07-03-2008, 09:14 PM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: Jan 2006 |
Konum: Shivanistan |
Yaş: 26 |
Mesaj: 4,923
|
|
Üye No: 47
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 384000
| Rep Puanı : 25709333
| |
|
| |
|
Dê herreeeeeee!
Îro wê Serokkomarê Iraqê Mam Celal Telebanî bi heyetek pênc kesîn bête Enqerê.
Bê goman wê mam Celal, her wekî adeta wî ye, wê ji Tirkan re xweş bike û hinekî li gor dilê wan baxive. Meselen dikare bibêje: Dewletek Kurdan xeyalî ye. Kerkûk bajarek atonom e hwd.
Lêre Şerefê Idrîs hat bîra min . Şeref berî çel û pênc salan li bajarê Cûlemêrgê dikanek beqalîyê vekir. Tiştên di dikana wî de pir bi qalîte bûn. Dikana wî xîtabê memûran dikir, lê ne memûrên xwecihî, xweser (teybet) ji bo yên bîyanî wek; polîs, hakim, defterdar, mamhoste û subayên artêşê. Mişterîyên wî ji % 90 Tirk bûn. Şeref gelek zimanxweş bû. Lewre dikarîbû ji mişterîyên xwe re pir xweş bike. Tiştê lîreyekê bi du lîreyan bifiroşe.
Mişterîyê ji bo tiştekî hatiba sê tişt pê bidan kirîn. Lê exlaqekî wî hebû, ku mişterî tiştên xwe kirîn, ew jî bi mişterî re derdiket, mişterîyê xwe bi rê dixist. Ku mişterî bîst mitroyan ji dikana wî dûr diket, vêca şerf digot: Dêêê herrrre ! Min ....... , min tu jî xapand! Kaynak: Bydigi Forum http://www.bydigi.net/pekenok/266782-de-herreeeeeee.html#post1966377
Mam Celal jî berê wê dilê Tirkan xweş bike, paşê wê di dilê xwe de, ya şeref gotî bibêjê.
De bajo Mamooooo....!
Lotikxane
Cembelî-07/03/08
|
|
|