Yalnýz Mesajý Göster

Eski 24-12-2007, 04:50 PM   #1 (permalink)
zilan_80
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: Azadi û Jiyan / Güneþin Ülkesi
Yaþ: 29
Mesaj: 3,256
Üye No: 168268
Cinsiyeti : Bayan
Rep Power: 44594
Rep Puaný : 4458977
Rep Derecesi
zilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond reputezilan_80 has a reputation beyond repute
Varsayýlan Serhado ile yapýlan kürtçe röportaj


Siyamed Sîpan: Belê di demên dawî de navê Serhado em gelekî dibihîzin, gelo hun dikarin xwe bidin nasîn? Serhado kiye?
Sarhado: Ez 22 salî me. Li Swêd ji dayik bûme, li bajarê Stokholm û li Stokholm mezin bûm. Dema ez 13 salî bûm min dest bi muzîka Hîp Hop kir û ev bû 2 heta 3 sal min wusa hêdî hêdî bi kurdî got. Ev 13 sale ez dibêjim bi zimanê swêdî, lê niha bi kurdî dibêjim. Albûma mina ku ev nîv sale ji aliyê Kom Muzîk ya li Stenbolê derketiye û niha zêde nema bi swêdî dibêjim, ji xwe dema min destpê kir, daxwaz û armanca min bû ku ez bi kurdî Hîp Hop ê çêbikim. Lê di destpêkê de ez bi xwe ne bawer bû ji ber ku ez tirsiyam ku dibe kurdiya min têrê neke. Nizanim wekî din çawa xwe bidim naskirin.





Siyamed Sîpan: Gelek cûre û stîl hene, gelo çima ji nava hemûyan Hîp Hop?
Dema ez zarok bûm, ji xwe wek min got ez li Swêd çêbûme û mezin bûme, dibe bandora muzîka swêdî an jî muzîkên biyanî jî li ser min bûbe, lê ez nikarim bersiva vê pirsê xweþik bidim, gelek kes ji min dipirse çima Hîp Hop. Dema ez 6 salî bûm hevalekî albûmek diyarî da min albûma koma Chrîs Cross û nizanim ji bo min wusa bi ingîlîzî dibêjin „cool“ yanî xweþ û kêfa min ji wan re hat. Çanda Hîp Hop bala min kiþand di wê demê de. Ez jî wusa nêzîkî wê çandê bûm. Ji gotinên wan, ji tevgerên wan hez kirim. Ez bûm guhdarvanê wê çandê bûm û piþtre min bi xwe destpê kir.
Siyamed Sîpan: Gelo hûn dikarin di derheqê stîla Hîp Hop û dîroka wêde hinek agahî bi xwendevanê mere parve bikin. Hîp Hop çi tîne ziman, çi wata xwe heye?

Serhado: Dibêjin Hîp Hop dengê bindesta ye. Yanî muzîka Hîp Hop muzîka serhildanê ye. Hîp Hop li Emerîka yê di destpêka salên 80 de, di dawiya salên 70 de derket. Di bingeha xwede dibêjin muzîka reþika bû. Wek hemû kes dizane reþik li emerîka gelekî bindestin û hîna jî gelek mafên wan tuneye û bindestin. Hîp Hop çawa bêjim, muzîkek bi hêviye. Di nava Hîp Hop ê de hêvî heye, yanî di hemû stranan de. Mîna muzîka meyî kurdî çi tê serê me em govend digrin, Hîp Hop jî hinekî wusaye, yanî dixwaze gelê xwe rake ser piya û hêviyekê bixe dîlên wan, agirekî bixe dilê wan de. Lê belê Hîp Hop ne tenê muzîka proteste jî, di hemû stranan de dixwaze tiþtekî bide guhdarvan. Lê aliyê muzîka protestî têde zêdeye. Ji bo wêjî mirov dikare bêje ku muzîka gel e. Muzîka gelê bindeste. Ji ber ku ji kolanan destpê kir li hemberî sîstemê disekine.
Ji bo me kurda Hîp Hop pêwîste. Wekî din jî gelekî nêzîkî muzîka dengbêjiyê, çanda kemançê ye jî. Tu fikrê xwe û hestên xwe tîne ziman.
Siyamed Sîpan: Hun dikarin bahs bikin bê kîjan hûnermend anjî hozanên kurd bandor li ser we kiriye û hun ji kîjan hunermenda hez dikin?
Serhado: Bi rastî ji gelek hunermenda hez dikim. Ji zaroktiya xwe heta roja îro gelekî li muzîka kurdî guhdarî kirime û gelekî jê hezdikim û herwiha li Hîp Hop ê jî guhdar dikim. Hunermendê ku bala min dikþîne hunermendê ku ji dilê xwe stranan dibêjin. Ji bo min diyare, bê bi rastî ji dil dibê ya na. Dema ez bivînim ji dil dibêje, ev gotinên stranê ji dilê wî tê. Dixwaze bi strana xwe fikrên xwe û tiþtekî bîne ziman ango tiþtekî ji gel re bêje. Dema ku wusa bi rûh û can bêje, ji dil bêje diyare û ku wulo be ji bo min ferq nake kîjan stîl yajî bi kîjan awayî dibêje. Ji bo min ku ji dil bêje ew bes e, ezê lê guhdarî bikim. Lê dikarim navekî bêjim ku di nava muzîka kurdî de herî zêde jê hezdikim û lê guhdarî dikim Hozan þehîd Serhad e. Ez gelekî ji hozan Serhad hezdikim, ji ber ku ji dil can stranan dibêje. Dûvre hemû kes nabe Hozan, lê belê ew Hozan e, wek hozan wî hinekî din jî hene ku kêfa min ji wan re tên. Dibêjin ku muzîk û kesayetî ne girêdayî hevin, lê hinek hene ku kêfa min ji dengê wan re tên lê dema ez dibînim ku bê prensîp û karaktere ez lê guhdarî nakim



Siyamed Sîpan: Em werin ser albûma we ya yekemîn. Gelo hun dikarin hinekî bahsa naveroka albûma xwe bikin?
Serhado: Beriya salekê min dest bi amadekariyên albûma xwe kir. Ev çend sal bû ku ez li derhênerekî digeriyam. Ji bo min gelekî girîng bû ku derhenerekî ku hinekî ji stîla min fahm bike û herwiha baþ ji muzîka kurda fahm bike.
Kar û xebatên amadekariya albûmê pir xweþ derbas bû. Di albûmê de 12 stran heye. Di zagonên û qanûnên Hîp Hop ê de mejbûr stranbêj stranên xwe bi xwe binivîsîne, ji ber ku dibê ji dilê te were, ji hestên te were, ji fikrên te were. Di Hîp Hop ê de gelekî li ser deng nasekine, zêdetir li ser naveroka stranê tê sekinandin, ango tu dixwaze bi strana xwe çi bîne ziman û çi bêje. Ji ber wê hemû stranên di albûmê yên min e. Ez gelekî hez ji strana „Lo Dilo“ dikim û min xwest bi mamoste Beytocan re bêjim, min jê pirsî, ew jî pir kêfxweþ bû û lewra me ew stran bi hevre çêkir. Wekî din di albûmê de hemû gotin yên min e.


Siyamed Sîpan: Dema albûm ya yekemîn be tirsa firotinê çêdibe. Wekî din hûn dikarin bahsa pirsgrêkên girêdayi derxistina albûmê re bikin?
Serhado: Ez qet jê netirsiyam ku nêbe firotin, ji ber ku min dît di piyasê de ev tiþt pêwîste. Ciwanên me li Hîp Hop a elmanî guhdarî dikin, ya swêdî guhdarî dikin ya îngîlîzî guhdarî dikin. Min zanîbû ku çawa derkeve û kîjî derxîne wê ciwanê me jê hez bike û lê guhdarî bike. Ji ber wê tiþtê ku ez li ser sekînim ew bû, ku albûm gelekî baþ bive. Min xwest stîla Hîp Hop di nava kurdan de belav bive. Min ev albûm hinekî fireh û nerm çêkir. Ji ber ku dema fireh û nerm be hemû kes dikare guhdarî bike. Mirov dikare Hîp Hop emerîkî ji kurdan re bêje, lê cîhê xwe nagre ji ber ku kurdê me jê fahm nakin, jiyana wan cûda ye ya me cûda ye. Di nava Hîp Hop ê de belkî hezar stîl hebe, lê standarda wê jî heye Hîp Hop a kurdî bû tarzek nûh li gora min. Ji ber ku zêdetir girêdayî gel e, girêdayî rêxistina azadiya gel e. Bi vê armancê ez dibêjim ev ji bo me pêwîst bû. Ji bo wê jî heta ku kalên me jî hez muzîka min dike, ji ber ku naveroka wê bi wateye, dixwaze tiþtekî bîne ziman, peyamek di naveroka wê deye.
Zêde pirsgrêk û astengî dernketin û min zanîbû ku ewê cîhê xwe bigre. Albûma min pêþî li welat derket. Bi albûma pêþîn min xwest ku ez werim naskirin û di nava muzîkê de cîhê xwe bigrim. Ez bawerim ku cîhê ku armanc dikir jî girtiye.



Siyamed Sîpan: Di dawiyê de hûn dikarin bêjin ku hûn gihîþtin armanca xwe?
Serhado: Ez gihîþtim armanca xwe. Ji ber ku bi vê albûmê min xwest deriyekî nûh di muzîka kurdî de vekim. Min xwest ku Hîp Hop kurdî were rûniþtandin û di piyasê de cîhê xwe bigre. Ji bo min ez gihîþtim armanca xwe. Lê dîsa jî nikarim bêjim ku albûm sedî sed li gora dilê min bû. Ji niha û pêde ezê hîna xweþtir bikim, yanî ez dixwazim hîn bêtir çanda kurdî, muzîka kurdî têxim nava stîla xwe. Ev armanca mine ji bo albûma dûyemîn.
Siyamed Sîpan: Gelek mirovên meyî kal û pîr gazinan dikin ku di nava van stîlên nûh de çanda bav û kalan ango çanda dengbêjiyê tê wendakirin. Hun li ser vê çi dibêjin?
Serhado: Raste, ez jî tevli wan dibim ji ber ku gelek hunermendê kurd çav piyasa tirkiyê dikin û dest bi arabest dikin.
Gelek kes ji min dipirsin dibêjin çima Hîp Hop ewqas pêþde ketiye. Ez zanim ku ev ne ji nava çanda kurd derketiye, lê tu bivê nebê ciwanên me li Hîp Hop ê guhdarî dikin. Ji dêvla ku ewê li yên elmana yajî yê ingîlîza guhdarî bikin bira li ya kurdî guhdarî bike. Dibê di nava çanda kurd de hemû reng hebin. Dibê em bi hemû rengî hebin. Mirov nikare bêje dibê hemû kes li stranên dengbêjiyê guhdarî bikin. Ku mirov têxe mejbûriyetê ewê ciwan biçin li muzîka biyanî guhdarî bikin. Ji ber wê dibê hemû reng hebin. Koma Rewþen Rock çêdikin wek mînak. Dibê hemû stîl û hemû reng hebe li gora fikra min.


Siyamed Sîpan: Ji ber ku hun bi xwe ciwane û li ewrûpa dijîn. Hun dikarin hinekî bahsa xetereyên li pêþiya ciwanên kurdî ku li ewrûpa dijî bikin?
Serhado: Em li ewrûpa gelek zahmetiyan dikþînin, gelek xetere li hemberî ciwana heye. Barê wan gelekî girane. Ji ber ku li malê em bi çanda kurdî dijîn. Dema ciwan diçe dibistan, zanîngeh yajî kar li wî cîha jî neçar dimîne ku bi çanda ewrûpiyan bijî.
Dema ez diçim welat ji min re dibêjin, tu ewrûpayiye, tu swêdiye, tu çanda me nizane. Dibêjin tu kurde, tu çanda ewrûpiyan nizane. Tevliheviyek wusa derdikeve holê yanî. Ya li vî rexî pir radîkal dibe ya li rexê din pir radîkal dibe.
Ev jî ji bo ciwane pirsgrêkek mezin e. Teww dema tu ciwanekî kurd be xetereyên li pêþiya te hîn mezintir dibe û hîn zêdetir dibe.
Lê ji bo ciwanê kurdî li ewrûpa dijî ev gelekî girînge ku ji çanda xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe û ji rêxistina azadiya welatê xwe dûr nekevin. Ku ev ciwan xwe dûr bixin, wê demê kurd û kurdistan namîne. Ev armanc û daxwaza dijmine. Ew dixwazin ciwanên kurd vala derxîne ji ber ku ji ciwanên kurd ditirsin. Wek mînakek ku dijmin xistiye nav ciwanên me, zimanê kurdî bûye mîna kompeleksek. Hemû ciwanên me bi zimanên biyanî yajî tirkî diaxive, ji ber hesanî xûya dike. Zimanê ku diaxivin mîna zimanê sosyetîk dibîne û kurdî jî mîna zimanê gundiya dibînin. Lê dibê em gelê kurd û bi taybetî ciwanên kurd ji vî mejiyê ku dijmin xistiye nav me dûr bikeve.
Li ewrûpa hemû þert û merc hene ku ciwan ji bo welatê xwe xizmetê bikin û dibê hemû ciwan hewl bidin ku ji bo welatê xwe tiþtekî bike û bive alîkar. Wek mînak ku ciwanekî filîm çêkir bira li ser welatê xwe çêbike, ku pirtûkekê derdixîne dibê bi zimanê xwe derxîne yajî li ser kurda tiþtekî çêbike. Her kes dikare tiþtekî bike.
Em carna zêdeyî sed hezar kes li Strasbourg yajî li bajarekî din kom dibin, ez nabêjim ku vala ye ji ber ku em wusa hebûna xwe nîþanî cîhanê didin, lê miroveka mîna Feleknas Uca dikare zêdetir bi bandor be.
Wekî din di nava AKP û gelek partiyên tirkî din de kurd hene, lê nabêjin ku em kurdin, naxwazin pirsgrêkê çareser bikin. Kî dimîne, tenê gel. Gelê ku tiþtek ji destê wan nayê.
Bi kurtasî dixwazim bêjim ku dibê ciwanê me pêþde bikevin, di her awayî de xwe pêþde bixin û dibê li kurdîtiya xwe xwedî derkeve. Dibê ciwan armanca me ji bîr neke. Tenê wusa em dikarin bi ser bikevin.
Siyamed Sîpan: Li gora ku em zanin ji bo pêþerojê amadekariyên we ji bo albûmek nûh heye, hûn dikarin hinekî bahsa vê projeya xwe ya nûh bikin?

Serhado: Rastî bêjim, min hîna dest bi amadekariyan nekiriye. Di mejiyê min de projeyek heye. Lê ez nizanim ewê çawa be. Albûma 2 ewê were lê hîna min dest bi xebatên wê nekiriye. Di albûma nûh de ez dixwazim stranekê bi kemançê re bêjim. Min dixwest di albûma yekemîn de tiþtekû wusa pêk bîne lê derfet çênebûn. Di albûma xwe ya nûh de ez dixwazim hîna zêdetir çanda kurdî, muzîka kurdî hebe û dîsa jî dixwazim vê tarza xwe berdewam bikim. Lê di dawiyê de ewê stranên min, min derxîne holê, ewê hestên min û hestên civakê derxîne holê. Dema ez xwe di muzîka xwede bivînim, wê guhdarvan jî xwe têde bivîne.
Ezê ji sedî sed vê stîla xwe ya niha berdewam bikim. Ji ber ku ez jî dixwazim pêþde bikevim, ewê stîla min jî her roja biçe baþtir bive.Ji bilî albûmê ez dixwazim gelek konseran bi komeke zindî re jî bidim. Di albûma nûh de bi kurtasî ewê zêde kurdî û zêde hîp hop be.
Siyamed Sîpan: Li gora we kesê ku strana dibêje, kînga dibe stranbêj, hunermend yajî hozan?

Serhado: Hozan ji bo min ewe ku yekemîn bingeha muzîka fahm kiribe û neveroka stranên wî dixwaze peyamekê bide guhdarvana û bi vê peyamê bandorekê li ser guhdarvana bike. Bê gûman dibê bi ruh û canê xwe stranan bêje. Dibê hunermend jî tiþtekî bide gel. Gelek kes dikare bive hunermend lê kêm kes dikare bive hozan. Ji ber ku hozantî ne tiþtekî hesaniye. Dibê hemû hunermend ji nava civakê derkeve, dakû karibe bive neynik ji pirsgrêkên civakê re, dema civak lê guhdarî bike, dibê xwe têde bivîne. Hunermend hêza xwe ji civakê digre. Hunermend dibê herdem di nava gel de be, di nava jiyana civakê de be. Lê belê Hozan bi kurahiya. Hozan tiþtê ku herkes nikare bêje û bivîne dibê bikaribe derxîne. Hunermend diçe tiþtê heyî derdixe û dike stran,


Bu mesaj en son " 24-12-2007 " tarihinde saat 04:54 PM itibariyle zilan_80 tarafýndan düzenlenmiþtir....
zilan_80 is offline