Giriþ Tarihi: Feb 2006 |
|
|
Mesaj: 1,384
|
|
Üye No: 258
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 26250
| Rep Puaný : 2624665
| |
|
| |
|
Þane (Hücre) - bi Kûrdî
Þane, perçeya biçûktirîn e di organîzman da. Organîzmên ku dijîn, ji þaneyan çêbûne. Þane wer biçûk in ku, mirov nikare wan bi çavan bibîne. Tenê bi alîkariya mîkroskopeki tên dîtin. Di bedena mirovan da bi milyaran þane hene.
Wezife, reng u þiklên þaneyên organan cur bi cur in. Mesela þaneyên kezeba reþ bi rengê qehwe ne û biçûk in. Rengen þaneyên birik u mêjiyê zer in û gelek dirêj in.
Hemû tiþtên ku ji bo jiyanê pêwîst in, di þaneyan da çêdibin. Þane enerjiya xwe bixwe çêdikin. Di hindure þanan da hindek bûyînên biçûk hene, ji wan ra dibêjin organel. Ew organel bi taybeti mitokondrî, endoplasmatîk retîkulum, lîzozom, vakuol, sentriyol u rîbozom in. Enerjî ji mitokondriyan tên çêkirin. Li navþeya her þaneyê dendikek heye. Dendikên þaneyê bi parzûnekê bidor e. Di dendika þaneyê da hemû agahdariya genetîk a mirovan cih digrin. Li nav wê agahdariyê da hindek ji bo wezife ve þane ye. Mirov dikare bibêje, jiyan bi xebata þaneyan ve girêdayî ye. Ger þane wezifen xwe neyinin þûne, mirov dimire. Eger tenê þaneyên organeki wezifen xwe nekin, ew organ naxebite an jî dimire.
Xwîn

Xwîn organeke mirovan ya gelek giring e, mirov dikare bibêje ev ava jiyanê ye. Di bedena miroveki gihistî da, bi giraniya xwe 70 kg û bi bejna xwe 170 cm, nêzîkî 5-6 lître xwîn hene.
Xwîn, silaveke ji gelek elementan pêk tê. Di nav xwînê da li aliyek þaneyên xwînê û li aliyê din da plazma bi tevî proteîn, rûn, karbonhidrat, madeyên mîneral, wek kalsiyûm, potasiyûm, natriyûm û hesin hene. Ew element tevî xwînê digihejin hemû derên bedenê û her þaneya bedenê.
Di xwînê da sê cins þane hene. Ji wan re dibêjin erîtrosît (þaneyên sor yên xwînê), lekosît (þaneyên spî yên xwîne) û trombosît (þaneyên biçûk, yên ji bo meyandina xwînê; ger ew tunebin, xwîn nikare bimeye). Erîtrosît (sorgilorik) ji piþikê oksîjen bar dike u digihijîne her þaneyên bedenê. Erîtrosît wekî þaneyên bedenê din nîn in, ji ber ku dendikê wan tune. Ew bi teqrîbî 5.000.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin. Lekosît (spîgilorik) bedenê ji mîkroban û hemû tiþtên ku beden naxwaze paqij dike. Ango ew leþkerên bedenê ne. Ger mîkroban avêtin ser bedenê, da ku we nexweþ bixin, lekosît wan mîkroban nas dikin û di wê gavê da dijî wan þerekî destpê dikin.
Gelek cinsên lekosîtan em nas dikin. Hindek ji wan ji bo kuþtina mîkroban, hindek ji bo naskirina mîkroban û hindek jî ji bo çêkirina antîkor (dijîbeden) berpirsiyar in. Ji wan re dibin lenfosît. Ji cinsekî din ê lekosîtan re ji dibêjin monosît. Monosît li kuderê mîkroban dibine, wan dixwe û bi wî awayî wan bêzerar dike. Ev bi teqrîbî 5.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin. Þaneyên din ku di xwînê da hene, navê wan trombosît in. Wezêfeya wan meyandina xwînê ye. Ger trombosît tunebin (di bedenê mirovan da, li her dezîlître 200.000 hene) xwîn nikare bimeyî û xwîn biherike heta mirov mir. Ger mirov birîndar be, an ji ciyekî xwe jêbike, trombosît têne þûna birînê û demarên ku jêbûye û xwîn jê tê, dixitimîne.
Kakût (an kakûd, skelet an îskelet) û livîn
Di kakûtê mirovan da 206 parçe hestî hene. Siklê wan 206 hestiyan ji hev û din cur bi cur in. Gor fonksiyona xwe, her hestiyek siklekî girtiye. Skelet ji serî, marîpiþt, sing, qor û pîlan pêk hatiye.
Di serî da tenê 20 hestî hene. 8 hestiyên serî mêjuyê diparêzin. 12 hestiyên serî ji hestiyê rû û devê mirovan pêk hatiye. Di navbera hestiyê çeneya jorîn u çeneya jêrîn da livoka hestiyê çeneyê heye. Mirov dikare bi wan herdu hestiyan, bi alîkariya masûlkan tiþtan bicû û devê xwe bilivîne. Singê mirovan ji marîpiþta sîng, parxan û hestiyê sing pêk tê. 12 parxanên mirovan hene. Wezîfeya parxanan parastina dil û piþikê ye. Parxanên ku digihijin hestiyê sing, hin nerm in û ji kirtikê hatine çêkirin.
Marîpiþta mirovan ji 24 parçe hestiyan pêk hatiye. 7 ji wan li berê marîpiþta histû (stû), 12 li marîpiþta sing, 5 li marîpiþta navpiþtê, 5 li marîpiþta rûniþtekê û 3-5 marîpiþta boçikê hatine avakirin. Wezîfeya marîpiþtê ji aliyekî ew e, ku mirova tîk bigire, ji aliyê din jî mêjuyê marîpiþtê biparêze. Ger ku mêjuyê marîpiþtê biþke, dibe ku mirov þil (felc) bibe û nekare qorên xwe bileqîne. Ji ber ku ew hestiyê marîpiþtê bi hevra bi alîkariya bendan, temar û deziyan hatine girêdan û mirov dikare xwe bilivîne û xwe li ser aliyê destê rastê, li ser aliyê destê çepê xarbike û histuyê xwe biçerixîne. Ew livinana bi alîkariya masûlkan û livokan tên çêkirin.
Di hindurê marîpiþtê da mêjuyê marîpiþtê cih digire. Ew ji mêjû destpê dike û tê heta dora hestiyê marîpiþta nivpiþtê ya duwemîn.
Ji mêjuyê marîpiþtê birik derdikevin û dicin bedena mirovan. Ew birikana emir ji meju digrin u dibin masulkan u organan. Ji ber wi emri masulke dikarin fonksiyonen xwe binin cih. Hengil ji bo tik mayina mirovan gelek girin e. Hestiye hengile, ruviya zirav (bimbar), ruviya stur (sincaq) u wan organen ku di zike mirovan da hene, dipareze u wan dui sune da dihele. Ji aliye din da ji hengil, ji bo revacuna mirovan gelek giring e. Cava te zanin, kulimeka mirovan di navbere hestiye hengile u hestiye qora jorin da cih digre. Hestiye hengil bi temar, band u deziyan bi hestiye qora jorin u bi maripiste ra hatiye giredan.
Pile mirovan ji hestiye pile jorin, hestiyen pile jerin u ji dest pekte. Ew bi livoka pil (navbera girika pil u hestiye berike) bi hestiye beroke ra, bi alikariya deziya hev u din va hatine giredan. Ji we livoke ra dibejin livoka gilor, ji ber ku mirov dikare we livoke li her ali da bicerixine. Pile jorin bi livoka eniske, bi bask ra (pile jerin) hatiye giredan. Bask ji du hestiyan pekte: Hestiye baske palind (Zende stur) u hestiye baske zirav (Zende zirav). Bask bi livoka zendike bi dest ra hatiye giredan.
Zendik ji 8 hestiye picuk pekte. Ew hestiyana, bi deziyan bi hev va hatine giredan. Dawiya zendik, 5 hestiyen dest ten. Ew hestiyana, bi livoka, masulkan u deziyan bi hestiye tiliyan va hatine giredan. Her tiliyek mirovan bi 3 hestiyan pek te. Ji wan ra dibejin xaxik. Ew bi livokan u deziyan bi hev va hatine giredan.
Qore mirovan weki pil u destan hatine cekirin. Hestiye qora jorin, bi livoka kulemeke bi hengile ra hatiye giredan. Bi livoka juni ji bi binqore ra (cipike) hatiye giredan. Livoka juni ra hin helan qomik ji te gotin. Li ser livoka juni hestiye qomike (sercok) heye.
Binqor ji du hestiyan pekte. Wan ra, hestiye binqora qalind u hestiye binqora zirav te gotin. Ew hestiyana bi livoka ling ra hatine giredan. Di livoka ling da ji, weki livoka desta (zendik) 8 hesti hene. Ew ji bi hevra hatine giredan. Hestiye mezin, hestiye paniye ye.
Du livoka lingan 5 hestiye ling ten. Ew hestiyana bi livoka bi hestiye becikan ra hatine giredan. her pecike mirovan ji 3 hestiya pek te. Ji wan ra dibejin xaxike lingan. Ew ji bi hevra, bi livokan u deziyan hatine giredan.
Gireya hestiye seri suna kirtikan e. Di sere zarokan da, li salen jiyanen pesin, hindik hesti hene. Ji ber ku mejuye zarokan he nu mezin dibe. Eger seri bi temami ji hesti be, meju nikare mezinbe, ji ber ku suna mezinbune tune. Ji ber ve yeke ji, navbera hestiye seri bi kirtike te girtin. Ji ve ra sille an ji nermik te gotin. Kengi zarok mezin bun, ketin sal 2'yan, ew kirtikana hedi hedi dibin hesti. Temami ses sune usa di sere mirovan da hen. Kirtika mezin, di nav hestiye seri da, li ale pesiye seri da ye (bi zimane latini: Fontanela).
Sîstema hezmê
Sîstema hezmê, ji organen ku ji bo hezmkirina xwarinan u verxwarinan berpirsiyar in, pekte. Bi taybeti sistema hezme ji dev destpedike. Di dev da ziman, diran u di gewriya me da ji qirik, perceye we sisteme ne. Qirik ber bi jer dice u digheje mide (asik). Mide di zike mirovan da cih digre. Mide derbasi rûviya zirav dibe. Aven ku li pankreas u kezeba reþ cedibin, dighejin ruviya zirav u li vir dicin sistema hezme yen mayin. Ruviya zirav derbasi rûviya stûr dibe. Rûviyaq stûr te u digiheje zutike (Anus).
Çavkanî: Anatomiya Bedena Mirovan (Hüseyin Bektaþ)
|