Giriþ Tarihi: Aug 2006 |
|
|
Mesaj: 4,957
|
|
Üye No: 19761
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 18198
| Rep Puaný : 1819164
| |
|
| |
|
Xwedê
Peyvên Xwedê, Xweda, Xudê û Xwedî yek in. Wateyên wan yek e, Xwada Xwedanê her tiþtî ye, ji ber ku her tiþt ji aliyê Wî hatiye afirandin. Meriv jî afrinadiye, ku xwe û her tiþtên ji xwe cihê bibîne, wan têbigehîje. Mejuyê mirov dikare tenê bi tiþtên xwedî destpêk û dawî bigehîje. Lêbelê Xweda li dem , û li cîh (li zeman û mekan) bê dawî ye, li her derê ye û di her demê de ye. Hayê me ji þiklê Wî tuneye, em tenê hin ji gewþînên Wî dizanin.
== Xwedê di Kitêba Pîroz de (Tewrat, Zebûr, Încîl) ==avêsta be kÛrdî ئاڤێsta
Xwedê hezkirin e. "Xwedê hezkirin e" (Yûhenna I, 4:16). Ew ji hemû mirovên vê dinyayê hez dike (Yûhenna 3:16). Xwedê dizane ku hemû mirov gunehkar in, lê dîsa jî ji wan hez dike û dixwaze wan xilas bike (Romayî 5:8, Tîmotêyos I, 2:4). Beriya ku mirov ji wî hez bike, wî ji me hez kiriye: "Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir" (Yûhenna I, 4:10). Ew "Xwedayê aþtî û hezkirinê" ye (Korîntî II, 13).
Xwedê ronahî ye. "Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune" (Yûhenna I, 1:5). Ew "Bavê ronahiyê" ye (Aqûb 1:17). Li ba Xwedê tu taristanî û tu tiþtê ku ne paqij e, tune. Ew bi tevahî rast û dilsoz e û "Xwedayê ku derewan nake" ye (Tîtos 1:2).
Xwedê þexsiyet e. Xwedê ne ‹tiþtek› e, ne ‹hêzek› e, an jî ne ‹bandûrek› e. Ew yekî ku xwe bi awayekî zindî û zatek þexsî nîþan dide ye; ew difikire, pê dihese, dixwaze û dilive. Lê belê ew ne yekî ku bi tenê ‹yê li ezmên› e, an jî cûreyekî ‹pêlewanan› e. "XUDAN Xwedayê rast e; Xwedayê zindî û padîþahê herheyî ew e" (Yêremya 10:10).
Xwedê yek e. Bi tenê Xwedayek rastîn heye. Ew dibêje: "Yê pêþî û yê paþî Ez im, ji min pê ve Xwedê tune" (Îþaya 44:6). Xwedê xwe bi ‹yekîtiya sêtik› (yekîtiya sêyîtî) da naskirin: Bav, Kur (Îsa Mesîh) û Ruhê Pîroz. Her yek ji van bi rastî, bi tevahî û bi awayekî wekhev Xwedê ye. Kitêba Pîroz behsa "rûmeta Bav Xwedê" (Filîpî 2) dike, dibêje ku "Peyv (yanî Îsa Mesîh) Xwedê ye" (Yûhenna 1:1) û li ser "Xudanê ku Ruh e" dibêje (Korîntî II, 3:18). Bi ser ku Xwedê yek e, sê þexsên ku Xwedê ne, hene.
Xwedê afirandarê her tiþtî ye. Yê ku erd û ezmên û her tiþtê tê dîtin û nayê dîtin afirandin, Xwedê ye. "Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin" (Tewrat: Destpêkirin 1:1). "Erd û ezman bi peyva Xwedê hatine damezrandin, wusa ku tiþtên tên dîtin ji tiþtên nayên dîtin çêbûne" (Îbranî 11:3). "Ezman textê min e û erd pêgeha min e. Hûnê maleke çawa ji min re çêkin? An jî dera ku ez bîhna xwe lê vedim, ku der e? Ma ne destê min ev hemû tiþt çêkirine?" (Îþaya pêxember 66:1-2).
Xwedê ruhanî ye. Dirûvên Xwedê yên cismî (fîzîkî) tunin. Beden, dirûv û babetên wî yên ku em bi têgihîþtin þîrove bikin, tunin. "Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî" (Yûhenna 4:24). Mana vê ev e ku Xwedê nayê dîtin. "Tu caran tu kesî Xwedê nedîtiye" (Yûhenna 1:18). Hem jî mana vê ew e ku Xwedê di eynî demê de ne li derek tenê ye, lê di her demê de li her derê ye: "Ma erd û ezman ne bi min tije ne?""Tu afirîn tune ku ji wî veþartî ye. Lê her tiþt li ber çavê wî yê ku divê em hesab bidinê, tazî û vekirî ye" (Îbranî 4:13). (Yêremya pêxember 23:24). Mana vê ew e ku Xwedê her tiþtê ku li her derê çêdibe, gelek qenc dizane. Ne bi tenê tiþtên ku mirov dike û dibêje, lê tiþtên ku mirov di serê xwe de difikire jî, dikevin nav vê yekê.
Xwedê bê dawî ye. Qet destpêka Xwedê tune: "Ji bêdestpêkê heta bêdawiyê tu Xwedê yî" (Zebûr 90:2). Tu dema ku Xwedê nebû, çênebûye û çênabe jî. Xwedê weha xwe dide naskirin: "Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê" (Peyxama Yûhenna 1:8). Û her û her jî ew eynî ye: "Ez XUDAN, ez naguherim" (Melaxî 3:6). Xwedê hê û hê, her dem yê ku hebû û heye ye û ewê her dem eynî bimîne jî.
Xwedê ser bi xwe ye. Hemû afirînên din ên ku dijîn, bi mirovan ve, an jî bi tiþtnan ve û di dawiyê de bi Xwedê ve girêdayî ne. Lê Xwedê bi tevahî azad e û qet hewcedariya wî tune. "Wek ku ew hewcedarê tiþtekî be, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin; çimkî yê ku jiyan, hilm û her tiþtî dide hemûyan, ew e." (Karên Þandiyan 17:25)
Xwedê pîroz e. "Ew di pîroziyê de mezin û di rûmetê de tirsdar e""Tu kes wek XUDAN ne pîroz e" (Samûêl I, 2:2). Kitêba Pîroz li ser wî dibêje: "Çavên te ji nêrîna xerabiyê paqij in û tu nikarî neheqiyê ragirî" (Habaqûq 1:13). Ev Xwedayê pîroz ji her yek ji me jî pîroziyê dixwaze. Emrê ku ew li me dike, ev e: "Pîroz bin, çimkî ez pîroz im" (Petrûs I, 1:16). (Derketin 15). Qet tu tiþt nikare bi pîroziya Xwedê re bê hemberkirin. Ew bi tevahî bê kêmahî û bê qisûr e.
Xwedê rast û dadperwer e. Kitêba Pîroz dibêje ku "XUDAN, Xwedayê dadperweriyê ye" (Îþaya 30:18) û "rastdarî û dadperwerî bingehê textê wî ye" (Zebûr 97:2). Xwedê ne tenê Afirandar û debirandarê me ye (yê ku me xweyî dike), lê belê dadgerê me ye jî yê ku di rastiyê de bi dadperweriyeke bêkêmahî xelat dide û ceza dike. Dîwana wî rast e û tu caran tu kes nikare li ser vê yekê bikeve peyivînê, an jî bêje: Neheqî li min bû!
Xwedê bê qisûr e. Zanîna wî temam e. "Tu afirîn tune ku ji wî veþartî be. Lê her tiþt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê, tazî û vekirî ye" (Îbranî 4:13). Xwedê her tiþtî dizane, tiþtên derbasbûyî, yên niha û tiþtên ku bên dizane. Ew hemû fikirîn, peyv û kirinên me dizane (Zebûr 139:7-10). Þehrezayiya wî bê kêmahî ye û bi tevahî ji fêmdariya me wêvetir e. "Ey kûrahiya dewlemendî, þehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide!" (Romayî 11:33).
Xwedê serwer e. Ew serwerê gerdûnê ye, yê herî mezin û yê tenê ew e. Qet tiþtekî ne di destê wî de tune. "Li erd û ezmên, XUDAN her tiþtê ku dixwaze, dike" (Zebûr 135:6). Ji bo Xwedê rasthatinî û þaþmayîbûn tunin. Dîroka dinyayê ew dinivîse û ew "her tiþtî li gor biryar û daxwaza xwe saz dike" (Efesî 1). Ji bo tiþtê ku dixwaze bike, hewcedariya wî bi þîret û erêkirina tu kesî tune. Çaxê tiþtek li wî xweþ tê ku bike, tu kes nikare ji wî re bibe asteng. "Tu kes tune ku destê wî bisekinîne, an jê re bêje: Tu çi dikî?" (Daniyêl 4:35).
Hêza Xwedê têra her tiþtî dike. Xwedê Karîndarê her tiþtî ye. Ew li ser xwe weha dibêje: "Va ye, ez XUDAN Xwedayê hemû mirovan im. Ma ji bo min tiþtekî ku nekare çêbe heye?" (Yêremya 32:27). Mana vê ne ew e ku Xwedê dikare derewan bike, xwe biguhere, xeletiyan bike, an jî xwe înkar bike; lê tiþtên ku li gor karakterê (xasetiya) wî ne, kîjanê bixwaze, dikare bike.
Xwedê di Quranê de
Xweda di Quranê de Nod û Neh navên xwe gotiye. Her navekî Wî salix li ser gewþîneka Wî dide.
Mînak: Ellah, Xwedayê tek û bê þêrîk, Hay, Yê ku Jiyanê dide, Xaliq, Yê diafirrîne, Alim, Yê ku her tiþtî dizane.
Ev peyv bingeha xwe ji peywa xwedanî, xwedi tistek bun distine. (wek malik, sahip meriv dikare zelal bike.
|