Di Xewê De Payî Me
DI XEWÊ DE PAYÎ ME
ez
li nav pêlên bablîsoka
jiyana pûþt
tamikê devê masiyê mirî me
li koçberiya berbangan
qajîn û hawara gewriyê çûka me
jana helbestên xwe
li pêþangeha mirina bêwext
ji roja mehþerê re
pêþkêþ dikim
stêrkên þermok
li tenetiya þevistanên bizdonek
li dor xem û xeyalên xwe
direqisînim
çirûskên rojê
li koretariya þevan
di rojhilata nava dilê xwe de
diçirisînim
hosînameya mirina xwe
li qefesa tofana okyanûsan
dinivisînim
rengê dîroka çilmisî
bi bêhna kulîlkan
dineqþînim
ez
li þiyarbûnê di xewê de me
di xewê de payî me
rêya karwanê kul û kederan
di movikên laþe çarenûsa min re
dibihurin
bi saya dengê lorînên dayikan
mayîn û têlstriyan
ji nav tixubên axa zeviyê xwe
dineqînim
ji xemgîniya pênûsa hesretê
îlham dipale
min
tova hêviyên tarûmar bûyî
li kendalên avhewaya
ekvatorê hinavê xwe
çand
ji henasa salnameya demsalan
bêhna barûta genî
difûre
þev û rojan
çembera îxaneta qehpik
li stûyê bihuþta giyanê min
alandin
awaza strana bilbilê baxê min
di darbesta jiyanê de
fetisandin
fanosa eþqa dil
tefandin
aramî
li stargeha temenê kin
herimandin
bîleta mirineke zû hatî
ji bazara reþ diyarî min kirin
êdî qeyika kesera dil
li perava mestbûna xeyalan
di rûbarê xeman de
diçeliqe
nalînan
di bin lihêfa êþa xewan de
kevz girtin
bîr û bawerî
li têkçûyîna bêrîkirinan
hatin rûxandin
ne jiyan layiqî min bû
ne jî ez þayanî mirinê bûm
werin
xweliya þewata termê min
bi destmala kefa destê dilberan
verê bikin
Xizan Þîlan
2007-08-08
Stockholm
|