Dersên PHP'ê III
Ji bo kesên ku CC++, Pascal, heta Visucal Basic dizanin, hînbûna PHP’ê bi tenê danekî rojê digire. Lê kesên ku van zimanan nizanin, belkî çend danên rojê ji bo wê veqetînin. PHP, zimanekî Scriptê ye; wate, kod ên wê wekî dosiyên nivîsê tên tomarkirin û li cihê ku dê were bikaranîn, ji aliyê þirovekarê ve tê þîrovekirin.
Ev tê wateya çi? Ev tê wateya ku ji bo tu bernameya te bi PHP’ê nivîsiye berhev bikî, yanî wekî EXE bikî dosiyeke ku dikare bê xebitandin, pêwistiya te bi derxistina dosiyeke din tune. Lê ji bo tu bikaribî Scriptên xwe yên PHP bixebitînî, pêwistiya te dê bi bernameyeke ku zimanê PHP’ê bizane çêbibe. Ev bername dikare bi serê xwe (di paceya fermanxwaz de an jî di termînala dîmenderê de) jî bixebite. Lê bi tevahî em bêjin ku divê ji aliyê Pêþkêþkerê Webê ve bikaribe bête xebitandin. Bi gotineke din, divê mirov bike ku Pêþkêþkerê Webê were radeya ku ji PHP’ê fêm bike.
Þîrovekarê PHP’ê, îro li ser teknolojiya Scripta ku jê re ‘kakilê-Zend’ tê gotin, ji aliyê Zeev Suraski û Andi Gutmans ve, ji serî ve, bi tevahî ji nû ve hatiye nivîsîn. Zend, teknolojiyeke wisa ye, ku wekî Windows Script Host û mesela Visual Basic for Applications (VBA), îmkanê dide Pergala Xebatê ku bernameyên pê hatine nivîsîn bikaribe bixebitîne.
Îro navê fermî yê vî zimanî wekî ‘PHP: Hypertext Preprocessor’ (Pêþ-pêkanînerê Hiper-nivîsê) hatiye guhertin. Û ji bo gelek Pêþkêþkerên Webê bikaribin zimanê PHP’ê fam bikin, þîrovekarên pêwist ji nû ve hatin hilberandin. Di 20’ê rêbendana 2000’an de konferansa yekemîn a PHP’ê li Israîl pêk hat û ceribandina guhertoya 4’emîn hate pêþkêþkirin.
Êdî tu dikarî rûnî û bi PHP’ê bernameyeke xwedî her bikêrî binivîsî; wate PHP hatiye asta ku bi serê xwe herêmên sepanê bibîne. Bi gotineke din, bi PHP’ê êdî mirov dikare hem bernameyên lîstikan binivîse, hem jî rêveberiya danegirê binivîse. Hema hema mirov dikare pê her cure bernameyan binivîse.
Di vê pirtûka biçûk de, aliyê PHP’ê yê ku me têkildar dike, PHP zimanekî bernamenûsiyê ye ji bo mirov bikaribe hinek karan bi Pêþkêþkerê Webê bide kirin. Hema wekî CGIPERL an jî ASP, ColdFusion, Java (ne Javascript) ! Kod ên PHP’ê, dema me rûpelên HTMLê çêkir, di nav etîketên HTMLê de , di nav veqetandeka xwe ya taybet de tê nivîsîn.
html
?PHP
echo (“Merheba Koma PCKurd!”);
?>"
html
Te divê di komputera te ya þexsî de, te divê di înternetê de, dema Pêþkêþkereke Webê dibîne ku mêvanek (bernameya daxwazkar a înternetê, GerokBrowser) dosiyeke ji cureyên “.php”, “.php2”, “.php3” an jî “.php4” dixwaze, hema ji xwe re dibêje “Aha dîsa ji min re karek derket.” Lewre Pêþkêþkerê Webê dosiyeke ji cureyên “.htm” an jî “.html” bi hêsanî di dîska xwe ya bicihkirî de dibîne û bêzehmet ji daxwazkar e diþîne. Lê dema ku “.asp”, “.pl”, “.cfm” û her wiha “.php” tê xwestin, Pêþkêþkerê Webê vê rûpelê wekî ku heye ji daxwazkar re naþîne. Pêþî gazî þîrovekarê PHP’ê dike û pê dide zanîn ku divê ew vê dosiyê radestî daxwazkar bike. Þîrovekarê PHP’ê (ango di Windowsê de PHP.EXE, an jî di guhertoya çaran de PHP4isapi.dll, di Unix û mînakên wê de dosiya PHP ku dikare were xebitandin), vê dosiya ku radestî wî bûye, pêþî kod ên PHP’ê yên di navbera veqetandeka “” de ne, hildibijêre û pêwistiya wê çi be, wê dike. Ev kod ên ku di navbera van veqetandekan de ne, fermanên karên ku em dixwazin pêk werin e. Sedema ku em bi HTMLê nehatine ser û PHP’ê bi kar tînin jî, tiþta ku ev ferman dikin ji aliyê HTMLê ve nikare bête pêkanîn.
Di vir de tiþtên ku HTML nikare bike çi ne? Berî her tiþtî hinek karên ku divê di Pêþkêþkerê Webê de werin kirin hene. Di serî de em nikarin bi riya etîketên HTMLê dosiyeke danegira di Pêþkêþkerê Webê de vekin û daneyên tê de bixwînin. Em bi riya HTMLê nikarin dosiyên nivîsa xwerû ya di dosiyen dîskên bicihkirî yên Pêþkêþkera Webê de jî nikarin bixwînin.
|