ji lêvan
Beranê kel li ber sîngê belendîr
Cigerxwînim dibim îro cihangîr.
|