17-12-2007, 01:31 PM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: Jun 2006 |
Konum: 'Suskunluğun kırılma noktası' |
|
Mesaj: 7,456
|
|
Üye No: 11445
|
|
Cinsiyeti : Bayan
|
Rep Power: 28751
| Rep Puanı : 2874180
| |
|
| |
|
Qey Tu Kor Î Lo?
Nava Norşîna mala seyda da, nava bajêr ser papûrê (cedê) mirovek sekiniye tutûne dipêçe. Gerîdeyek (erebe) ji Tetwan tê û diçe mûşê, dibîne ku zilamekî li ser papûrê sekiniye û ajoker lingê xwe davêje firênê û disekine, camê dadixe, dibêje; kuro tu çima xwe nadî alî, tu ber canê xwe têr bûyî, qey tu wê gerîdeya mezin nabînî, tu kor î lo, çavê te nabîne? Ew mirov cixara xwe datîne ser lêva xwe, êgir pê dixe û dibêje; ma ajokero, ez kor im gerîdeyê nabînim, qey tu jî min nabînî ku ez tutûnê dipêçim, ma qey tu nizanî heta ez cixara xwe nebedrim, du mijan nekêşim ez xwe nadime alî. Ajoker pişta stoyê xwe dixurîne, pasî dikeve ser riya xwe û dice
|
|
|