Yalnýz Mesajý Göster

Eski 17-03-2008, 08:00 PM   #1 (permalink)
tubiranes
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,990
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 186448
Rep Puaný : 18643298
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Varsayýlan Helbesta Azadî


- Azadî!
- Azadî! Ji bo Xwedê min guhdar bike. Bersîv bide min, min nehêle di vê rewþa dijwar de. Lewra lewra diyax nakim êdî, nikarim diyax bikim, ji te dûr û bêçar. Hewar e azadî hewar! Nayê gotin, nikarim bînim ziman. Ewqas kul û êþ, ewqas derd û birîn. Agirî, Dêrsîm û Helepçe tê bîra min. Zaroyên berþîrî yê bigirî, bavên mehkûm û kuþtî an jî dayikên mirî, keçên nefî û lawên girtî…

Guhdar be li min azadî, guhdar be li min! Lewra tu yî sedema van kul û van êþan. Ji ber te ye ev zilm. Ji ber daxwaza dîtina te ye. Ji bo Xwedê! Tu li ku derê bî were êdî. Were, ji bo Xwedê. Ji te dûr nabe, nameþe jiyan, demê najmêre demjimêr.

Ji bo Xwedê va çend sal e li te digerim! Li her derî, li her deman te dipirsim, te dixwazim wek dînekî bêhiþ û bêaqil. Çiya nema ku ez li te negeriyam, kes nema ku min te jê nepirsî, êþ nema ku min nekiþand, derd nema ku min nedî.

Birîna min qalik neda bi salan, va hê jî diherike wek çemekî hiþxwarî. Ne hêdî hêdî, bilez bilez diherike xwîna min. Her roj birînek nû vedibe di laþê min de. Kêm digre, kûr dibe û jan dide min. Wek kaniyek bêhempa ne çavên min; tim þil, ji zuwabûnê dûr, ji rawestanê bêhay, bê xeber…

Dil nizane aram çi ye! Lewra qet nedîtiye. Ji te dûr digrî, dikesire û xemgîn dibe tim.
Lewra bê te jiyan nayê jiyîn. Sitran nayên gotin, nakevin ser lêvên dengbêjan. Pênûs natebitin, lênûsk û rûpelan nabînin û þîrove nayê kirin. Lewra nikarin werin cem hev, hevok.

Lewra bê te;
Stran qedexe
Pênûs miþext
Þîrove nefî ne, azadî!

Welatek ecêb maye ji me re. Ji dîroka xwe dûr, ji nirxê xwe bê hay. Civatek nenas çêbûye, evîndar nemane. Hest nayê xuyan, ji welatê delal þop nemaye êdî. Ji welatê xeman nemaye rêç. Hest nemane li welat, kes dilîn nabe êdî. Evîn nemaye ji Zîn û ji Xecê re, kesek xeyal nabîne an xeyal nayên kirin û xewn ji holê rabûne, nayên dîtin tu carî.

Lewra bê te;
Evîn tawan
Xeyal giran
Xewn wendayî ye azadî!

Were ji bo Xwedê, bê te xwîn naçe nav rehan. Rehên jiyanê hatin qetandin. Êdî mirin tê jiyîn, li welat. Hewar, qîr û qîjîn digihîjin ezman, ezman reþ bûye naxwaze xwe nîþ bide, fedî dike ji me. Xwe tawanbar dihesibîne, ji bindestbûna me. Roj germ nake êdî, stêrk jî nabiriqin. Dibînin rewþa me, tiþtek nema bi me re, her tiþtê me çûn, hatin stendin ji me. Reng nemaye li welat. Her der, her cîh bêgiyan bûye wek laþek mirî, sar û bêreng.
Lewra çand tune êdî, nayên xuyan. Huner hatiye jibîrkirin, deng dernaxe. Û ziman nayê axaftin, bêqîmet maye.

Lewra bê te;
Çand stûxwar
Huner hejar
Ziman bêwar e azadî!

Bê te tune þahî þahînî, ciyek avabûyî nemaye li welat. Her der parvebûyî þikestî û bêpergal. Dîmenek balkêþ tê dîtin. Ji erdnîgariyên kambaxbûyî xerabtir. Kevir li ser kevir, pel li ser daran nema. Her der û her cih hatin serobinkirin. Serobin bû niþtiman. Lewra bajar, ji pergalê bênesîb û dûr in. Welat ji dewlemendî dûrxistî, bêpay û temen nezanê serbestî, ji rizgarî bitirs.

Lewra bê te;
Bajar xopan
Welat talan
Temen zindan e Azadî!

Tawanbar tu yî azadî, ne kesek din e. Ger tu hebana, ger tu li wir bibana çênedibûn pirsgirêk, nediherikî xwîn, nedihat kuþtin jiyan û nedihat hilanîn rûmet. Sedem tu yî azadî, tawanbar tu.

Li ser te qedexebûn stran, miþext bûn pênûs, nefî bûn þîrove.
Li ser te, tawan bû evîn, giran bû xeyal, wenda bûne xewn.
Ji te dûr, stûxwar bû çand, hejar bû huner, bêwar bû ziman.
Ji te dûr, xopan bûn bajar, talan bû welat, zindan bû temen.

Sedem tu yî, tawanbar jî tu yî azadî. Tu bûy sedema êþan, kulan û birînan. Tu bûy tawanbarê xewan, derdan û qîrinan. Dizanim vana azadî. Dizanim ku me çi dît me çi nedît ji bo te. Lê dîsa te dixwazim, te hêvî dikim bi coþ.

Ma, na bavo! Min hiþ wenda nekiriye, an min hiþê xwe bi zeytûnan re nexwariye. Bi dîtina van êþan, kulan, derdan re jî, dîsa azadîxwaziya min ne ji dînîtî an ne ji mejî wendakirinê ye. Tenê, tenê ji ber famkirina azadî ye. Çiqas min nedîtibe jî, ji zanîna delaliya azadî ye. Ev fedakariya min a bi salan, ev xebata min a bijan, ev xwîn û xweydan û ev hêsirên ku min rijandiye, tenê ji bo dîtina azadî ye. Ji bo azadiyê ye serhildanên min, bo azadiyê ye li ber tevkujiya diyaxkirina min. Bo azadiyê ye bi hezaran car, can fedakirina min.

Belê, tenê tenê ji bo azadî…
Hewar azadî! Were êdî! Lava dikim, bi te tê jiyan, bi te tê ronahî. Ji bo Xwedê ji bo yek rojek dîtina te, em amade ne li her tiþtî. Em razî ne bo dîtina te li zivistanan, li derd û kul û êþ û xeman. Were azadî, ji bo Xwedê! Lewra tenê bi te biqîmet e cîhan. Tenê bi te þa dibin dil û lebat. Û tenê bi te mirov e mirov, serfiraz e însan.

Lewra tu;
Wateya cîhan
Arama dilan
Rûmeta mirov î azadî!

Bi hezaran kul hene li welat. Tu dil tune ku nekesirîbe, tu ziman tune ku nekiribe hewar, tu nebat tune ku neqîribe an tu zindî tune ku xemgîn nebûbe li vir. Herkesî, her tiþtî para xwe stendiye ji zilm, ji êþ û kulan. Lêbelê ku tu werî, tenê yek rojekî ku tu werî; wê derd werin jibîrkirin, wê hemî birîn sax bibin, wê tirh bide ax. Lewra birîn bi te sax dibin, bi te qalik didin. Nebat bi te þîn dibin, tirh didin. Û mirov bi te dikenin; bi te kêfxweþ, bi te dilgeþ dibin.

Lewra tu;
Dermanê kulan
Ajdanê gulan
Jiyana kamran î, azadî!

Reþ bûne ewrên niþtiman. Baran bi rengek girtî dibare. Roj, hîv û stêrk nayên dîtin. Her der bi bombe û balafîrên dijmin tije bûne. Ronahî tune li welatê min; roj, çira tunin êdî. Her der tarî, her der reþ e. Berf dibare, sar û seqem e. Mirov diricife, dilerize ji serma. Germahî tune li cîhan. Dil dila, çav çava nabîne li vir. Lêbelê ku tu werî; wê herin ji cem me ewrên reþ û þevên tarî. Ku tu werî; we dûr bibe ji me sar û seqem, wê dûr bibe ji me berf û qeþa. Ku tu werî wê biqede zivistan û wê were adar, avrêl û gulan.

Lewra tu;
Dawiya tarî
Paþiya sarî
Hatina bihar î, azadî!

Were ji bo Xwedê! Hêwîþ û daxwaza min, wata hebûna min, roja min, hêviya min. Bi te rind im, bi te zelal im, bi te delal im. Were ji bo Xwedê; bi te serfiraz, bi te serbilind im. Bi te dûr im ji zincîrên pî, ji destbendên dest û ji qereqolên mejî.

Cîhan bi te watedar e, mirov bi te birûmet e, dil bi te aram e. Lewra kul bi te derman dibin. Gul bi te aj didin û jiyan bi te kamran dibe. Tarîtî bi te bi dawî dibe, serma bi te diqede û bi te tê bihar. Bi te dil tahm dikin bawerî, dibin dozdarê wê, bi te rizgar dibe mirov, zindî û jiyan. Û bi te mirov nêzikê Rebbê xwe dibe; ew ji Xweda, Xweda jî ji wî hez dike.
Lewra tu;

Nîþana îman
Xelasa însan
Fermana Xweda yî, azadî!


Suna ACET

tubiranes is offline