Giriþ Tarihi: Jan 2007 |
Konum: rewan |
|
Mesaj: 30,022
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 135806
| Rep Puaný : 13577355
| |
|
| |
|
Ez im dayê; Gulan
Hatine ku çavên min bibin dayê.
Lê ez nikarim ku wan bidim.
Ew ji te emanet in dayê.
Ma te wan da min.
Ew sefqetên te ne dayê.
Ew hesretên te, bêriyên te,
Ew heskirina te ne dayê.
Ew evîna min, welatê min in dayê,
Ez nikarim ku wan bidim dizînê.
Mêze,
Waye li wêderê sekinîne,
Koma xayinan.
Weke Ezraîl nefesa wan li paþstûyê min in.
Dixwazin çavên ku te daye min bidizin.
Baþ e lê, paþê ez çawa mîna zarokan mêzedikim.
Na dayê, ez nikarim ku wan bidim dizînê,
Ew berhemên te ne.
Cavên xwe bidim dizînê eger,
Pasê ezê cawa cavên xwe raxînim,
Ji Qandîlê, ber bi dûrahiyan.
Dema ku tu di xewêde bî,
Ezê çawa cavên xwe bi rê kim hemêza te, hêdîka.
Û ezê çawa ji wêderê di her GULANÊ de
SOSIN SOSIN vebikim dayê.
Ez nikarim cavên xwe bidim dizîne.
Ew ji min re, ji zarokan emanet in.
Dizanî dayê,
Yek jî, dixwazin dilê min bidizin.
Lê dilê min bi kêrî wan nayê ku…
Dilê min bi evîn û hezkirin tijî ye dayê.
Eynî mîna dilê te.
Baþ e lê,
Eger ez bihêlim ku ev koma xayinan,
Dilê min bidizin,
Dê kî þefqetê li zarokan belav ke.
Paþê dê kî bigehîje hawara xerib û bêkesan.
Baþ e, bihêlim ku ev dilê min bête dizînê,
Dê kî evînê bi xwe re bigerîne dayê.
Ez çav û dilê xwe nikarim bidim dizînê dayê.
Paþê ez çawa dikarim birevim dengê zarokekî bircî.
Çawa dikarim qêrîna zarokekî rizgarkim,
Da ku pêlê mayinekî neke,
Li Kurdistanê.
Ez nikarim bihêlim ku,
Bila ev koma xayinan çavên min bidizin dayê.
Baþ e lê eger ez çavên xwe bidim dizînê,
Paþê dê kî av bireþîne,
Ser dilên dayikên dilþewitî.
Lê dilên ku xwîn jê diherikin,
Dê kî merhem bike dayê…
Ez çavên xwe
Ji koma xayinan re bidim dizînê,
Ezê çawa lengo bilîzim.
Pîrêpiz, cavgirtonek…
Paþê ew jixwe emanetên te ne
Ji min re.
Ji zarokên sibê re.
Çavên xwe bidim dizînê dayê,
Ez nikarim ku bibim GULAN.
Nebim GULAN,
Nikarim ku þekir li zarokan belav kim.
Û nikarim ku firfirokan bifirînim,
Li deþtan.
Nikarim ku mîna cehnîyekî dîn,
Berbi azadiyê ve bibezim.
Dizanî dayê,
Ji bo ku çav û dilê min bidizin ,
Gulleyekî xayin berdan dilê min,
Ber êvarekî.
Bê wext û bê ecel.
Lê koma xayinan nizanîbûn ku,
Ezê di her GULANÊ de vekim,
Bi kulîlkan.
Û di her berbangê de têm dunê,
Di her qêrîna ewilî yê zarokekî de,
Ezê êþa ewilî ya hemû dayikan bim.
Û ez dayê,
Ezê her nêrîna ewilî ya zarokekî bibim,
Yê ku xwe li ronahiyê digre.
Nikarim ku çavên xwe,
Ji koma xayinan re bidim dizînê.
Çavên xwe bidim dizînê,
Nikarim ku bibim GULAN.
Nikaribim bibim GULAN,
Nikarim ku SOSIN SOSIN vekim.
Çavên min bixe dilê xwe dayê,
Ew koma xayinan
Nikarin ku têkevin wêderê.
Wî çaxê ezê di her GULANÊ de,
SOSIN SOSIN vekim.
Derî veke dayê…
Serif KAPLAN
Wergêr: Jîndar DARISTAN
|