Yalnýz Mesajý Göster

Eski 03-12-2007, 07:46 PM   #1 (permalink)
Rockurd
 
Giriþ Tarihi: Aug 2006
Mesaj: 4,957
Üye No: 19761
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 18198
Rep Puaný : 1819164
Rep Derecesi
Rockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond reputeRockurd has a reputation beyond repute
Varsayýlan Sembola Gûherînê; "Ciwan Haco" û rola wî ya di mûzîka Kurdî de




Ceribandinên pêþîn yê mûzika modern a Kurdî ji hin derdorên kevneperest ve bi tûndî hat rexne kirin jî pêwistîya vê yekê hêdî hêdî hat têgihîþtin.
Serhad B.Rênas / Etem Ferqîn KURDISTAN-NETEW

"Divê hilberîna mûzika Kurdî ji rehê xwe qut nebe".Ev nêrîn raste.Tenê bi vê avahî mayîndeyî tê pêk anîn û rê li ber bêesilkirinê tê girtin.Her wÝha asêyîya ku mûzika Tirkî û hin mûzikên milletên din ketine ewê mûzika Kurdî rizgar be.Ger mûzik ji çavkanîya xwe sûdmend be û geþ be bi vî rengî dikare hêmanên mayîndeyî û biwespî bixûnife.Divê hilberîna mûzîka gêlerî û dengbêjîya Kurdî him bi avayekî klasîk him jî bi þêwe û sentezên nû were pêþxistin. Hemû awa û þêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divêt berê ku mûzika gelêrî a Kurdî hez bike.

Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi zimanê xwe vê þêweyî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû þêweyan were pêþxisitin.Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e.Li þûna zalveyê divê pêþxistin were esas girtin.Ango di mûzika Kurdî de rock çêkirin ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.

Kesekî bi navê Ciwan Haco ku berîya 30 salan girîngîya vê yekê fam kiribû.

Ciwan Haco di sala 1957an de li Sûriyê bajarê Qamiþlo hate dinyayê.Piþtî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanya û li wir ketê ûnîversîta Bochum.Ciwan li Bochumê sê sal tahsîla mûzîkê çêkir.Piþtre jî bi þiklekî profesyonel dest bi albûmanan kir.

Tiþte herî girîng ewe ku divê were eþkere kirin, karê ku Ciwan Haco dest avêtîye karekî kû pirr wêrekî lê hewceye.

Ciwan Haco bi avayekî profesyonel di dawîya salên 70î di destpêka salên 1980î de dest bi weþandina albûmên xwe kir.

Di wan salan de ji xeynî 2-3 mînakên veþartî di warê mûzîka modern a Kurdî de hebû.Lê vê demê guhdervanên mûzîka Kurdî muhafizekar bûn.Hewldanên pêþî ya çêkirina mûzîka modern a Kurdî ji ber bêeleqeyîyê heta ji ber kardanaweyê neçarî belav bû bûn. "Wek Koma Wetan"

Albûmên wan hewldanan encax piþtî 20 salên gihêþti bû asta ku layiqê bûn.

Di mûzîka Kurdî ya gelêrî de piranî enstumantên wek tembûr,cura,bendîr,keman, bilûr,elbane û hwd. tê bi kar anîn.Di salên heþteyî tenê mûzîka gelêrî û dengbejî dihate çêkirin û dihate hez kirin.

Di demekî wisa de ne hêsan bû ku bi deng û þêwazekî "rojavayî" di nava mûzîka Kurdî bihata ba îcra kirin.Lê Ciwan Haco bi avayekî eqilane tevgerîya û mûzîka xwe bi temamî saunda(deng) rojavayî bi kar neanî û bi formên gelêrîya mûzîka Kurdî mûzîkeke hevbeþ û cûda derxiste holê.

Ev yek di zarokatîya Ciwan Haco de jî hebû.Ew Mihemed Þêxo,Mirodko û Qerebetê Xaco guhdarî dikir(bi taybetî Mirado û hez dikir).Lê armanca wî wî bingehî danîna tiþtekî din bû.

Ciwan Haco di hevpeyvînekî xwe de digot "Li gorî min Qerebetê Xaco ne zêde ji Cazê dûr,caz improvizyon û Mirodko û Qerebetê Xaco jî improvizyoneke baþ derxistine holê"

Naveroka stranên Ciwan Haco dû beþin.Yek stranên civakî,niþtiman perwerî dudyan jî evîn,veqetîn,hezkirin,hêvî û xweþik bûne.

Ciwan Haco,muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nu ve serastkir. Hunermend bi avayî stranên kurd bi dinê nasand û stranên kevneþapî di nav gelek baskên mûzîkê di cîh danî.


Cihê Ciwan Haco di nava mûzîka Kurdî de

Ciwan Haco wek þoreþvana mûzîka Kurdî dikare were bi nav bikin.Heta niha her albûmê Ciwan Haco bi baldarî hate þopandin û gûhdarî kirin. .Ciwan haco (Ji xeynî Koma Wetan) mûzîka Kurdî de yekem car þêwazên modern wek rock,blues,cazz, etno-cazz, etno-pop,etno rock,elekronîk cazz bikar anî.Ango bi gotineke din Ciwan Haco destpêka Mûzîka Modern a Kurdî ye.

Ciwan Haco li gel hemû rexneyên neyenî armanca xwe dev ber neda û serket.Piþtî Ciwan Haco gelek ciwan û mûzîkkarên kurd dest bi çêkirina mûzîka modern kirin û ev yek jî bû egere pêþketina Mûzîka Kurdî.

Albûmên Ciwan Hacobi avayekî giþtî bi þêweyên nêzî hev hatibîn amade kirin jî di her albûmê xwe de motîfên cûda bikar tîne.

Di albûmên wî de bi giþtî þêwazên rock(em dikarin bibêjin rocka Kurdî rocka kurdî),cazz,etno caz,elektro cazz,folk,rock,folk pop,pop,blues û mûzîka gelêrîya Kurdî cîh digrin.

Mûzîk bi giþtî ser 3 bingehê rûdine."Rîtm","melodî" û "armonî" ye.

Ciwan Haco di albûmên xwe yên pêþîn zêdetir giranî daye melodî û rîtmê di albûmên xwe yên dawîn de jî armonî û rîtm di pêþde ye.Ango hêmana rîtm hatiye parastin.Parseng û guherîn hêmanên herî giring ya mûzîka Ciwan Haco ye.

Ciwan Haco ji albûmên xwe pêþî bi awazên xwe destpêkirîye ango gotin û mûzîkên stranên wî zêdetir aîdê wî bû.

Em dikarin bi kurtî derbarê albûmên Ciwan Haco de agahîyên wisa bidin;

1-Emîna Emîna(1970)
Ev albûmeke amatorîye li Qamiþlo li mala Ciwan Haco de bi hevkarîya nivîsandina hin gotinên stranan ji alîyê xwiþka Ciwan Haco, Dîlber Haco ve di teybekî de hatîye tomar kirin.Zêdetir ji stanên gelêrî pêk tê þêweya albûmê mûzîka gêlerî ye.Ev albûm avayê kopî kirina guhdarvanan belav bûye.

2-Pêþmerge(1979)
Yekem albûma profesyonel ya Ciwan Haco ye.Albumeke poltîk e û tesîre marksîzmê tê dîtin.Albûma þêwaza wî herî zêde ya gêlerî û merþî(sirûdî) ye. Amûrên tenbûr,akerdiyon û perkusyon hatine bikaranîn.Ji alîyê qelîteya tomar kirinê de albûmeke qels e.Naveroka stranan piranî derbarê þer,þores,rizgarî, sosyalîzm pêk tên. Helbestên Cigerxwîn, wekî albûmên Þivan Perwer hatiye bikaranîn.Hatina tarzekî nû di mûzîka Kurdî de hindik be jî xwe nîþan kirîye.

3-Diyarbekîr(1981)
Di vî albûmê degîtara klasîk ku heta wê demê zêde nedihat bi kara anîn bi piranî cîh cîh girtîye.Ahengeke baþ ya tenbûr û gîtarê derketîye holê.Ev albûm zêdetir bi stana Dîyarnekîr(Min navê xwe kola) binavûdend e.Li gor albûma xwe ya berê Ciwan Haco gellek xwe pêþxistîye.Melodî serdest e.

4-Gûla Sor(1983)
Ev albûm nîþaneke vebûna riyeke nû di mûzîka Kurdî de ye.Di Gula Sor de ensturmanên rojavahî wek dahol(baterî),saksafon,bas gîtar bi giranî hatine bikar anîn.Ev yek jî, ji bo mûzîka Kurdî destpêka þoreþeke bûye.Stranên Gula Sor, Hevalê Evîndar,Cané,Yêrîvan,Lê Dîné hé jî albûmên populerin.

5-Leyla(1985)
Albûma Leyla jî di bikaranîna gîtar û tenbûran de diþibe albûmên berê, lê li gor 4 albûmên pêþî formên rock û cazê zêdetir hatiye bikaranîn.Lê di alîyê saundê de em dikarin bêjin ku albûm "bi avê çûye" yanî di hêla qelîteya deng de pirsgirêkek heye û gelek deng baþ naye bihîstin.Albûm albûmeke xweþ e,lê bûtye qurbana studyoyê. Strana Leyla ji helbestekê Cigerxwîn hatîye çêkirin.Her wiha stranên wek "Behra Wanê" , " Girîyanim Bese" du stranên balkeþ ya wî albûmê ye.

6-Girtîyên Azadîyê(1987)
Albûma Girtîyên Azadîyê albûmeke cûdatir e.Ji xeynî "Girtîyên Azadîyê" di albûmên Ciwan Haco de bi giranî amûrên wek elekrogîtar,gîtar,dahol(baterî),bas gîtar hatîye bikaranîn,lê di vê albûmê de giranî ya tenbûr û bilûr heye.Helbesta bi navê "Generalê Tirsonek" yek ji herî girîng ya ji nav berhemên Ciwan Haco ye.Qelîteya dengê ya wî albûmê li gor albûmên berê gellek baþtire.

7-Çaw Bella(1989)
Yekem konaxa guherîna mûzîka Ciwan Haco di vê albûmê de pêk tê.Di vê albûmê motîfên raco hin pêþdaye lê zêdetir stranên gêlerî ya Kurdî hatine bikaranîn.Di vê albûmê de jî li gor þertên vê demê ya têkoþîna rizgarîya Kurdistanê stranên polîtîk ciheke sereke digrin."Keçikê",Pêjna te Naye","Nisêbîna Rengîn" û Çaw Bella girîngtirîn stranên vî albûmê ne.

8-Sî û Sê Gûle(1991)
Sî û Sê Gûle bi temamî destpeka konaxa dûyemîn ya serpehatîya mûzîka Ciwan Haco ye.Ev albûm nîþana bilind bûna profesyonelîya Ciwan Haco ye jî.Ji alîyê naverokê de zêdetir polîtk e.Helbesta Ehmed Erîd ya bi navê Sî û Sê Gûle bi avayekî destanî bi ahenga melodî,jixweberî,vokal,newa,rîtm,qerîn,kartêkerî û bi li hev hatina hestên "rastîya mirinê" , "kovan" ,"hêrs"," têkoþîn" û "hêvîye" bêgûman berhemekê nuwaze ye.Di albûmê giranîya malbata Haco jî tê dîtin.Goran Haco,Dîlber Haco û Çelebî Haco jî bi peyv û awazên xwe tevlî albûmê bûne.Helbesta "Dîyalog" ê wek berdewamîya Sî û Sê Gûle ye.Stranên wek "Ti Ciwanî","Dîyarbekîr","Nikarim" û Gul Gula Min" hin stranên ku hatiye hezkirin ya vê albûmê ne.Mijarên civakî û takekesî bi avayekî wesfdar hatiye pêþkeþ kirin.Her wiha ev albûm yekem albûma Ciwan Haco ye ku bi avayekî resmî di nava Tirkîye de derketîye bazar e.

9-Dûrî(1994)
Dûrî di warê mûzîkqelîteyê de yek ji albûma herî biindtir e.Di vê albûmê de li gor albûmên xwe yên berê zêdetir improvîzyon(jixweberî) hatiye bikarnaîn û her wiha ev yek nîþana þêwaza albûma "Bilûra Min" jî daye.Helbesta Serbûrîyek di mûzîka Kurdî xwedî textekêke sexleme ku wê neyê hejandin.Ciwan Haco di Serbûrîyek de li þûna amûran bi dengê xwe melodîya stranê diafrîne.Yek ji girîngîya û sedema bi qelîte bûna wî albûmê orkestraya Ciwan Haco ye.Mûzîsyenên ku di vî albûmê de cîh girtine bi piranî bi hunermend û komên navdar ya mûzîka Cîhanê kar kirine û her yek di qadê xwe de þareza ye.Di vê albûmê de di çerçoveya stratejîya pêþxistina mûzîkê de naverok hinek guherîye.Mijarên takekesî hin derketîye pêþ.Ciwan Haco guherîna xwe ser bingeha bo cîhê xwe peyda kirina lêgeranên nû de pêk tîne.

10-Bilûra Min(1997)
Bilûra Min di warê mûzîkqelîteyê de yek ji albûma herî biindtir e.Di navbera "Dûrî" û "Bilûra Min" gelek hêlên hevbeþ hene.Lê Bilura min zêdetir nêzî caz û bluseye.Jixweberî gihêþtîye asta herî bilind.Ciwan Haco di vê albûmê gihîþtîye vê qenaatê ku êdî albûmên wî divê ne tenê ji alîyê Kurdan ve,her wiha ji alîyê milletên din we jî were guhdarî kirin.Di vê albûmê de di peyvan de hêsan bûn sade bûnek heye û beramberî vê yekî awaz ber bi kur bûnê ve çûye.Piranî amûrên gîtara bas,saksafon û amûrên lêdanî hatine bikaranîn.Hema hemû stranên vî albûmê tê hez kirin û tê zanîn.strana Bilûra min ya Celted elî Bedîrxan e ku ew di salên 1930î de di kovara Hawar de bi navê "Seydayê Gerok" weþandi bû.

11-Destana Egîdekî(1998)
Destana Egîdekî ji hemû albûmên Ciwan Haco cûdatir e.Ciwan Haco helbesta dirêj ya nivîskar Mehmed Uzun ya bi navê "Destana Egîdekî " bi þêwaza etno-jazz hatîye çêkirin.Destana Egîdekî bi hemû taybetmendîyên xwe di mûzîka Kurdî de xwedî cihêkî cûda ye.

12-Derya(2003)
Derya piþtî navebrekî dirêj hate derxistin. “Derya” bi þêwaya elektronîk cazz hatiye amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde ye.Ev albûm ji aliye guhdarwanên wî ve baþ nehate têgihêþtin.Mînakeke din ya vê þêwazê di mûzîka Kurdî de nîne.Her wiha li rojhilata navîn em dikarin bêjin ku di warê xwe dîsa albûmeke bêmînak e an jî yek ji pêþengê vê terzêyê.

Albûm giranî ji improvizyonan pêk tê.Strana Pero straneke balkeþ û ji alîyê peyvan de jî ku ya Hekîm Sefkan e xwedî teybetmendîye.

Dibe ku qiymeta vê albûmê jî piþtî 10 salê were fam kirin.Lê xwedî derneketina Ciwan Haco jî "Derya" yê re tiþtekî xemnak e.Ku bo vî albûmê tu klîp nehatîye kiþandin.

13-Na Na(2004)
"Na Na" albûmeke single ye.Albûm bi temamî cû de ye û giranî tarza pop hatîye bikaranîn.Wek nîþaneya albûma "Off" e.Bi albûma Na Na rewþa þêwaze pop,dîsko di nava mûzîka Kurdî de kete konaxekî nû.Bi vê albûmê Kurd bi riya Ciwan Haco dan îspat kirin ku Kurd di her þêwazê mûzîkê de serkeftîne û beyî dejenere kirn jÎ pop dikare bê çêkirin.Di firotinê de jî serkeftinek baþ bi dest xist.

14-Off(2006)
Di albûmê de 13 stran cîh digrin.Navê stranan evin;

1-Ez dimam,2-Dil Ketîme,3-Felek,4-Daristana te,5-Dipirsin,6-Kal,7-Xunav,8-Welatê Min,9-Havîn,10-Li Hêvîya te,11-Winda Bû,12-Hayê,13-Gotin Sar Dibin

Stranên Felek û Welatê min bi þêwaza mûzîka gêlêrî hatine amade kirin.Stanên din jî þêweyên pop û rock in.Strana “Dipirsin” bi zaravaya Kurdî ya Kurmancîya Jêr ango Soranî ye.

Saunda albûmê gellek pêþketîya wekî albûma "Na Na".Di vê albûmê de qadroya berê ya Ciwan HAco bi temamî hatîye bikaranîn dîsa bi mûzîjenên bîyanî re hatiye karkirin lê aranjeyên stranên aîdê Ahyan Evcî ye.Her çiqas hin rexne haitbin jî bo wî albûmê Ciwan dîsa biryarek baþ da bû "Off" di mûzîka hemdem a Kurdî derîyeke nû vekir.


Bandora Rewþa demê di albûmên wî de

Wekî tê dîtin Ciwan Haco her tim mûzîka xwe an go bi gotineke din mûzîka Kurdî pêþxistîye û li gor rewþa giþtîya neteweya Kurd û têkoþîna rizgarîya Kurdistanê navaroka albûmên xwe jî guhertîye.

Em wexta vê gûherîna di nava gûherînê de binêrin ku gûherînek biwesf e ka gelo Ciwan Haco di albûmê xwe ya bê de çi surprîzan bike. Ciwan Haco her tim bi peyamên xwe yên Kurdeyatî jî bal dikþîne û tu carî xizmeta “grubeke sîyasî nekirîye û hewl daye ku li gel hemû xelatîyên hin gruban hunera xwe bigehêjîne Neteweya Kurd.

Ciwan Haco yekemîn car bala Cîhanê kiþande ser mûzîka Kurdî.bi Ciwan Haco mûzîka Kurdî ku li Tirkîye nedihat pejirandin bala "entelluktelan" kiþand.

Bandora Ciwan Haco ewqas mezin bû ku gelek texlîd an jî dirûvê wî derketi bûn holê.

Ciwan Haco bi avayekî stratejîk tevdigere û him ji alîyekî mûzîka gelêrî-klasîk a Kurdî diparêze ji alîyekî bi naveroka albûmên xwe bo hunera Kurdî dibe mînakeke bêhempa û him jî bi bikaranîna þêweza rojavahî bi formên Kurdî derîyên mûzîka Kurdî bo Cîhanê vedike û mûzîka neteweya bêdewlet û kêm bazar bi avayekî wêrekî digîhîne û asta navneteweyî.Bi vî avahî him bo mûzîkarên din yê Kurd dibe mînekekî sembolîk a xwebawerîyê û him jî zêde xwebawerîya giþtîya Kurdan.

Mijara hatina Ciwan Haco bo bakûrê Kurdistanê bi taybetî bo Amedê jî wek efsaneyek bû û Ciwan Haco bi pêkanîna xeyalên xwe enseneyekê jî kir rastî.Li Batman û Amedê Ciwan Haco carekî din cûdahîya xwe û rola xwe ya girîng bi pêþ çavan xist.

Cihêkî taybetî ya Ciwan Haco di nava gelek Kurdan de heye.Bi taybetî ya ciwanan. Gelek kes di dibistanê de Ciwan Haco naskirin bi taybetî li bakûrê Kurdistanê.Gelek evîn,êþ û þadî li gel stranên razdar(mistîk) û kûr ya Ciwan Haco de hate jiyîn.

Di zanîngehan de gelek kes bi Ciwan Haco re mûzîka Kurdî heta rastîya Kurd û Kurdistanê naskirin.

Li bakûrê Kurdistanê di lîseyan de lêgerîn avêtina ser sinifan ji alîyê rêvebirên dibistanê ve dibû.Ev lêgerîn bo cixare,kêr an jî bo tiþtên "qedexe" dihat çêkirin.Kî zane li ser çend xwendekarê de kasetên Ciwan Haco hatine girtin.Ev hêla hêstane bi bîdarîyên çendîn kesan encax dibe mijarekek din ya pirtukekê.

Ciwan Haco ne tenê bo albûmên xwe lezî da pêþketina mûzîka modern a Kurdî her wiha derîya mûzîka Kurdî bi teybetmendîyên resen û Kurdeyatî bo cîhanê vekir.

Rockurd is offline