Giriþ Tarihi: Jan 2006 |
Konum: shivanistanýn baþkenti |
|
Mesaj: 7,782
|
|
Üye No: 23
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 192000
| Rep Puaný : 10377502
| |
|
| |
|
Sultan Sellaheddînê Eyyubî
Sultan Sellaheddînê Eyyubî
Zanayê me Îbn el-Esîr piþtî vê yekê behsa dilmana nihênî ya ku di navbera Nûreddîn û Selaheddîn de peyda bûbû, dike û weha didomîne: “Di sala 567/1171yan de jî bûyereke ku bû sedemê xeyda Nûreddîn ji Selaheddîn, qewimî.
Bûyer jî ew bû ku Nûreddîn xeber þandibû cem Selaheddîn û jê xwestibû ku leþkerê Misrê hemî bide hev û here welatê Frengan, dakeve ser keleya Kerekê û dora wê bigire ta ku ew jî leþker bide hev û here li wê derê li ser Frengan bibin yek û dest deynin ser welatê wan.
Selaheddîn di 20 muherremê/24ê îlonê de ji Qahîreyê derket û ji Nûreddîn re jî þand ku ew dê dereng nemîne û here. Nûreddîn bi xwe jî leþkerê xwe dabû hev, xwe amade kiribû û li benda nûçeya bi rêketina Selaheddîn bû ku ew jî têkeve rê. Wextê xeber gihîþtê ew jî ji Þamê derket û berê xwe da Kerekê; ew gihîþte wê derê û li hêvîya hatina Selaheddîn ma lê ji dêlva wî ve nameya Selaheddîn ya lêborînê ku tê de dîyar dikir ew ji ber tevlîhevî û gihîþtina nûçeya serîhildana hinek Þî‘îyan li welatê Misrê tirsîyaye û çendî ku jê dûr bûbû jî lê dîsa ji bêgavî bi paþ ve zivirîye û ji ber vê yekê nikaribûye dev ji Misrê berde û bi ser ve here, gihîþtê lê Nûreddîn guh neda doza wî ya lêborînê.
Ya rastî sedemê neçûna wî jî ew bû ku heval û hogirên wî yên bijare ew ji civîna bi Nûreddîn re tirsandibûn û loma neçûbû. Vêca wextê bi ya Nûreddîn nekir hingê pirr li zora wî hat, gelekî giringî dayê û xwest ku here têkeve Misrê û Selaheddîn jê derxe. Ev nûçe gihîþte guhê Selaheddîn, ew rabû wî mirovên xwe ku bavê wî Necmeddîn Eyyûb, xalê wî Þehabeddîn el-Harimî û hinek serdarên din jî di nav wan de bûn, da hev. Wî ew ji gefên Nûreddîn yên hatina Misrê û sitandina wê ji wan agahdar kir û bi wan þêwirî. Kesî ji wan tu bersivek nedayê ta ku birazîyê Selaheddîn Teqyeddîn ‘Umer ku behsa wî di jînenîgarîyeke serbixwe de bihurî, rabû û got: ‘Gava ew were em dê þerê wî bikin û nahêlin têkeve welêt’ û mirovên wî yên din jî piþta wî girtin.
Necmeddîn Eyyûb ku mirovekî serwext î tevdîrkar û hiþmend bû, rabû bi wan re xeyidî, xeber ji wan re gotin, bûyerê mezin dît û ji kirina wan re nana kir. Ew bi Teqyeddîn re xeyidî, wî da rûniþtandin û berê xwe da Selaheddîn û jê re got: ‘Ez bavê te me û ev Þehabeddîn jî xalê te ye, ma tu texmîn dikî ku di nav van hemîyan de yekî ku ji me zahftir ji te hiz bike û xêra te bixwaze heye?”
Wî got: “Na”.
Wî domand: “Wellahî ger ez û ev xalê te Þehabeddîn em Nûreddîn bibînin em xwe li ser cihê xwe ranagirin, em dê ji ber ve peya bin û erda ber lingên wî ramîsin û ger ku li me ferman bike jî em ê þûr bavêjin serê te. Îcar ger em weha bin dê yên din çawa bin? Ji xwe çi leþker û serdarên ku tu wan li vê derê dibînî gava bi tenê çav bi Nûreddîn bikevin nikarin xwe li ser zîn û cihê xwe ragirin, dê ew dakevin xwar û erda ber lingên wî maçî bikin.
Ji xwe ev welat yê wî ye û wî tu danîyî ser, çi gava ku bivê jî dê te jê bavîje. Ma çi pêwîstî heye ta ku ew bê vê derê? Ji xwe ew bi xizmetkarê xwe re bi nameyekê ferman li te dike ku tu herî ber xizmeta wî û hingê ew jî kê bixwaze dê deyne ser welatê xwe.’
Wî ji civatê hemî re got: ‘Fermo rabin, em kole û benîyên Nûreddîn in û tiþtê ku bivê dê bi me bike!’ Li ser vê ew ji hev belav bûn û pirrên wan jî ev nûçe weha ji Nûreddîn re nivîsîn.
Gava Eyyûb bi kurê xwe Selaheddîn re bi tenê ma jê re got: ‘Tu nezan û bêpîr î; çawa tu van hemîyan li hev dicivînî û wa bi ya dilê xwe dihisînî? Ma ne gava Nûreddîn bibihîze ku tu dixwazî nehêlî ew têkeve welêt dê te bike girîngtirîn karê xwe û dê pêþî berê xwe bide te. Vêca gava were te jî tu yek ji van leþkerên han li cem xwe nabînî û ew dê te bidin destê wî jî. Bes niha piþtî vê civînê dê ew jê re gotina min binivîsînin û ger tu jî jê re eynî tiþtî binivîsî û bibêjî: ‘Ma çi pêwîstî heye ku tu werî heya vê derê? Bira hima xizmetkarek were qetikekî têxe stuyê min û min bîne cem te’. Vêca gava ew vê yekê jî bibihîze dê dev ji te berde û tiþtê ku jê re girîngtir be dê bike.
Ji xwe wext diherike û Xwedayê teala jî herdem di nav tevgerekê de ye. Bi Xwedê ger Nûreddîn yek qamîþekî þekirê me jî bixwesta dê min þerê wî bikira û nedihiþt ta ku ez bihatima kuþtin’.
Selaheddîn rabû bi ya bavê xwe kir û Nûreddîn jî gava rewþê weha dît dev ji çûna ser berda û her tiþt jî weke gotina Necmeddîn derket; Nûreddîn heya mirina xwe jî neçûyê. Ji xwe ev baþtirîn dîtin û qenctirîn raman bû.” Gotinên Îbn el-Esîr li vê derê qedîyan.
Zanayê me Îbn Þeddad di ”Sîretê” de gotîye: ”Heya sala 568/1172yan Selaheddîn her bi belavkirina dad û camêrîyê û zêdekirina çêyîyê li xelkê domand. Piþtî hingê jî bi leþker ve derket û berê xwe da ser Kerek û Þewbekê. Sedemê destpêkirina bi wan hem nêzîkîya wan bû û hem jî ji ber ku ew li ser rê bûn û nedihiþtin kes derbas be here welatê Misrê. Her weha gava kerwanek jî biçûna divê ew bi xwe pê re biçûna wan ji wê derbas bikirina, ji ber vê yekê ew çû ser wan ku rê fireh bike û derbasbûna lê hêsa bike. Ew rabû di vê salê (568/1172) de dora wê girt, di navbera wî û Frengan de hinek bûyer derketin lê ew bi ser neket û zivirî. Li vegerê nûçeya mirina bavê wî jê re hat lê ew negihîþte ser”.
Ji xwe min tarîxa mirina bavê wî di jînenîgarîya wî de nivîsîye.
Wî domandîye: ”Di sala 569/1173an de hêza leþkerê xwe û zahfbûna wan dît û hingê jî nûçeya destdanîna yekî bi navê Ebd el-Nebî îbn Mehdî ser Yemenê û keleyên wê gihîþtibûyê. Ew rabû wî birayê xwe Tûranþah [Torinþah] þande ser, ew çû wî ew kuþt û welêt jê sitand” ku min ew bi dirêjahî di jînenîgarîya wî de nivîsîye. Piþtre Nûreddîn Mehmûd di sala 569/1174an de mir çawa ku min ev yek di jînenîgarîya wî de þirove kirîye û pêwîst nake ez dubare bikim.
Selaheddîn bihîst ku yekî bi navê Kenz li Eswanê gelek kes ji Sûdanîyan daye hev û dixwaze dewleta Misrê li wan vegerîne û gelê Misrê jî li benda vegera wan in ku ew jî rabin bigihîjin Kenzê navdayî. Selaheddîn sîpaheke pirr di bin pêþengîya birayê xwe melîk Adil de þande ser wan, ew çûn rastî wan hatin û ew þikandin ku ev bûyer di 7ê sefera sala 570/8ê îlona 1174-75an de qewimî û piþtî vê hîmên desthilatdarîya wî bi cih bûn.
Nûreddîn mihrîvanîya Xwedê lê be kurê xwe melîk Salih Îsmaîl ku di jînenîgarîya wî de derbas bû li cihê xwe hiþt. Wextê mirina bavê xwe ew li Þamê bû û li kela Helebê jî Þemseddîn Elî îbn Dayye û Þazbext (Þadbext) diman. Ji ber ku Îbn Dayye behsa xwe û hinek karan kiribû Melîk Salih jî rabû ji Þamê berê xwe da Helebê. Ew di muherrema 570/tebaxa 1174an de gihîþte piþta Helebê û Sabîq el-Dîn jî pê re. Li wê derê Bedreddîn Hesen îbn Dayye derket çû Sabîq el-Dîn girt û gava Melîk Salih jî derkete kelê rabû dest danî ser Þemseddîn û birayê wî Hesenê qalkirî û her sîyan pêkve avête zindanê. Her di wê rojê de Ebû-l-Fedl îbn Xeþþab jî di bûyereke ku li Helebê qewimî de hat kuþtin. Hinekan jî gotîye ku ew berî girtina zarûyên Dayye bi rojekê hatine kuþtin ku loma jî wan tedbîra vê yekê digirt.
Piþtî mirina Nûreddîn, Selaheddîn zanîya ku kurê wî Salih zarok e nikare xwe bide ber kar û ebaya melîkîyê ranagire, hingê rewþa Þamê jî tevîhev bûbû û Þemseddîn îbn Muqeddim jî ev yek ji Selaheddîn re nivîsîbû. Ew rabû wî li Misrê leþkerekî pirr amade kir, yekî ku wê biparêze jî lê hiþt û bi mebesta ku ew dê bi kar û barê melîk Salih ve rabe, berê xwe da Þamê. Ew di roja sêþemê ya dawîya Rebî‘elaxera 570/30yê çirîya 1174an de bi teslîmgirtin kete Þamê û keleya wê sitand.
Ew pêþî çû mala bavê xwe (ew xanîyê ku bi Þerîf el-‘Eqîqî naskirî ye û niha li himberî medreseya Adilî ya navdarê bi ‘Eqîqî dimîne). Xelk lê cîvîyan, pê þa bûn û wê rojê wî malekî pirr li xelkê belav kir, kêfa xwe ji gelê Þamê re anî û kiþîya kelê. Piþtre ew ber bi Helebê ve çû, di rîya xwe de dakete ’Humusê û di cemadelûlaya/çileyê salê (570/1174) de bajêr vegirt (lê bi keleya wê ve mijûl nebû, berê xwe da Helebê û di roja îna dawîya cemadelûlaya/çileyê salê (570/1174) de dakete ser ku ev bûyera pêþî bû.
Piþtre gava xwedîyê Mûsilê Seyfeddîn Xazî îbn Qutbeddîn Mewdûd îbn Îmadeddîn Zengî bi bûyrên qewimî hisîya zanîya ku camêrî [Selaheddîn] hêza xwe xurt kirîye, rewþa xwe baþ li hev anîye û tirsîya ku ger haya wî jê nemîne dê dest deyne ser welêt, pîyên wî erd bigirin û dê fermandarîyê têxe dest xwe. Li ser vê yekê ew rabû wî leþkerekî zahf bi sîpaheke mezin re amade kir û birayê xwe Mesûd îbn Qutbeddîn Mewdûd kire fermandarê wê û ew þandin pêþîyê da ku nehêlin têkeve welatî.
Gava ev nûçe gihîþte Selaheddîn ew ji ser Helebê rabû û di destpêka receba/çileyê salê (570/ 1175) de berê xwe da ’Hemayê. Ji wê derê vegerîya ’Humusê û kela wê jî vegirt. Hingê Îzeddîn Mesûd jî gihîþte Helebê, wî leþkerê xwedîyê Helebê yê hingê kurapê xwe melîk Salih îbn Nûreddîn jî bi xwe re girt û bi hêzeke mezin ve derkt. Dema Selaheddîn bi hatina wan hisîya ew jî ber bi wan ve çû heya ku gihîþte goþên ’Hemayê û li wê derê xeber ji wan re þand û wan jî jê re.
Ew ji bo lihevhatinê xebitî lê wan aþtî nexwest û texmîn dikirin ku dê bi þer bigihîjin armanca xwe, bes rewþê ew ber bi tiþtine ku pê nizanibûn ve dikiþand. Ew ketin nav hev bes Xwedê kir ku ew ji ber þikîyan û tibabek ji wan jî dîl bûn lê wî qencî bi wan re kir. Ev bûyer di 19ê remezana vê salê (570/13ê nîsana 1175an) de li goþên ‘Hemayê qewimî û hima piþtî têkçûna wan dîsa ew çû û cara duduyan jî avête ser Helebê. Ew li ser ku Me‘err, Kefirtab û Barîn jê re bin pê re li hev hatin. Gava ev bûyer diqewimîn hingê Seyfeddîn Xazî jî dora birayê xwe yê xwedîyê Sincarê Îmadeddîn Zengî girtibû û ji ber ku dilê wî bi ser Selaheddîn ve bû dixwest wê derê jê bistîne. Hindik mabû ku wê bistîne jî lê gava nûçeya þikestina leþkerê wî gihîþtê hingê tirsîya ku ger birayê wî Îmadeddîn jî pê bihise dê þer biþidîne û hêza wî jî dê xurt bibe, ji ber vê jî ew rabû pê re li hev hat.
Ew hima pêrepêre çû Nisêbînê li ser daneheva leþker rawestîya û xwarîþ (erzaq) da wan, ji wê derê çû Bîrê, li Firatê derbas bû, li alîyê Þamê kon veda û xeber þande cem kurapê xwe yê xwedîyê Helebê Salih îbn Nûreddîn da ku heya bigihîjê hazirîya wî bê kirin. Dûvre ew çû Helebê û melik Salih jî hat pêrgê wî, ew demekê li Helebê ma, bi siwarî derket ser keleya wê di pey de daket û bi komeke pirr ve çû Til-Sultanê (ku xaneke navbera ’Hema û Helebê ye).
Selaheddîn jî þande Misrê pey leþkerê xwe, ew jê re hat gihîþtê û rabû çû heya ber goþên ’Hemayê. Ew serê sibeha 10ê þewala (5)71/23yê nîsana 1176an li wê derê li ber hev pan bûn û þerekî dijwar di nav wan de derket.
Çepê Selaheddîn ku Muzafereddîn îbn Zeyneddîn (ê xwedîyê Erbîlê) lê dima û dikete aliyê Seyfeddîn yê rastê, þikîya lê Selaheddîn bi xwe êrîþî wan kir, ew þikandin û gelek ji mîrek û serdarên wan jî dîl girtin, bes mineta xwe xiste ser wan û ew berdan. Seyfeddîn vegerîya Helebê, ji wê derê rahîþte gencîneyên xwe û çû li Firatê derbas bû û zivirî welatê xwe.
Bes Selaheddîn nehiþt ku kes bide pey wan û ew heya êvarê ketin nav çadirên ku mal û barên xwe yên giran tê de hiþtibûn û revîya bûn. Selaheddîn çadir belav kirin, xezîne bexiþandin û xargeha Seyfeddîn jî da birazîyê xwe Ezeddîn Feruxþah (ê kurê Þahînþah îbn Eyyûb ku birayê Teqyeddîn ‘Umerê xwedîyê ’Hemayê bû. Feruxþah bi xwe xwedîyê Baalbekê bû û bavê Melik Emced Behremþahê xwedîyê Baalbekê yê niha ye).
Ew ji wir çû Menbecê, ew vegirt, piþtre di zilqadeya (5)71/nîsana 1176an de çû dora keleya ‘Ezazê (Xezayê azayê) girt. Gava ew li ser wê bû komek Îsmaîlî ji nedî ve êrîþî ser Selaheddîn kirin lê Xwedayê pak ew ji wan parast û piþtre wî zora wan bir. Ew li ser ma heya ku di 14ê zilhecceya/25ê hezîrana wê salê [571/1176] de ew sitand û ji wir çû di 16ê meha gotî [16ê zîlhecceyê/27ê hezîranê) de dakete ser Helebê, demekê li ser ma lê dûv re ji ser rabû. Wan li wê derê keçeke Nûreddîn ya piçûk anîbû cem ku jê keleya ‘Ezazê bixwaze, wî jî ew dayê û piþtre ji ser rabû çû. Hingê birayê wî Þems el-Dewle Tûranþah [Torinþah?] jî gihîþtibû cem, wî ew li þamê li cihê xwe hiþt û di rebî‘elûlaya (5)72/îlona 1176an de zivirî Misrê ku rewþa wê sexî bike.
Di pey de wî xwe ji cengê re amade kir û di destpêka cemadelûlaya (5)73/teþrîna 1177an de bi leþker ve daket ber û berê qeraxê heya ku li Remelayê gihîþtin Frengan lê ew roj þikestin ji Musilmaman re bû (ew ji ber sedemekî ku þiroveya wî dirêj e, çêbû). Gava ew þikîyan nêzîkî wan deran keleyeke ku xwe lê ragirin jî tine bû, ew ber bi welatê Misrê ve çûn lê rîya xwe þaþ kirin, ji hev belav bûn û hinek ji wan ku þareza Îsayê Hekarî jî di nav wan de bû, dîl bûn. Ev têkçûneke mezin bû ku Xwedayê pak bi bûyera Hittînê ya navdar ewêzîya wê vegerand.
Heçî Melik Salihê xwedîyê Helebê bi xwe li hev þaþ bû û rabû destdanî ser Gumiþtekînê serkarê dewleta xwe û jê xwest ku ‘Harimê bidê lê wî nedayê, ew jî rabû wî kuþt. Gava Frenga bi kuþtina wî hisîyan dilê wan bijîya ’Harimê û di cemadelaxera/kanûna salê [573/1177] de avêtin ser.
Wextê xelkê kelê tirsîya ku ew têkeve destê Frengan hingê di 10ê dawî yê remezana/15ê dawî yê adara salê [573/1178) de ew spartin Melik Salih û Freng jî ji ser rabûn. Selaheddîn û hevalên xwe bi xwe heya ku ji diltengîya tîkçûna Remelayê bi ser xwe ve nehatin, li Misrê man lê piþtre gava nûçeya derketina tevlîhevîyan li Þamê gihîþtê hingê xwest ku vegere wê derê û giringî bide cengê. Tam hingê peyamnêrê Qilîçarslanê xwedîyê Rûmê jî hat cem, daxwaza lihevhatinê jê kir û zerardîtina xwe ya ji Ermenîyan dîyar kir. Wî xwest ku ji bo alîkarîya Qilîçarslan here ser welatê Lawin (ew welatê Sîsê ye ku ji hêla qeraxê ve dikeve navbera Heleb û Rûmê). Ew çûyê û leþkerê Helebê jî xwest, lewra wan li hev kiribû ku çi gava bixwaze dê jê re here, wî di ser rîya xwe de keleyek vegirt, ew wêran kir û piþtre jî kete welatê Lawin. Wan doza aþtîyê kir, ew jî bi wan re li hev hat û ji ser wan zivirî, piþtre Qilîçarslan ji bo rojhilatîyan hemî lihevhatinê pêþnîyar kir û wî jî erê kir. Qilîçarslan û fermanber hemî beþdarî lihevhatinê bûn, Selaheddîn di 10 cemadelûlaya sala 576/3yê çirîya 1180yî de bi wan re peyman çêkir û zivirî Þamê, ji wir jî çû Misrê.
Piþtre Melik Salih îbn Nûreddîn di tarîxa ku di jînenîgarîya bavê wî de hate gotin, mir. Ji xwe hê berê mîrekên Helebê bi leþkerê wê ve ji kurapê xwe Ezeddîn Mesûdê xwedîyê Mûsilê re dabû sondê.
(Çawa ku bihurî ew kurê Qutbeddîn Mewdûd bû û gava Seyfeddîn di tarîxa ku di jînenîgarîya wî de hat gotin mir, hingê ev birayê wî Ezeddîn Mesûd kete cihê wî.)
Gava nûçeya mirina melik Salih û hiþtina Helebê jê re Ezeddîn Mesûd hingê wî bi lez berê xwe dayê ku berî Selaheddîn here têkevê. Bes yê ku pêþî gihîþtê Muzafereddîn îbn Zeyneddîn bû, (ew xwedîyê Erbîlê bû lê ew çax Herran jî di destê wî de bû çiku ew jî bi fermanberan re bû û ew der welatê wan bûn). Muzafereddîn di 3yê þabana (5)77/13yê kanûna 1181ê de gihîþtê û di 20 wê (30 kanûnê) de jî Ezeddîn Mesûd hate wir û hilkiþîya keleyê, dest danî ser tiþtên tê de mayî û di 5ê þewala/11ê sibata salê [577/1182] de bi dîya Melik Salih re zewicî.”
Zanayê me Îbn Þeddad piþtî vê behsa hinek tiþtên ku di jînenîgarîya Ezeddîn Mesûd îbn Mewdûd de (hejmara jînenîgarîyê: 721) û ya Taceddîn Bûrîyê birayê Selaheddîn de (c. 1, hejmar 121) ku pêwîstî bi dubarekirina wan li vê derê tineye, kirîye. Kesê bivê bibîne bira li wan jînenîgarîyan binêre.
Lêbelê di dawîyê de Ezeddîn Mesûd Helebê bi Sencara birayê xwe Îmadeddîn Zengîyê xwedîyê Sencarê re guhart. Li ser vê yekê Ezeddîn ji Helebê derket, Îmadeddîn Zengî ketê û Selaheddîn jî çû dora wê girt lê Îmadeddîn nikaribû Helebê biparêze. Selaheddîn di 26ê muherrema 579/22yê gulana 1183yan de çûbû ser Helebê, lê îbn Þeddad gotîye: ”Ew di 16ê muherremê/12 gulanê de çûye ser”, bes Xwedê çêtir dizane. Îmadeddîn Zengî ji mîr Husameddîn Tuman îbn Xazî îbn Yelmî îbn Tencûlê ku li çîyayê Silûrê yê Helebê dima, bi dizî pirsî ka divê ew çawa bike. Wî rê nîþandayê ku ew ji dêlva Helebê ve welitinan jê bixwaze û Helebê bidê lê bi þertê ku malê kelê hemî jê re be, Îmadeddîn dîyar kir ku ev yek di dilê wî de jî sêwirîbû.
Piþtre Husameddîn Tuman bi dizî bi Selaheddîn re li ser biryara serdarîyê peyivî, Selaheddîn jî daxwazîya wî pejirand û Sencar, Xabûr, Nisêbîn û Sirûcê dayê û ji bo navbeynkarîyê jî Reqqayê da Tuman û di 17ê sefera13ê hezîrana salê (579/1183yan) de peyman çêkir. Ji xwe berê di 18ê remezana (5)78/17ê çileyê 1183yan de Selaheddîn çûbû Sencarê vegirtibû û ew dabû birazîyê xwe Teqîyeddîn ‘Umer. Vêca gava ev lihevhatin çêbû rabû wê da Îmadeddîn û Helebê jê sitand û di duþema 27ê sefera 579/22yê hezîrana 1183yan de hilkiþîya ser. Ew li wê derê ma heya ku karê wê li hev rast kir û di 22yê rebî‘elaxera/16yê tebaxa salê de ji wê derê çû û kurê xwe Melîk el-Zahir ku di jînenîgarîyeke taybetî de behsa wî derbas bû, danî ser. Ew hê zarok bû û ji ber vê jî wî Seyfeddîn Yazkucê [Yazgicê?] Esedî kir walîyê kelê ku serkarîya kar û barê kurê wî bike.
Dûvre di tarîxa gotî de Selaheddîn çû Þamê, Îbn þeddad gotîye ku: ”Ew di 3yê receba/ 23yê çirîya salê de ji bo dorpêçana Kerekê derketîye û þandîye pey birayê xwe Melîk Adil jî ku bê li Kerekê bigihîjê. Ew bi sîpaheke zahf ve çûyê û di 4ê þabana/23yê teþrîna salê de li Kerekê gihîþtîyê. Gava Freng bi nûçeyê hisîyane rabûne xelkekî pirr dane hev û çûne Kerekê pêþîya leþkerê Musilmanan. Hingê Selaheddîn ji [tevîlîhevîyên] Misrê tirsîyaye û rabûye birazîyê xwe Teqyeddîn ‘Umer þandîye wê derê. Di 16ê þabanê/5ê kanûnê de ew ji ser Kerekê rabûye û birayê xwe Melîk Adil jî bi xwe re birîye û di 24ê þabana/12yê kanûna salê de çûye Þamê û ew çax Helebê jî dayê [ daye Adil].
Ew di îna 22yê remezana/9ê çileyê wê salê (579/1183) de çûye wê derê û Melîk Zahir û Yazkuc jî jê derketine û di duþema 28ê þewala/13yê sibata wê salê (579/1183) de çûne Þamê. Melîk Zahir pê þêrîntirîn kurê wî bû çiku tê de xuyê qenc hebû û ger ne ji bo sedemekî bikêrhatî bûna wî Helebê jê nedisitand. Hatîye gotin jî ku Adil ji ber Helebê ve ji bo karê cengê 300 hezar dînarî dayê lê Xwedê çêtir dizane.
Piþtre Selaheddîn çêtir dît ku Melîk Adil bizivire Misrê û Melîk Zahir jî vegere Helebê. Hatîye gotin ku sedemê wê, peyva serdar Elemeddîn Silêman îbn Cender bûye ku hê berî desthilatdarîya wî [Selaheddîn] ya ser welatan di nav wan de hogirîyeke baþ hebûye. Ew serdarekî Helebê bû ku Adil qîmet nedidayê û yên din dixiste pêþîya wî. Rojekê wî ew þandibû cem Selaheddîn ku hingê ew ji nesaxîya xwe ya dema ser hesara Mûsilê ya ku ew zivirandibû Herranê û li wê derê ji mirinê filitî bû, hê nû baþ bûbû û vegerîyabû Þamê.
Ew li seyrangehê civîyabûn û gava wî li wê derê jê re qala wesîyeta xwe ya hiþtina ji her zaruyekî xwe re hinek navçe kiribû, hingê wî pirsî bû: ”Ma tu çawa dizanî ku dê wesîyeta te bê cih? Tu dibêjî qê tu yê herî nêçîrê û vegerî û ji ber vê jî dê ew ji gotina te dernekevin. Ma tu nabînî ku teyr jî ji te bêhtir li fêda çêlîkên xwe digerin?” Ew kenîya û got: ”Ew çawa ye?” Wî got: ”Dema balindeyek ji çêlîkên xwe re þîvekê tîne wan dibe jora darê da ku wan biparêze; lê te keleyan daye bira û biraxweyan û zarûyên xwe avêtîye erdê. Weke nimûne Heleb ku maka welatan e di destê birayê te de ye, ’Hema bi destê birazîyê te Teqyeddîn e, ’Humus di destê kurapê te Esededdîn de ye, kurê te Efdel li Misrê bi teqyeddîn re ye lê kengê bixwaze dê wî derxe û kurê te yê din jî bi birayê te re di çadirekê de ye û çi divê pê dike.”
Wî got: ”Belê te rast got” û vê yekê veþart, piþtre rabû Helebê ji birayê xwe sitand û da kurê xwe Melîk Zahir û ji dêl ve Herran, Riha û Meyafarqîn jî da Melîk Adil da ku wî ji Þamê dûr bike û Þamê ji zarûyên xwe re bihêle û weha jî çêbû”.
Ji xwe di jînenîgarîya Ezeddîn Mesûd îbn Qutbeddîn Mewdûdê xwedîyê Mûsilê de beþeke girêdayê bi çûna Selaheddîn ya ser Mûsilê û dorgirtina wê ya cara sisîyan ku tê de bi ser neketîye, heye. Þarezayê me Îbn el-Esîr di tarîxa xwe de [el-Kamil, c. 11, r. 516-17, sal 581] gotîye: ”Ew cara sisîyan di zivistanê de bi mebesta ku li ser Mûsilê bimîne heya ku wê û welatên pêve giradayî bistîne çû ser. Ew di þabana sala 581/teþrîna 1185an de çûyê û meha þaban û remezanê hemî li ser maye û di navbera wî û xwdîyê wê de navberîçêker çûn û hatin. Hê ew di wê rewþê de Selaheddîn nexweþ ket, vegerîya Herranê û li wê derê peyama [xwedîyê Mûsilê] ya ku daxwazîya wî pejirandîye jî, gihîþtê. Ew li ser ku xwedîyê Mûsilê Þehrezor û der û dorên wê, wîlayeta Qerebellayê û deverên piþta Zabê bide Selaheddîn û li ser mînberan [di xutbê de] navê wî bê xwendin û li ser sikkeyan jî navê wî bê kolan, li hev hatin. Gava wî sond xwar hingê Selaheddîn cihgirê xwe þand ku here wan deverên li ser biryardayî bisipêre xwe.
Nexweþîya Selaheddîn li Herranê dirêj bû û xedar bû ta ku xelk jê bêhêvî bû û êdî rabû ji zarûyên wî re ku hingê Melîk Ezîz Îmadeddîn ‘Usman jî li wê derê bû, sond xwar. Birayê wî Adil jî ji Helebê ku hingê ya wî bû hat û ew [Selaheddîn] rabû wî heryek ji zaroyên xwe hinek navçe dayê û Melîk Adil jî kire rasipêrê hemîyan. Piþtre ew baþ bû û di muherrema 582/nîsana 1186an de zivirî Þamê.
Gava ew li Herranê nesax bû hingê Nasîruddîn Muhemmedê kurapê wî jî ku ’Humus û Rehbe meraxeyên wî bûn, li cem bû. Ew ji cem rabû û ber bi ’Humusê ve çû, gava ew gihîþte Helebê hinek bûyer qewimîn ku ew jî kete nav koma wan û rabû bi wan re sozan da û mal da wan16 û di pey de wextê gihîþte ’Humusê peyam ji hinek xelkê Þamê re þand û ji wan xwest ku gava Selaheddîn wefat bike Þamê bidin wî û li ser vê yekê hinek soz jî bi wan re da, lê ew baþ bû. Bes hê demeke hindik neçûbû ku Nasîruddîn di roja cejna qurbanê ya vê salê de piþtî vexwarina þerabeke zahf mir. Lê hatîye qal kirin jî ku Selaheddîn yekî þandîye cem, ew çûye bûye demsazê wî heya ku keys lê anîye, jahrî dayê û serê sibê zû wenda bûye. Piþtre lê hatîye pirsîn û hatîya zanîn ku ew di wê þevê de rabûye ji wê derê çûye. Ev yeka han bes ji texmîneke xurt tê, lê Xwedê çêtir dizane.
Gava ew mirîye meraxeyê wî dane kurê wî Þêrkoh ku 12 salî bûye, wî gelek mal û pertal û tareþekî pirr li pey xwe hiþtibû. Selaheddîn çû Humusê di mîrata wî de amade bû dest danî ser pirrên wê û bi tenê tiþtên bêkêr jê re hiþt.” Piþtî van bûyeran hemî zanayê me weha domandîye: ”Min bihîst ku Þêrkoh piþtî mirina bavê xwe bi salekê gava çûye cem Selaheddîn wî jê pirsîye: ‘Tu gihîþtî ku dera Quranê?’ Wî jî weha bersiv daye: ‘Ewên ku malê sêwîyan (yetîman) bi zor dixwin ew agir dixin zikên xwe’ (sûretê Nîsa, ayet 10). Selaheddîn û civata xwe pêkve li zîrekîya wî heyrî mane û ji xwe Xwedê jî çêtir bi rastîya wê dizane.”17
Îbn Þeddad gotîye: ”Gava Selaheddîn piþtî baþbûna ji nexweþîya xwe çû Þamê hingê þande pey birayê xwe Melîk Adil, ew ji Helebê di þeva þemîya 24ê meha rebî‘elûlaya sala (5)82/15yê hezîrana 1186an de derket û çû Þamê ber xizmeta Sultan Selaheddîn û heya cemadelaxera/tebaxa salê di nav wan de li ser bûyer, lêvegerîn û bingehdanînê gotûbêj hat kirin û biryar hate dayîn ku Melîk Adil vegere Misrê û Heleb jî bighîje Melîk Zahir ku ew jî di 582/1186an de çû wê derê û kete keleya wê.” Min di jînenîgarîya Melîk Zahir de dîyar kirîye ku ew bi serwerî hatîye Helebê û her weha min li wê derê bi roja wefata wî re tarîx û navê rojê jî daye. Min ew weha dîtîye lê ez nizanim min ew ji ku derê guhaztîye.
Sultan kurê xwe Melîk Ezîz sparte Adil û wî kire perwerdikarê (atabegê) wî, Îbn Þeddad gotîye: ”Melîk Adil ji min re got: ‘Gava li ser vî bingehî hat biryar dan min Melîk Ezîz û Melîk Zahir civand, ez di nava wan de rûniþtim û min ji Melîk Ezîz re dîyar kir: ‘Ey serwerê min Sultan ferman kirîye ku ez di ber xizmeta te de werim Misrê û ez dizanim ku gelk serdar hene dê tiþtên ne rast li ser min bibêjin û te ji min bitirsînin; vêca ger ku tu bixwazî ji wan bawer bikî ji min re bibêje da ku ez nêm.’ Wî got: ‘Çawa tu guman dikî ku ez ê li wan guhdarî bikim yan jî ji wan pirs bikim.’ Piþtre ez li Melîk Zahir fitilîm û min jê re jî got: ‘Ez dizanim gava birayê te li ser min guh bide gotinên serdaran hingê ji te pêþtir kes ji min re namîne. Ji xwe li Menbecê gava ku dilê min jê teng bû, bawerîya min bi te hat’. Wî got: ‘Pîroz be’ û ji min re serkeftin xwest.’
Sultan Selaheddîn kurê xwe Melîk Zahir bi Xazîyete xatûna qîza birayê xwe Melîk Adil re zewicand û ew roja çarþema 26ê meha remezana/11ê kanûna wê salê çû cem.”
Piþtre bûyera Hittîna ku ji Musilmanan re pîroz bû qewimî; wî [Îbn Þeddad] ew di (Sîret Selaheddîn de) gotîye: ”Ew di roja þemîyê di 14ê rebî‘elaxera sala 583/24ê hezîrana 1187an de di nîvroya înê18 de çêbû. Bi pirranî ew di rojên înan de ji bo ku bi xwendina xutbê ya li ser mînberan û wergirtina duayên piþtî nimêja xutbê payedar bibin, derdiketin pêþberî neyêr. Ew (Selaheddîn) jî di wî wextî de bi koma leþkerê Îslamê yê ku civîyabû ser hev û hejmara wan ji hed û hisabê derketibû ve bi rêzbendîyeke çê û tekûzîyeke spehî bi rê ket. Ji xwe berê nûçe gihîþtibûyê ku neyêr bi komeke zahf ve li naverasta Sefûrîyeyê li erdê Ekayê gava nûçeya kombûna leþkerê Îslamê gihîþtibû wan, li hev civîya bûn. Ew çû daket ser gola Teberîyê (Tiberias), piþtre ji wê derê çû Teberîyê, navsera çîya û li wê derê li benda hatina Frengan ma, bi mebesta ku gava ew here ser cihê gotî [Teberîyê] dê ew herinê, bes tu libt ji wan çênebû û ji cihê xwe jî derneketin. Çûna wan ya cihê gotî [Teberîyê] roja çarþema 21ê meha rebîelaxerê/1ê tîrmehê bû, gava dît ku ew ji cihên xwe nalivin rabû bi lez çû ser Teberîyê bi xwe û Tulban19 jî li pêþberî dijmin bi halê xwe hiþt. Ew çû wî avêt ser Teberîyê û di yek saetê de ew vegirt. Xelkê ew talan kir û dest bi kuþtin, bi dîlgirtin û bi þewatê kir lê kele bi kesên tê de asêkirî ma.
Gava nûçeya tiþtê ku bi serê Teberîyê ve hat gihîþte dijmin ew qiliqilîn, ber pê ve çûn û ev nûçe gihîþte Sultan, ew rabû wî hinekî ku dora keleya wê bigirin li ser hiþt û çû gihîþte leþkerê xwe. Ew li navsera çîyayê alîyê rojava yê Teberîyê di pêncþema 22yê rebîelaxerê/3yê tîrmehê de rastî dijmin hat û þev kete nabera herdu leþkerê ku heyanî sibeya roja îna 23yê wê [rebîelaxerê/4yê tîrmehê] li ber hev rêzkirî bûn. Herdu sîpah siwar bûn û li ber hev pan bûn, þer germ bû û rewþ li wan dijwar bû, þer li ser erdê gundekî bi navê Lubîya qewimî.
Çendî ku pêsîrtengî bi neyar ketîye jî lê dîsa ew mîna ku li ber çavên xwe mirinê bibînin û herin ser, çûne þer, digel ku bi bela û felaketa pêþîya xwe zanibûn û di dilên xwe de hîs kiribûn ku dê sipêdeya wê rojê herin goristanê jî. Ceng jî her ku çûye li hev germ bûye û qiloçên siwaran li hev ketine, ji xwe ji serkeftinê pê ve tiþtekî din nemaye û guneh jî di stuyê kafiran de bûye. Þev bi tarîtîya xwe ve ketîye navbera wan û herdu hêl bi çekên xwe ve nivistine heya spêdeya roja þemîyê ku hingê heryek ji wan çûne cihên xwe. Di wê navê de ji Musilmanan re eseyî bûye ku Urdun li piþt wan e û pêþîya wan jî welatê dijmin e û ji ber vê yekê jî ji bilî þer û cengeke bi mêrxasî û ji serkeftinê pê ve tu felata wan nîne.
Egîdên Musilmanan ji her hêlê ve êrîþ birine ser dijmin û giranîya êrîþên xwe jî dane ser navenda cengê û bi yek dengekî kirine qêrîn; Xwedê bizdê xistîye dilê kafiran û ji xwe alîkarîya Musilmanan jî li ser heqîyê bûye. Gava Qûmis (Raymondê kurê Raymondê Sencelî yê xwedîyê Trablusê) di destpêkê de bi têkçûnê hisîyaye rabûye dev ji wan berdaye û berê xwe daye hêla Sûrê; hinek Musilman bi pey ketine jî lê ew - Xwedê bela wî bidê - ji wan xelas bûye. Musilmanan ji her alîyî ve dora kafiran girtîye, tîr avêtine wan, þûr xistin nav wan û ew bi pîyaleyên avxwînê avdane. Hinek ji wan revîyane lê pahlewanên Musulmanan dane pey wan û nehiþtine yek ji wan jî bifilite.
Beþek ji wan jî xwe di girê Til-Hittînê de – navê gundekî ku gora Þu‘eyb pêxember - ewleyî lê be - lê dima asê kirine bes Musilmanan dor li wan teng kirîye û agir berdaye qirþ û qalê dora wan, ew ji ber germê û ji tîna behirîne û rewþa wan pirr xirab bûye ta ku ji tirsa biecîn û mirinê xwe teslîm kirine û dîl bûne. Mezin û pêþengên wan hatine dîl girtin û yên din jî hatine kuþtin. Di nav mezinên wan yên dîlgirtî de qral Jafary û birayê xwe,20 Mîrza Ernatê (Prince Reynald (Renaud) de Chatillonê) xwedîyê Kerek û Þewbekê, Îbn Hanfrî (Onfroi de Toron), kurê xwedîya Teberîyê, xwedîyê Cibeylê (Cbail), serekê Dawîyan (Les Templiers) [Parêzvanên Perestgehê], û serekê Esbetaran (Les Hospitallers) [Parîzvanên Qudsa Pîroz]21 jî hebûne.
|