Yalnýz Mesajý Göster

Eski 12-03-2008, 05:24 PM   #1 (permalink)
Bedirxan
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 2,400
Üye No: 2482
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 192000
Rep Puaný : 7117602
Rep Derecesi
Bedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond repute
Varsayýlan Kurteawirek li ser rastnivisa Kurmancî (kürtce yazimda bir kac önemli nokta)


Berî her tiþtî divê ez diyar bikim ku ez ne zimanzan im. Ez Kurdek im. Dixwazim zimanê xwe hîn bibim û di jiyana xwe ya mayî de, nemaze di warê nivîsê de, heta ji min bê rast bi kar bînim. Lewma heta ji min hat, min serê xwe di vê rê de êþand û ezê hê biêþinim.
Ez nizanim, ji ber nezaniyê ye, an jî ji ber xemsarîyê ye, ji aliyê gelek nivîskar, çapemenî û medya me de gelek çewtiyên ku divê neyên kirin, tên kirin. Mijara me li ser rastnivîsa zaravayê kurmancî ye. Ez dixwazim di çend kurte rêzegotaran de heya ji destê min bê wan çewtiyên ku di dema nivîsandinê de pêk tên, destnîþan bikim.
Pêwîst e, mirov vê yekê jî diyar bike, hin tiþtên ku ez dixwazim di xala jêrîn a yekem de dest bavêjimê, bi giranî ji aliyê Mîr Celadet Bedîr Xan ve hatiye pêþniyarkirin û bikaranîn.
Di avakirina Pêþedem û Raweya Mercî(Hekînî 1-2) de bikaranîna hokerên „dê û wê“:

Gelek nivîskar di pêþedem û raweyên mercî de hokerên „dê û wê“ him ji cînavan him jî ji navan cuda dinivîsin. Celadet Bedir Xan vê mijarê wiha rawe dike:1
Mînak: Di Pêþedem 1ê de bi „lêkerên „hatin û gotin“ re.
hatin:
Bi cînavan re:
Ezê (ez dê) bêm.
Tuyê (tu dê) bêyî.
Ewê (ew dê) bê.
Emê (em dê) bên.
Hûnê (hûn dê) bên.
Ewê (ew dê) bên.

b) Bi Navdêran re:
Lezgîn dê bê.
Lezgîn û Serdar dê bên.

gotin:
Bi cînavan re:
Ezê (ez dê) bibêjim/bêjim.
Tuyê (tu dê) bibêjî/bêjî.
Ewê (ew dê) bibêje/bêje.
Emê (em dê) bibêjin/bêjinn.
Hûnê (hûn dê) bibêjin/bêjin.
Ewê (ew dê) bibêjin/bêjin.

b) Bi Navdêran re:
Lezgîn dê bibêje/bêje.
Lezgîn û Serdar dê bibêjin/bêjin.

Li jor, dirûvên wek ezê, tuyê, ewê, emê, …. ji racivîna hokera dê ya bi cînavan ve pêk tê. Dibe ku hokera dê berê di raweyên Mercî de, bikaranîneke normal be jî.
Lê îro piraniya zimanzan û rêzimanûsên zaravayê kurmancî awayê racivîna hokera dê ya bi cînavan re dipejirînin û bi kar tînin.
Divê em li vir vê yekê jî dest nîþan bikin, eger ev hokera dê bi kirdeyekê re bibe yek û rabicivê, divê ev kirde cînav be. Eger kirde ji derî cînavên kesîn tiþtekî din be, ango kirde navdêr, rengdêr an jî hokerek be, ev racivîn ne mimkun e.

Me li jor di xalên a) de cînavên kirde bi hokera dê ve racivand, di pêþedema


1. de, bi lêkerên hatin û gotin re kiþandin. Me rewþa hokera dê ya kevin jî di nava kevanê de þanî da. Di xalên b) de jî, me hokera dê bi navê Lezgîn û bi heman lêkeran kiþand. Li vir em dikanin bibînin ku hokera dê kava kirde nav be, en jî tiþtekî din be dê nayê guhertin û ji Kirdeyê cuda tê nivîsîn.
Her wiha hokera wê jî wek ya dê di pêþedem û raweyên mercî de tê bikaranîn. Lê ji ber ku hokera wê li gelek ciyan, bi cînavka kesîn wê(cînavka tewandîya mêza ya yekhêjmar wê) re tevliheviyan çêdike, gelek kes vê hokerê naxwaze bi kar bîne. Lê eger kirde navdêr, rengdêr an jî hoker be, di wan dem û raweyên ku me li jor þanî dabûn de, hokera wê jî mirov dikane wek hokera dê bi kar bîne.


Ji bo zelalkirinê em çend mînakan bidin:


Biþar dê/wê bê. (Pêþedem l)
Biþar dê/wê bêje. (Pêþedem l)
Biþar dê/wê bihata (Bilaniya Lavij)
Biþar dê/ wê bigota (Bilaniya Lavij)
Lê beranberî vê yekê, eger mirov wek jêr bigota, çewt dibû.
Ew dê/wê bê (Pêþedem l)
Ew dê/wê bêje (Pêþedem l)
Ew dê/wê bihata (Bilaniya Lavij)
Ew dê/wê bigota (Bilaniya Lavij)
Divê mirov wiha bêje baþtir e:
Ewê bê. (Pêþedem l)
Ewê bêje. (Pêþedem l)
Ewê bihata. (Bilaniya Lavij)
Ewê bigota. (Bilaniya Lavij)

2. Bikaranîna lêkera „Bûn“
Ji çevtnivîsên me yek jî, bikaranîna lêkera bûn e. Lêkera bûn di hemû dem û raweyan de, dema ku bi navdêr, cînav, rengdêr û hokeran re bê bikaranîn, divê cuda were nîvîsîn. Ji bo ku mijar baþ were famkirin divê em ji her cureyekê çend mînakan bidin.
Nivîsandina lêkera bûn bi navdêran re cuda tê nivîsîn:
Çemd mînak:
Heke nav bi dengdar biqede: Heke nav bi dengdêr biqede:
Ez Azad im. Ez Soro me.
Tu Þervan î. Tu Boro yî.
Ew Rêdûr e. Ew Þêro ye.
Em Azad in. Em Soro ne.
Hûn Þervan in. Hûn Boro ne.
Ew Rêdûr in. Ew Þêro ne.

Lê dema ku em bibêjîn:
Ez Azadim. Ez Sorome.
Çewt dibe.

Nivîsandina lêkera bûn bi cînavan re cuda tê nivîsîn:
Mînak:
Ez im. Ez bim. Ez bûm
Tu yî. Tu bî. Tu bûyî.
Ew e. Ew be. Ew bû.
Em in. Em bin. Em bûn.
Hûn in. Hûn bin. Hûn bûn.
Ew in. Ew bin. Ew bûn.
Lê dema ku em bibêjin:
Ezim, Ezbim, Ezbûm.
……. …….. ………
Çewt dibe.

Nivîsandina lêkera bûn bi rengdêran re cuda tê nivîsîn:
Ji bo têgihîþtinê çend mînak.
Pêwîst e ku ez biçim.
Ev tiþt ji bo min girîng e.
Rûyê miþkan li ba aþvanan reþ e.
Ava kaniya gundê me germ e.
Avên çiyayên gundê me sar in.
Berfa çiyayê bilind ji ya cihên din sipîtir e.
Zaroyên xizanan her tim birçi ne.
Avên bîran genî ne.
Zimanê kurdî berê bêxwedî bû.
Þervanên azadiyê serbilind in.

Nivîsandina lêkera bûn bi hokeran re cuda tê nivîsîn:
Ji bo têgihîþtinê çend mînak.
Ew der serbijêr bû.
Hejmara beþdarên kongira zimên gelek bûn.
Min bi qasî pêwîst be dayê, ne pir û hindik bû.
Serencama me dûr û dirêj e.
Eh, debara me roj bi roj e.
Destpêka min a kar, ji nû ve ye.
Niha saet çend e?
Tu çi bibêjî, wisan e.
Silavên wî ji dil bûn.
Zanina min, besî min e.


Lêkera bûn di hemû dem û raweyan de bi lêkeran re bi hev ve tê nivîsîn:
Ji bo têgihîþtinê çend mînak:


Hatin Gotin

ÇÝROKA D. NIHA ÇÝROKA D. BORÎ ÇÝROKA D. BORÎ

Ez dihatim Ez hatibûm Min gotibû
Tu dihatî Tu hatibûyi Te gotibû
Ew dihat Ew hatibû Wî gotibû
Em dihatin Em hatibûn Wê gotibû
Hûn dihatin Hûn hatibûn Me gotibû
Ew dihatin Ew hatibûn We gotibû
Wan gotibû

An jî;

Wî ez veþartim
Wî tu veþartî
Wî ew veþart
Wî em veþartin
Wî hûn veþartin
Wî ew veþartin





Didome


Navê Nivîskar: Fevzî Ozmen




Download


Sîfre:http://www.bydigi.com/


Bu mesaj en son " 12-03-2008 " tarihinde saat 05:41 PM itibariyle Bedirxan tarafýndan düzenlenmiþtir....
Bedirxan is offline