Lê Lê Bejnfodilê
LÊ LÊ BEJNFODILÊ
li gulîstana xewn û xeyalan
morî û mircanan
li gerdana dilê te
dineqþînim
ji pêta maçên lêvan
þerbeta gerdeka þevên te
vedixwim
li mestbûna bejna fodil
bextewariyê
dihûnim
wek zarokekî þîrve bûyî
xwe diavêjim
dest û ling û bextê te
bi lezeta awirên hesretkêþ
hîqehîqa henasa gewriyê
diramûsim
ji pêsîra xemgîniyê
þîrê ken û þadiyê
dimijim
ez
li nav baxê bêdengiyê
guleke sêwî me
di giyana gerdûnê de
gerstêrkê bêrêgeh im
li dor þewqa çira odê
perperikê þevistana me
li nav mêrg û çîmenan
çemekî rût im
êþa giyanê xwe
dispêrim
bayê gulgenima porê te
li kolanên koçberiyê
li siya germa henasa te
digerim
di rêwitiya serdeman de
sembolê êþ û keserê me
êdî bese were
bi kilîta dilovaniya xwedawendan
deriyê bihuþta dilê min
veke
çûka þaxa taristanên xwe
di sîngê asîmanê min de
bifirîne
rondikên nalînan
di doþeka qefesa xwe de
haþ bike
li ser textê Cîhana min
bibe sultana stêrkên
asîmanê nava min
bi tîrêjên melûliya awirên xwe
kul û birînan
bikewîne
li çerxa aþe hêviyê
kîn û nefretê
bihêre
evîndarî
li hesreta bendewariyê
kal û pîr bû
firmêskên bîbikên çavên ziwa
bi xumîna þîpa kenê xwe
rawestîne
neynika dil
li seqema bêçaretiya demsalan
di koçberiyê de
kûd û þerpeze bûn
qêrîn
li wargeha awaza dil
qurmiçîn
pêjn
di bin lihêfa axînan de
qurifîn
were
westîbûna bîranînan
li seyrangeha payîzên xwe
vehesîne
þopa siya mirina min
bi sakoyê jana helbestan
bipêçe
di taldeya newaleke bêîman de
binixumîne
û straneke kezebþewat
di ferhenga destanan de
bilorîne
Xizan Þîlan
2007-07-07
Stockholm
|