Yalnýz Mesajý Göster

Eski 14-03-2008, 08:51 PM   #1 (permalink)
manhunt_cash
 
Giriþ Tarihi: Sep 2007
Mesaj: 120
Üye No: 147344
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 2449
Rep Puaný : 244653
Rep Derecesi
manhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond reputemanhunt_cash has a reputation beyond repute
Varsayýlan Kereng, pûng, axbandir û dêjnik





Ev 25 sal in ku min kereng, pûng, axbandir û dêjnika welêt nedîbû. Piþtî pîrozbahîya newrozê û Konferansa PENê derfet çêbû ku ez li Amedê û Sêwregê hinekî li nav bajêr bigerim. Dema ku min di nav Sêwregê de zarokên axbandir, pûng û dêjnikfiroþ û li ser riya di navbera Amed û Sêwregê de jî, li herêma Qerejdaxê, bi sedan zarokên kerengfiroþ dîtin zaroktîya min hat bîra min. Dilê min kelîya.


Min got hema ez wan pincaran* hemûyan bikirim. Em li ser rê sekinîn, em bi zarokan re peyivîn, me kereng kirrîn û bi xwe re birin malê ku ji me re xwarinê çêkin.
Ji bo kesên ku li welêt in, mumkûn e, ev pir ne girîng be. Lê ji bo kesên ku bi salan in li derveyî welêt in û nikarin herin welêt yan jî di biharê de nikarin herin welêt tiþtekî girîng e. Dema ku salên mirov bi ser 50î bikevin, çawa ku zarokekî biçûk bêrîya diya xwe dike, mirov bêrîya cihê ku mirov lê zaroktîya xwe derbas kirîye dike. Ez dizanim, gelek hevalên ku em bi hev re, di destpêka salên 1980î de hatin Ewropayê hîn jî nikarin vegerin welêt. Hem ji bo wan hem jî ji bo zarokên kurd ku li Ewropayê mezin bûne van gihayên Kurdistanê ku bi berhevkirin, firotin, xwarina xwe di çanda kurdan de cihekî girîng digrin nas nakin, ez li Sêwregê û Amedê çûm cihên ku van pincaran difroþin. Min wêneyên wan kiþandin ku ez biweþînim.
Kereng
Kereng navê gîhakî ye. Kereng li gelek deverên Kurdistanê hene. Di destpêka biharê de þîn dibin. Mirov koka wan dixwe. Pelên wan bi strî ne. Kereng di nav çend hefteyan de qert dibin û êdî nema tên xwarin.
Ji þîrikê kerengan benîþt çêdibe. Berî ku benîþtê fabrîkeyan derket, bênîþtê kerengan gelek bi navdar bû.
Kereng hem bi xavî tên xwarin hem jî tê kelandin û jê xwrin çê dibe. Qelandina kerengan ya bi hêkan û tirþika kerengan ya bi nokan navdar e.
Di meha adarê de ku mirov li Kurdistanê seferê bike, li ser rîyan mirov pêrgî gelek zarokên temenbiçûk yên kerengfiroþ tê. Bi taybetî di navbera Sêwregê û Amedê de, piþtî Sêwregi, li herêma Çîyayê Qerejdaxî bi sedan zarok li ser rê kerengan difroþin.
Axbandir
Gîhakî tazirav e. Diþibe ben. Hem kok hem jî pelên wî tên xwarin. Beþ
ê di bin erdê de, ango koka xwe spî, beþê sererdê kesk e. Beþê nêzî sererdê jî mor e. Cûreyekî axbandirê yê perrfireh jî heye.

Li deþtê çêdibe. Li derdora Ruhayê di destpêka adarê de derdikeve û heta dawiya nîsanê mirov dikara bide hev û bixwe. Mirov ta bi ta ji bin erdê dikþîne. Diþibe zirîyan. Ku erd hiþk be berhevkirina axbandir zehmet e. Di destê mirov de diqurmiçe.
Axbandir bi xavî nayê xwarin. Di pîvaz û rûn de tê qelandin û tê xwarin.
Pûng:
Li cihên avî, di ber çeman de, xwe bi xwe çêdibe. Cûreyekî nehne/mynta ye.Hem xavî hem jî bi awayê kelandî tê xwarin. Selete û tirþika pûngê navdar e.
Dêjnik:
Di destpêka biharê de, li deverên çîyayî þîn dibe. Bi xavî tê xwarin.
Kereng, dêjnik, pûng û axbandir, pincarên Kurdistanê yên sereke ne. Ne pêwîst e ku mirov biçîne, xwe bi xwe þîn dibin.

Di destpêka biharê de gelek zarok û jin diçin çolê kereng, dêjnik, pûng û axbandirê berhev dikin û tînin li bajaran difroþin. Bi vê bazirganîya biçûk alîkarîya aborîya malbata xwe dikin.
*Di kurdî de ji hemû gihayên ku xavî yan jî bi kelandî tên xwarin re pincar tê gotin.
Haydar Diljen

manhunt_cash is offline