Konu: kî bû...?
Yalnýz Mesajý Göster

Eski 01-01-2008, 03:57 PM   #1 (permalink)
hevale_egit
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: uygarlýgýn dogduðu þehir
Yaþ: 23
Mesaj: 1,519
Üye No: 54189
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 26385
Rep Puaný : 2638225
Rep Derecesi
hevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond reputehevale_egit has a reputation beyond repute
Varsayýlan kî bû...?


kî bû....?

Silêman Azer




Kê...?
hilma te
hingavte xwîna min...?
û dilê min diyarî mûmdanê
peresetgehên azariyên te kir..?
tiliyên gurbûnên te
dirêjî þewatên min kirin..
kabokên silbûnên min,
xiya kirin,
di tarî qorziyên jibîrbûnê de...
þevên westiyayî
ji rêbiwariya tozgirtî
ji bênaxiyê..,
lûs dibin,
di himêza sawîrên min de..
li piþt dergehê mijûliyê
raxistime,
bi þîrvekirina wê pirsê.
kî bû...?
xwe ramedand di kefenê sersariya
bizdandinên min de.
xepartî li noqa zaroktiya xwe
pingehane bêrîkirinin
þînhatî bi kizirandinên min ve..
kê...?
ez firþik kirim bi wê dilbijandinê..
kê..?
ew dil vezîlandiye qamek
ji xwelêgirtina oxirê re.
ji dêrana derdorên xwe re
sed henasin bê ser û ber,
xwe pelo dikin dirindiya vekirinin
badayî bi asêbûnan.
çiqasî hingufî tîjikirina ye
temenê,
bi kotekan xwe þêlaye
li wê dilberiya
westiyayî ji pêve daleqandina awiran..
kî bû...?
ew bajar wergirte þevan
perdeyên xwe vehesandinê
û dergehên dadayî
di navtenga celdeyin ji hiþçûyî de
ji xirecira piyin þepirze
û kevalên..,
tenêtiyê dipîvin
bi ji hevketina
laþê min.
dîtinin pûrisandîne
bi bêdengiya xwe ve
alin tozgirtî,
ji çîmên serqot
ji kewijandinan re.
di xelin awirin
belqitî di lepên peristiya
zeliqî bi eniya ji bîrbûnan ve.
bajarê xwe vedizî
ji çarika vedana te
û ez rekeh kirî
tîþkên devdawa hilatbûnên
xindirî,..
ji sîtavin,gelicî bi heriftinan..
kê hat...?
û li memikên bînayiyên min
rewrewekên xwe banandin.
kê hat...?
û refên xweziyên min
bi qîrînên xwe bezandin.
kê hat...?
û xwe bi þikestinên min
di tivtivandin..
kê hat...
û zixurên gunehkariyên xwe
li rûmetiya min dibarandin...
Hooo..
xwedayoo..
çi sînorekî asê me
ji cendekê xwe re.
û bi bêçêjiya xwe,
di haveynê pejalên xwe de..
tême keyandin...

hevale_egit is offline