Giriþ Tarihi: Jan 2006 |
Konum: faili meçhul |
|
Mesaj: 7,986
|
|
Üye No: 10
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 192000
| Rep Puaný : 9845045
| |
|
| |
|
Komara KURDISTAN YA Mehabad(1946)
Di sala 1945´an de li bajarê Mahabadê rêxistineke bi navê Komela Jiyana Kurd hat sazkirin. Di binê xebata vê rexistinê vê rexistinê de di sala 1945 an de bi serokatiya Qazî Mihemmed Partiya Demokrata Kurdistan hate damezirandin. Seroke partiyê Qazi Mihemed, 22.01.1946´an de li meydana Carcirayê komara Kurdi îlan dike.
Qazî Mihemmed wê rojê di axaftina xwe de hem behsa alikariya Sovyete ya matdî û manewî dike hem jî dostî û pewendiyen gele Azerbegcanê tîne ziman. Di 11.02.1946´an de parlementeren komarê sond dixun û dest bi karê xwe dikin. Di 23.04.1946´an de dostiya gelê Kurd gelê Azerbegcanê tê erêkirin. Di nava hukumeta Kurdi ya ciwan û nû de cawa mêran cih girtibun jinana ji wisa cihe xwe girtibun.
Komara demokratika Kurdistan ji kûr heya kûderê
Mihabad, navenda herêma Mukriyan e. Herêma Mûkriyan û navenda wê bajar Mihabadê herçend di coxrafya Kurdistanê de ciheki biçûk bin ji, lê di dergûþa xwe ya kevnare de gelek qehreman û kesayetiyên mezin perwerandine. Mihabad ji ber gelek bûyerên siyasi, ferhengi û mêjûyi di diroka serhildan û azadixwaziya netewa Kurd de xwedi ciheki taybetiye. Bi taybet di warê xebata ramyari de gelê herêma Mûkriyan xwedi kedek diroki ne.
Zivistana sala 1946’an e. Ev zêdetir ji mehekêye ku karbidestên HDK(Hizbi Dimokrati Kurdistan) bi hevkariya tevaya gelê herêmê ji bo kareki diroki mýjûli amadekariyên berfirehin. Ji Makoyê, Xoy, Selmas û Urmiyê bigire heya Seqiz, Bane, Sine, Kirmaþan û Ýlam Kurd bûne mêvanên bajarê Mihabadê. Ji bona wê ji þêniya(nifosa) bajar di van rojan de pir zêde bûye û malên hemû xelkê Mihabadê di van rojan de xwedi mêvanin. Heya roja iro xelkê bajarê Mihabadê evqas mêvan dý nava xwe de neditine.
Di roja 26’ê Kanuna duyan ya sala 1946’an de ala Kurdistanê bi merasimek teji heyecan li navenda bajarê Mihabadê hat bilindkirin.
Ýro 22ê Çileya sala 1946’an e. Herçend zivistan û hewa sare ji, lê tava rojê, germi û bedewiya vê roja piroz zêdetir kiriye. Reng û rûyê bajar hatiye guherandin û di rûyê herkesi de ken û þadi tê ditin. Ji zarokê heft sali bigire heya kalê heftê sali tev dizanin ku iro yê tiþteki giring di Kurdistanê de biqewime. Gel hêdi-hêdi li her dera bajar ber bi meydana Çiwar Çira(1) dimeþin.
Li her dera bajêr alên Kurdistanê tên ditin û hatine hildan. Ala Kurdistanê bi sê rengên þin, spi û sor ku bi gule genim û þûrekê li ser di nivekê de hatiye çêkirin, bala herkesi dikiþine ser xwe. Herkes bi rengeki rengên alê, gula genim û þûra li ser ala Kurdistanê ji xwe re þirove dikin.
Bi hezaran kes di qada Çiwar Çira da li benda destpêkirina merasima þahiyê ne. Di vê dema çaveraniya gel de, pêþewayê mezin Qazi Mihemed hêdi-hêdi ber bi cihê xwe yê taybet dimeþe. Li dora wi gelek kesayetiyên navdar pêre dimeþin: Nemir Mela Mistefa Barzani, Haci Baba Þêx, Qedribegê Diyarbekiri, helbestvanên milli Hêmin û Hejar Mûkriyani, Sidiq Heyderi, Menaf Kerimi, Se’id Xan Homayun, gelek kesayetiyên nasandi li herêma Mûkriyan û hemû serok êl û eþiretên Kurd tev bi þahiyek bêdawi û bi hurmetek mezin rû bi rûyê gelê xwe disekinin. Derdora bilindahiya ku ji bo axaftýn û sekinandina pêþewa Qazi Mihemed, hatiye durist kirin, bi ala sê renga Kurdistanê hatiye xemlandin.
Pêþewayê Kurd bi wi rûyê xwe yê norani bi ken û tewazu’ek bênimune diçe ser bilindahiyê û piþti ku bi dûr û dirêji li ser coxrafiya û diroka Kurdistan û mezlumyeta gelê Kurd di hemû pêvajoyên dirokê de, diaxive bi dengeki bilind û bi hissek teji hest û evin wiha dibêje:
‘’ Emin be Xuda, be kelami ezimi Xuda, be niþtiman, be þerafeti milli Kurd, be alay muqedesi Kurdistan siwênd dexûm ke ta axir henasey giyanim û rijandini axirin qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtini serbexweyi w berzkirdinewey alay Kurdistan da têbikuþim û nisbet be cimuhri Kurdistan û yekiti geli Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefdar bimênim.’’(2)
Di tona dengê wi de baweri, evin û paqiji tê bihistin. Dengê wi yê bi selabet û þahiya ku di rûyê wi de tê ditin, hêsirê çavên gelek kesan tinin xwarê.
Pirejinek 70 sali bi kelegiri dibêje:’’ Oxeþ, nemirim û min dewleta Kurdistanê ji dit. Ax û hezar car ax ku kurê min þehid bû û ev roja muqedes nedit, xweziya kurê min niha sax bûya, lê ew ji þehidê vê dozê bû û xwina wi vala neçû…’’
Piþti wê Mihemed Husên Sêyfi Qazi diçe ser dikê û Qazi Mihemed weke serokkomarê Kurdistanê bi gel dide nasandin
Çepik û hawara dengê þahiya gel digehije esmanan. Ji nava dengê þahiya gel ken, giri û tilili tên bihistin.
Di diroka Kurdistanê de herçend beriya vê bûyera piroz komara Ararat bi serokatiya Ehsan Nûri Paþa li Agiriyê(bakurê Kurdistan) û komara Kurdistana Sor li Qefqaziya(paytexta wê Laçin) ji, ji aliyê Kurdan ve pêkhatibûn, lê komara Kurdistan li rojhilatê Kurdistanê xwediyê hinek taybetmendiyên cuda bû.
Wê rojê Mihabad wek paytexta komara Kurdistan hat ilankirin.
Zemineya ji bo pêkhatina komara Kurdistan demek dirêj bû ku hatibû darijandin.
Di sala 1937’an de çend rewþenbîrên herêma Mûkiriyan li dora hev kom bûn û komela (Jiyanewey Kurd) damezirandin û di demek kêm de gelek mirovên ji malbatên mezin û di nava gel de bi hurmet, bûn endamên (J.K). Ji wan Ebdulrehman Zebihi, Mihemed Naniwazade, Qasim Qadiri, Mihemed Yaho, Husên Firoher, Mela Ebdullah Dawudi, Qadir Muderisi, Ebdulrehman Ýmami Eqdem, Ebdulrehman Kiyani, Sidiq Heyderi Faroqi, Hamid Mazuçi, Eli Mehmudi, Mýhemed Selimi, Mihemed Þahpesendi, Mihemed Eshabi, Necmedin Tuhidi û piþtre Qazî Mihemed jî bi navê nihînîyê –kod- (Bînayî) bû endamê (J.K) û bi hatina Qazî Mihemed ya di nava vê rixistinê de gelê herêmê bi dilgerimiyek zêdetir, di çalakîyên siyasî de beþdarîkirin. Herwiha ji baþûrê Kurdistanê Mirhac û Mistefa Xoþnaw ji di yekemin civina damezrandina (K.J) Kurd de amedebûn. Dûroþma (J.K) serxwebûna Kurdistana mezin bû û hertim li ser bergê kovara Niþtiman (organa fêrmiya J.K) dinivisandin: Biji Kurd û Kurdistani gewre.
Di pênc salên desthilatdariya herêmek giring ji axa rojhilatê Kurdistanê (ji dawiya 1941’an heya dawiya 1946’an) çi bi fêrmî an jî ne bi fêrmî di destê kurdan de bû û tenê di van pênc salan de berdevkê resmiyê gelê Kurd hem li hemû herêmê û hem jî di têkelîyên bi derve re pêþewa Qazî Mihemed bû. Komela J.K di temenê çend sal xebata xwe de di nava gelê Kurd de cihek berfireh ji bona xwe vekir û bi çalakîyên xwe yên hemû ali rewþenbîriya siyasî- civakî di nava gel de pêþxist. Di nava vê rêxistinê de Kurdên her çar perçên Kurdistanê dikarin bibin endam, lê bi merceki ku bi çi awayan xiyanetê li doza xwe neken û her kesê ku di destpêkê de dibû endamê JK ji li ber çavgirtina 6 xalên jêr sê caran bi Qûranê sond dixwar:
1. 1. Bi çi terz û þêweyan xiyanetê li gelê Kurd neke.
2. 2. Xebat ji bo serxwebûna Kurdistan.
3. 3. Ne bi riya pênûs û ne ji bi riya ziman sirên rêxistini(hizbi) eþkere neke.
4. 4. Heya dawiya temenê xwe weke endam di nava hizbê de bimine.
5. 5. Hemû jin û mêrên Kurd ji xwe re xwiþk û bira bihesibine.
6. 6. Bi bê agehdarkirina rêxistinê, nebe endamê tu rêxistin û hizbekê.
Pêkhatina komara Kurdistan derfetek zêrin û diroki bû ku birêveberên dewleta Kurdistanê dixwestin bi baþtirin þêwe, ji vê derfeta giring mifayên heri baþ ji bo þiyarkirina gel, avedankirina Kurdistan, û bilindkirina pileya xwindewariyê di nava gel de wergirin.
Pêþewa Qazi Mihemed miroveki rewþenbir û zana bû û bi perspektivên xwe yên pêþvero, dixwest bi hemû þêweyan ji gel re xizmetê bike. Dema bû serokkomar ji bareki giran li ser milên xwe hiss dikir û ji bona wê ji di hemû waran de, xwe qerdarê xizmeta ji bo gel dihesiband. Beri ragehandin û ilankirina komara Kurdistan endamên kabineya wezirên dewletê bi vi þêweyi hatin diyar kirin:
1. Haci Babe Þêx: Serokwezir
2. Mihemed Husên Xani Sêyfi Qazi: Weziri Ceng û parastin û hevkarê serokkomar
3. Sidiq Heyderi: Wezirê propaxande
4. Menaf Karimi: Wezirê Perwerde û hinkariyê
5. Mihemed Emin Mu’ini: Wezirê karê hundurin ( Wezir navxwe)
6. Seyid Mihemed Eyûbyan: Wezirê Tendurustiyê
7. Ehmed Ýlahi: Wzirê abori
8. Xelil Xusrewi: Wezirê Kar
9. Kerim Ehmedyan: Wezirê post û telegiraf
10. Haci Mýstefa Dawudi: Wezirê Bazirganiyê
11. Mela Husên Mecdi: Wezirê dadperweriyê
12. Mihemed Welizade: Wezirê kiþtûkal
13. Haci Ebdulrehman Ýlxanizade: Wezirê tegbir û meþweret pêkirinê
14. Ýsmail Ýlxanizade: Wezirê rê û ban.
Her wezireki di kar û barê xwe de bi baþtirin þêwe wezifeyên xwe encam didan û bi giþti dewletê pirojeyên mezin dabûn ber xwe.
Di demek kêm de rewþa abori û civakiya gelê herêmê hêdi-hêdi rengê guherandinê bi xwe ve didi.
Bi taybet di warê ragehandin û weþandina rojname, kovar û pirtûkan de, xwindin û nivisandina bi zimanê Kurdi û bilindkirina rewþenbiriya gel, gavên mezin hatin avêtin. Rojnameya Kurdistan organa fêrmiya HDK û Kovara Kurdistan, kovara Girûgali mindalani Kurd ji bo zarokên Kurd, Hawari Niþtiman û Hawari Kurd ku organa Yekitiya Ciwanên Kurdistanê bû û li bajarê Bokanê ji kovara Helale ku þaxê HDK li wir ji bo gel dida weþandin.
Li ser piþniyar û daxwaza serokkomarê Kurdistan di 14’ê Adara sala 1946’an Yekitiya Jýnên Kurdistan hat damezrandin. Ev yekemin car bû ku di diroka siyasi-civakiya Rojhilatê Kurdistan de pêngavek wiha giring dihat avêtin. Pêþewa Qazi Mihemed ji bo vexwindin û teþwiqkirina keç û jinên Kurd beriya herkesi ji hevala jiyana xwe Mina Qazi dawa dike ku bibe endama birêveberiya yekitiya jinên Kurdistan û hemû ziv û zêrên xwe pêþkêþi HDK bike.
Di wê serdemê de ji ber etmosfêrê paþveroti û adet û orfên civaka bi bir û bawerên derebegati û feodalizmê, gelek kes li hemberi vê kiryara bi kêr û bêra nemir Qazi Mihemed de, reaksyonek tund û nigativ didin xûyakirin. Heta hinek melayên herêmê dibêjin:’’ Qazi Mihemed kafir bûye…(3)’’ Lê serokkomarê Kurdistanê di mizgefta Ebassaxa de, heya sê rojan bi pêkanina civinên þiwir û axaftinê bi þêweyek mentiqi herkesi razi dike ku di komarek demokratik de wekheviya jin û mêran di hemû waran de merceki esasiye. Di wan sê rojan de civin di efmosfêrek azad de bû cihê pirsin û bersivdayina di navbera her du aliyan de. Di dawiyê de hemû kesên amade di civinê de bir û rayên pêþewa Qazi Mihemed di derbarê wekheviya mafê jin û mêran pejirandin.
Mina Qazi di vê derbarê de dibêje:’’ Rojekê nemir Qazi Mihemed bi rûyeki xweþ û kenek teji hiss ji min re got: divê tu bêtir ji herkesi di kar û barên civaki-siyasi de beþadariyê biki ku jin û keçên Kurdistanê te ji xwe re weke nimune bibinin…, Te zêr û ziv ji bo çine, her tiþtê me ji bo gelê meye…’’(4)
Birêveberên komara Kurdistan bihayek giran didan dersxwindina zarokên Kurd. Ji bona wê ji komek ciwanên Kurd ji bo dersxwindinê bo Bako paytextê Azerbaycanê tên þandin. Ji bo bilindkirina ronakbiriya gel bo yekemin car sinema li bajarê Mihabadê hat sazkirin. Beriya wê Komeley Jiyanewey Kurd bi pêkanina komek þanoya Kurdi, diroka siyasi, rezalet û êxsiriya gelê Kurd ya di destê dagirkerên reng bi reng de, bêtir bi gel dabû famkirin û zemineya pêkanina dewletek Kurdi di meji û bir û rayên gel de afirandibûn.
Di 330 rojên temenê komara Kurdistan de bo yekemin car kêmnetewên Yehudi û Ermeni gehiþtin mafên xwe yên kulturi û çandi û ew di hemû waran de xwediyê mafên xwe yên milli û mezhebi bûn. Herwiha di hemû temenê komara Kurdistan de tenê yek kes bi navê Mehmudyan ew ji ji ber dijminatiya þexsi hat kuþtin. Ji bona wê ji komara Kurdistan komarek demokratik bû.
Herwiha di wi temenê kurt de cara yekemin bû ku Kurd bûbûn xwediyê artêþek rêk û pêk. Di pêngava yekemin de 1200 serbaz û 70 serleþkeran hêza artêþa komarê pêkanin û di nava artêþa komara Kurdistan de çar kesayetiyên Kurd pileya generaliyê standin:
Mistefa Barzani, Heme Reþid Xanê Baneyi, Mihemed Husên Sêyfi Qazi û Omerxanê Þikak (Omerxanê Þerifi).
Ji xeyni wê di komara demokratika Kurdistanê de Kurdên her çar perçên Kurdistanê dihatin ditin. Ji bona wê ji hêviyek mezin hebû ku di pêþerojê de hevgirtinek bihêz di nava Kurdên herçar perçên Kurdistanê de bê duristkirin.
Mihatma Gandîyê Rojhilata Navîn:
Pêþewa Qazî Mihemed
( 1898 Mihabad - 31. 03. 1947 Mihabad )
Mêrxasê nemir Qazî Mihemed kurê Qazî Elî ye ku li sala 1898’an li bajarê Mihabadê ji dayik bûye. Karê qezawetê di herêma Mûkriyan de ji sedan sal berê di destê Qazîyên vê malbata bihurmet de bû û ev kar mîna mîratekê ji bav gehiþtiye kur û heya þehîd ketinê pêþewa Qazî Mihemed karê qezawetkirinê di nava gel de berdewam kirine. Tiþtê herî giring di qezaweta pêþewa Qazî Mihemed de ev bû ku dema wi li ser çareserkirina pirsgirêkekê biryar û qirara xwe dida diyarkirin, piþtî dayina biryarê nemumkîn bû ku ji biryara xwe poþman bibe. Li ser vê rastî û helwesta xwe ya mirovanetiyê di nava gel de pir dihat hezkirin û gelê herêmê ji bo çareserkirina gîrûgirftên xwe tim hawara xwe dianîn mehkemexana wî. Qazî Mihemed li cem Qazi Eliyê bavê xwe dersa qezawetkirinê (qazîtiyê) hînbûbû û di temenê ciwaniyê de piþtî ku mamê wî nemir Ebulhesen Sêyif Qazî li sala 1929’an ji karê xwe yê riyaseta ferheng û çanda Mihabadê istifakir di hemen salê de ji aliyê dewleta navendiya Ýranê ya wê demê de bû berpirsyarê giþtiyê ferheng û çanda bajarê Mihabadê. Di yekemîn sala xebata xwe de li bajarê Mihabad bo cara yekê du dibistan ji bo xwindevanên kur û keç damezirandin û di warê xizmeta ji bo gel, dîsan di wezîfeyên dewletê de jî ew evîna ji bo xizmeta gelê Kurd di xebata xwe de da diyarkirin. Malbata Qazîyên navdar heftsed sal zêdetir e ku li herêma Mûkiryan bi cîhwar bûne û di hemû dewranan de endamên vê malbatê xizmetên mezin ji gelê herêmê re kirine.
Di þerê cîhanê yê yekemîn (1914- 18) de Qazi Fetah li hember hêriþa Rusên Tizarî ya li ser bajarê Mihabadê, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê çeperê þer berneda û piþtî ku kurê wî û endamên din yên vê malbatê Mîrza Se’îd Qazî û Mîrza Mihemed Elî Qazî bi destê Rusên Tizarî hatin kuþtin ewi jî bi mêranî canê xwe li ser parêzvaniya ji welatê xwe da fidakirin.
Nemir Qazi Mihemed ji ber taybetmendiyên xwe yên exlaqi û civaki di nava gel de xwedi rêz û hurmetek mezin bû. Þahidên zindi ku ew ji nêzve ditine vê rastiyê didin ispatkirin:
Mina Qazi dibêje:‘’ Wi bi çaveki mezin li kesatiya jinê dinêri û hemû zarokên Kurdistanê mina zarokên xwe dihesibandin. Hertim ji min re digot Birale(heval) û ez weke piþtivanekê ji xwe re dihesibandim û wi dixwest bihayê þexsiyeta jina Kurd di civaka Kurdistanê bilind bike…’’.
Kurmam an ji pismamê Qazi Mihemed general Mihemed Husênxanê Sêyfi Qazi di komara Kurdistan de mina wezirê ceng û parastinê, xwedi roleki mezin û berçav bû û ji bo parastina sinorên dewletê bi hemû þêweyan þiyan û liyaqeta xwe dida xuyakirin. Di nava gel de bi merdi û mêrxasiyê bi nav û deng bû. Ew miroveki netirs û bi þuca’eta xwe di nava gel de xwedi hurmetek mezin bû.
Ebulqasim Sedrê Qazi birayê biçûkê pêþewa Qazi Mihemed ji di çardehimin dewreya parlimana Ýranê de nûnerê gelê Mihabadê bû. Tewazu’i û camêriya Sedrê Qazi di nava Kurdan de deng vedabû. Wi hemû çaxê jiyana xwe ji bo çareserkirina pirsgirên gel danibû û hertim xwe mina xizmetkareki gelê xwe dihesiband.
Hêþta salek ji temenê pirbarê komara demokratika Kurdistanê derbas nebûbû ku rewþa siyasiya cihanê hat guherandin û Yekitiya Soveytê li ser wergirtina imtiyaza petrola bakurê Ýranê leþkerê xwe ji nava axa Ýranê paþ de kiþand û li hemberi komara Kurdistan û Azerbaycanê ji siyasetek du rûtiyê niþan da.
Dewleta Ýranê ber bi Tebrêz paytexta komara Azerbayicanê hêriþên xwe dest pêkirin û di demek kêm û bi bê berxwedan, birêveber û serokkomarê Azerbayicanê (Ceefer Piþeweri) reviyane Sovyetê. Azerbayican careke din kete jêr desthilatdariya dewleta navendiya Ýranê. Di Azerbaycanê de di çaxê çend rojan de bi hezaran kes hatin kuþtin, lê li Kurdistanê rewþ bi awayek din bû.
Ferqa heri mezin di navbera komara Azerbayican û Kurdistanê de rewþa demokrasiyê bû. Komara Kurdistan bêtir bi gel ve girêdayi bû û ev rasti di çaxê têkçûna her du komaran de ji xelkê re eþkere bû. Piraniya gelê Azeri bi têkçûna desthilatdariya Piþeweri þad û kêfxweþ bûn, lê di rojên dawiya komara Kurdistan de Mihabad bajareki heri xemginê cihanê bû. 11 meh temenê dewleta Kurdistanê de gelê Kurd bi baþi tama serbesti û azadiyê kiþandibû.
Serokkomar û birêveberên komara Kurdistan piþti ku hêza dewleta Ýranê bi serokatiya serleþker Fezlula Humayuni ber bi Kurdistanê hatin, civenek pêkanin û li ser rewþa wê demê bi hevre þiwirin.
Di wê demê de hýnek serok eþiretên Kurd (Dêhbukri, Mameþ û Mengor) xwe teslimi hêzên artêþa Ýranê kirin û birêveberên artêþa Ýranê bi pilanek gemar dixwestin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuþtin û bixwe ji bi bê xisarek cani û maddi carek din desthilatdariya xwe li Kurdistanê damezrinin. Li hemberi vê siyaseta dewleta Ýranê, serokkomarê Kurdistanê bi mercekê razi bû ku bajarê Mihabadê teslimi dewleta Ýranê bike: ew ji ev bû ku eger dewleta Ýranê bixwaze bi hêza êl û eþiretên xayin bajar Mihabadê talan bike û gelê bêguneh bêkuþtin, hêza artêþa komarê ji yê li hemberi artêþa Ýranê þer biken. Li ser vê helwesta Qazi Mihemed M. Barzani ji amadebû ku hemû hêza xwe li diji artêþa þahê Ýranê bikar bine.
Ev tedbira Pêþeway bû sebeb ku berevaji rewþa komara Azerbayicanê ku bi hezaran kes hatin kuþtin û xisarek mezin bi gel ket, li Kurdistanê talan, kuþtin û qetilûam pêkneyên.
Li ser vê baweriyê, Pêþewa û hevalên xwe di dawiyê de li Miyanduabê xwe teslimi hêzên artêþa Ýranê kirin. Lê Ýranê bi taktik careke din ew þandin Mihabadê. Herçend Qazi Mihemed dizani ku ewê bên idamkirrin ji, lê wi sonda xwe ya wefadari û bi tenê nehiþtina gelê Kurd, ji bir nekiribû. Ji ber hindê ji bi pejirandina hemû perpirsyariyên çaxê desthilatdariya serokkomariya xwe, xwest ku ger sûçeki wan hebe(ku di rastiyê de sûçek nekiribûn), hisaba her tiþti ji wi bê xwestin.
Ev karê serokkomarê Kurdistanê bû sedem ku desthilatdarên dewleta Ýranê hemû kina xwe ya li diji gelê Kurd li ser serê Qazi Mihemed û hevalên wi vala biken. Di hemen çaxi de herçend Pêþeway berpirsyaritiya her tiþti girtibû ser stoyê xwe ji, li Seqiz û Mihabadê çend kesên din ji hatin þehidkirin.
Ji wan Ebdulaxan Metin, Mihemedxan Daniþwer, Sidiq Es’edi, Resulaxa Mehmudi û Eli Ciwanmerdi li bajarê Seqiz hatin idamlkirin.
Edbullah Rûþenfikir, Xelil Mazoçi, Resul Nexedeyi û Mihemedi Nazimi ji piþti þehidkirina birêveberên komara Kurdistan hatin þehidkirin.
Dema ku Komara Kurdistan bi komarên ku iro Kurdistan li jêr desthilatdariya wan de dinale( Komara Ýslamiya Ýran, Ýraq, Tirkiye û Suriye), bê qiyas û berawirdkirin, ferqên mezin di navbera wan de tên ditin.
Bi taybet komara Ýslamiya Ýranê û komara Kurdistan di gelek waran de bi hevre nayên beawird kirin. Di temenê teji terajidi û wêrankariyên komara islami de heya niha bi hezaran kes hatine kuþtin û idamkirin. Azadiya bir û ramanên siyasi di komara islamiya Ýranê bi þêweyek hovane tên serkûtkirin, lê naveroka rojname û kovarên ku di çaxê komara Kurdistan de derketine, didin xuyakirin ku herkes li gor ramanên xwe dikare binivise û bixwine. Di Ýranê ji xeyni gelê Faris gelên Kurd, Azeri, Ereb, Turkmen, Gilek û Beluç ji dijin, lê tev ji gelek mafên xwe yên netewi û oli bêparin. Di coxrafya biçûka komara Kurdistan de kêmnetewên Yehudi, Ermeni û Azeri xwedi hemû tiþteki bûn. Xwindina bi zimanê zikmaki û hebûna nûnerê wan di nava karbidestên dewleta Kurdistanê de, du tiþtin ku demokratikbûna komara Kurdistan didin bi dost û dujminan re didin selimandin.
Piþti ku artêþa Ýranê paytexta Kurdistanê Mihabad dagirkirin, general Mistefa Barzani piþti ku birêveberên komarê gehiþtin wê qenae’tê ku nikarin li hemberi artêþa Ýranê li berxwe biden, bi hemû hêza xwe û çar efserên Kurd Ýzet Ebduleziz, Mistefa Xoþnaw, Mihemed Mehmud û Xeyrullah Ebdulkerim ber bi sinorên baþûrê Kurdistanê çûn û li wir piþti ku her çar efserên Kurd xwe teslimi karbidestên Ýraqê kirin, bi terzeki tirajedik hatin idamkirin.
Nemir Barzani û 500 pêþmergeyên wi ji meþa xwe ya diroki û pir bi zehmet, ber bi yekitiya Sovyetê dan destpêkirin û piþti ku çendin hêriþên dijwar ji aliyê artêþa her sê dewletên Ýran, Tirkiye û Ýraqê li hemberi hêzên Barzaniyan bi ser neketin û di navbera wan de þerên giran qewimin, Mistefa Barzani û hemû pêþmergeyên wi derbasi axa Yekitiya Sovyetê bûn û piþti 13 salan li sala 1958’an vegerin Ýraqê û di sala 1963’an de þoreþa Eylolê ya li diji dewleta Ýraqê dan destpêkirin.
Temenê komara Kurdistan herçend kêm û kurt bû, lê bo yekemin car Kurd di diroka xwe de bûn xwedi dewletek serbixwe û demokratik. Canfidayiya serokkomarê Kurdistan Qazi Mihemed heya roja iro ji jý keç û xurtên Kurdistanê re bûye sumbila berxwedan û canfidayiyê.
Serokên komara Kurdistan di çaxê mehkemekirina eskeri de ku birêveberên dewleta Ýranê bi þêweyek formalite pêkanibûn, bi netirsi û qehrtemani ji mafê gelê xwe parêzvani kirin. Wan heta di kêliyên dawiya jiyana xwe de ji bi þanazi serê xwe bilindkirin û ji bo xelaskirina canê xwe seri li hember dujiminê hov netewandin.
Hinek diroknivisên Ýrani bi wê xereza xwe ya þovenisti ku herdem li diji pirsgirêga Kurd di nivisên xwe de dane xuyakirin, karê serokkomar û birêveberên dewleta Kurdistanê xwesipari an ji xwe teslimkirin dihesibinin, lê berevaji vê bir û raya wan ya çewt pêþewa Qazi Mihemed bi vi karê xwe hem canê bi hezaran kesan ji kuþtinê rizgar kir û hem ji nehiþt ku bajarê Mihabad û gund û bajarên din yên Kurdistanê bi destê dewleta Ýranê bên wêrankirin û þewtandin. Naveroka mehkemekirina pêþewa Qazi Mihemed û hevalên ku niha bi niviski ketiye destê rojnamenivisên Kurd vê rastiyê baþtir diselmine.
Di ciheki mehkemekirinê de dema ku serleþkereki Ýrani Kurdan tehqir dike Qazi Mihemed li ser serê wi diqêrine û bi hêrs jê re dibêje:’’ Hûn dikarin min bikujin, lê heqê we tuneye ku sivkatiyê bi gelê Kurd biken, ev bo kevçikek xwinê li ber we naparêmewe. Min dikari bi riheti weke Piþeweri birevim lê bo kûderê herim¬? Vê derê cihê bav û kalên mine û ez di rojên tengaviyê de gelê xwe bi tenê nahêlim…’’ Piþtre Qazi Mihemed bi toreyi sendeliyekê(kursiyê) radike ku li wi serleþkeri bêxe û dadgeh neçar dimine ku navberekê bide karê xwe yê mehkemekirinê.
Ev cesaret û mêrxasiya Qazi Mihemed hemû berpirsyarên dadgehê heyretgirti dike.
Fidakari û canbaziya serokên komara Kurdistan heta roja iro ji di nava destan û stranên Kurdi de reng daye û meydana Çiwar Çira heta roja iro ji, ji bo hemû Kurdên Kurdistanê bûye ciheki paqij û muqedes. Cihê ku rojekê komara Kurdistanê li wir hat ragehandin û di 31ê Marasa sala 1947’an canê her sê Qaziyan bi þêweyek dûr ji exlaqê mirovanetiyê di qada Çiwar Çira de, li ser axa Kurdistanê hat girtin.
Ew ji mere bûn rêber û ewê di diroka doza azadixwaziya gelê Kurdistanê de hertim bên bi biranin. Riya wan û hemû þehidên doza bi þan û þerefa Kurdistanê yê herdem bê þûpandin.
Salroja 55 saliya damezrandina komara Kurdistan li hemû gelên azadixwazên cihanê û bi taybet li gelê qehreman perwerê Kurdistanê piroz be.
Têbînî û jêrnivîs:
1. Çiwar Çira: Meydana navenda bajarê Mihabadê ye. Di çar beþên meydanê de çar tirik hatine çeqandin û li ser her tirekê lamp(çira)yek hatiye bi cih kirin. Ji bona wê ji ev meydan bi Çar Çira meþhure. Niha li cihê çar çirayên meydana Çiwar Çira heykelê çar Þêran hatiye bi cihkirin.
22’ê Marsa sala 1946’an komara Kurdistan li meydana Çiwar Çira hat ragehandin û di 31’ê Marsa sala 1947’an de ji serokkomarê Kurdistan bi hevalên xwe Sedrê Qazi û Sêyfê Qazi li Çiwar Çira hatin þehidkirin. Ji bona wê ji Çiwar Çira di diroka Kurdistan de ciheki muqedes û piroz e.
2. Sonda pêþewa Qazi Mihemed bi zarava Kurmanci wihaye:
’’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niþtiman, bi þerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefadar biminim.’’
3. Got û bêj bi lawê pêþewa Qazi Mihemed Eli Qazi re.
4. Got û bêj bi xanima pêþewa Qazi Mihemed Mina Qazi re.
Dewleta Federe ya Kurdistan(1992)
BERÎYA AVABÛNA DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN-NÊRÎNEK GIÞTÎ LI DÎROKA KURDISTANÊ
Neteweya Kurd ji B.Z.(beriya zayinî-îsa) salên 10 hezaran ve wekî qevmîyet li ser vî Cihanê wek ji nav gelên herî kevintir de cihê xwe girtîye û bêgûman heta bedawîyê her bimîne. Diroka gelê Kurd qedîm û dewlemend e.Þaristanîya Kurdî ji nav kurahîya dîrokê bi serkeftinên girîng hatiye roja me û mora xwe li dîroka Cîhanê xistîye.Dirokê de yekem padiþahê Kurdan “Tosa”(Diyakos) ye.Gelê Kurd di dîrokê xwe de bi navê Medya imparatorîyek herî xurt avakiriye û piþtî Medan gelê Kurd nikarî buye carekî din dewletek wisa bihêz û berfireh avabike. Medan bi sedsalan desthilatdarîya xwe parast û hemû êþîrên Kurdan û êþîrên ku piþtre bingeha Persan pêk anîne di banê Imparatorîya MEDAN de di nava aþitî de jiyan.Piþtî rûxandina dewleta Medan gelê Kurd bi wekî Kardûkan derketin dîka mejûyê.Di vê demê de ji azerbaycana îro heta kendava basrayê di bin destê Kurdan de bu.
Ji ber asûna xwe ya jeo-politik a Kurdistan,paþdemayîna civaka Kurd,di nav civaka Kurd de nebûyîna çîna rewþenbîrî,ziyana ku ku bi sedsalan li Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û tirsa dewletên Cîhanê ji diroka Kurdan û nexwestina wan a Serbixwebûna Kurdan,kêþeya olî û gelek sedem û arîþeyên din gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.Piþtî þerê cihanê yekem Kurd di peymanê sewrê de firsendek bi dest xistine.Di peymana Sevr de serbixwebuna Kurdistan hatiye pejirandin.Lê Sevr de gelek xalên ku Kurdan eciz kiriye jî bune û Kurd û hêç hêzêkî din xwedî li peymana sevrê derneketine.Kurd wê demê de nizanîbûn ku peymaneke ji sevrê hezar hezar carî girantir peymanek bo kurdan bêne morkirin.Lê wisa bû ji ber dek û dolabên Kemalistan û birexistin ne buyîna Kurdan carekî din Kurdistan di nav dagirkeran (Tirkîye,Iraq,Surîye,Iran) de hat parvekirin.Di sedsala 20’an de jî wekî Serhildana Þêx Saîd,Dersim,Çiyayê Agirî,Serhildana,Þêx Mehmûd,Bedîxanîyan,Mistefa Barzanî û gelek serhildanên Kurdan bo azadîya Kurdistan çêbû.Lê yek ji wan jî bi tememî negihiþt encamê.Di sala 1946an li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê Mahabê hat îlan kirin.Lê ev komara yekemîn a Kurdan ku di nava hemû gelê Kurd hêvîyekî mezin afirand, di nav salekî de hat rûxandin.Û di dawîya dawî de jî wekî encama têkoþîna dûr û dirêj ya gelê Kurd. jî 1992’an de Dewleta Federe ya Kurdistanê hat îlan kirin.Ev dewleta federe hin jî girêdeyê Iraqêye û çavên hemû Kurdan li vê beþa azad a Kurdistanê de ye û her roj berew serxwebûnê diçe.
Bo nivîsandina kitekita ev dîroka dûr û dirêj bi hezaran rûpel jî têr nake.Mijara me Dewleta Federe ya Kurdistane û emê ji wan kitekitan zêdetir,bi kurtasî salên dawîyên berîya avabûna Kurdistana Azad binêrin.
Piþtî perçebûna xaka Kurdistan bi peymana Lozanê re gelek serhildanên Kurdî çêbû û tu serhildan jî negihîþt encamê.Bi Peymana Lozenê re Îngilizan bûbûn deshilatdarê Iraqê.Di dema desthilatdarîya Ingîlizan de politikayeke dûalî hat meþandin. 1922 de Þêx Mehmud hikumata Kurdistanê avadike û xwe weke Melikê Kurdistanê radigîhîne.Lê ev Hikumat zêde berdewam nake û tê rûxandin.Piþre vê demê de (1931-1932) Serhildana Þêx Ahmed Barzanî li baþurê Kurdistanê destpêkir û demekê þûn de jî têk çû.Heman demê de serhildana duyemîn û têkçûna Þêx Mehmud Berzencî jî li hemberî Îngilîzan de pêkhat. Di salên 1940’an de Mistefa Barzanî dibe pêþengê Tevgera Rizgarîya Kurdistan.Sala 1945’an de Mistefa Barzanî bi navê Azadî rêxistinek avadike.Bi avabûna Komara Kurdistanê(Mahabad) Barzanî dibe Generalê arteþa Komara Kurdistanê. 16 Gelawêj-Tebaxê sala 1946 de Partîya Demokrata Kurdistanê(Baþûr-Iraq) PDK tê damezirandin.Piþtî rûxandina Komara Mahabadê Mistefa Barzanî û Pêþmergeyên Kurd dest bi meþa mezin kirin diçin Rûsyayê.Sala 1958 7 Cotmehê de Mistefa Barzanî ji Sovyetê vedigere bo Kurdistan. 11 Îlona sala 1961’an de li baþurê Kurdistanê dijî rejima Iraqê þerê çekdarî ji nû ve destpêdike.11 Adarê 1974’an de li baþurê Kurdistanê qanuna otonomîya Kurdistan de tê ragihandin lê derdikeve holê ku rejima Iraqê ne aligirê berdewamîya vê otonomîye.Demekê kin de Kurd vê listikê fêm dikin û ji nû ve dijî rejîmê serî hildidin.8 Adarê 1975’an de Iraq û Îran bi peymana Cezayîrê lihevkirin.Îran piþtgirîya ku dida tevgera baþurê Kurdistanê kiþand û Kurd dîsa hatin xapandin.Piþtî þikestina tevgera Mistefa Barzanî ji PDK’yê gelek kom veqetiyan û wan koman bi pêþengiya Celal Talabanî de Hezîrana sala 1975 damezirandina Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan(YNK) îlan kirin.Be guman di navbera 1920-1980ê li baþurê Kurdistanê gelek bûyer û pêþketin heye lê ev hemû rûdanan mijarerê pirtûkane.Em li vir de tenê li bûyaren banegehî dinêrin.
1976’an de dîsa li baþurê Kurdistanê di bin rêberîya Partîya Demokratê Kurdistanê de serhildenek mezin destpêkir.Lê ev serhildan jî zêde najot.Di salên 1976-1984an de þerê birakujî di navbera hêzên Kurdî de destpêkir.Þerê birakujî derbeyeke mezin xist morala gel û tevgerê.1ê Adarê 1979an de Serokê Netewîya gelê Kurd Nemir Mistefa Barzanî li DYE çû ser dilovanîya xwe. e.
Pêþmergeyên Kurd bi dehsalan li zivistanê û havînê,li germ û sermayê de di bin mercên herî girande,bêxwedî,birçîbûn her tim bo Kurdistan xebat kirin,ser çiyayan ji malbatên xwe dûr welatên xwe parastin.Beramberî hemû bêimaknîyan weþanên radio,rojname pêkanîn.Îro Kurdistan bi saya wan fedakarikan hat vê merhaleyê.
Îlona 1980an de bi destpêkirina þera Iraq û Îranê de Kurdistan gelek zîyan dît.Her wiha zext,iþkence,zilm û terora rejîma Iraqê roj bi roj zêdetir dibû û bi hezaran Kurdên bêgineh dihat qetl kirin.Zordarîyeke ji bawerîyê der dihat meþandin.Wekî mînak ji eþîra Barzanî 8 hezar hatin qetlkirin. .Di operasyona wehþî ya Enfalê de li Kurdistanê ji sedhezarî zêdetir Kurd canê xwe wenda kirin.GundênKurdan hat þewitandin,her tiþtê ku aidê Kurdan bû dihat tune kirin.Kurd li baþurê Kurdistanê têkoþîna mayîn û nemanê dikirin. Di sala 1988 an þerê birakujî qedîya û bi beþdar bûna 8 partîyên Kurdistanî “Enîya Netewîya Kurdistanê” hate damezirandin.
AVABÛNA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN(1992)
16 Adara sala 1988an de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser Helebçeyê.Encamê de 5000 Kurd hate kuþtin.Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare mezin netîdin.Heta di Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji ber ku Sedam Hiseyîn bi saya hêzê gihîþtibû vê hêzê.Piþtî vê êrîþê bi sedhezaran Kurd ji tirsa çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.Bi hezeran Kurd ber bi bakurê Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi rojhilatê Kurdistanê çûn.Vê demêde jî piþtî vê demê jî Neteweyên Yekbûyî meseleya Kurdistan neanîn rojeve.Ji ber ku patronên NY Amerîka,Britanya û Rûsya tiþtekî wisa nedixwestin.
Piþtî dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û Kurd jî vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li Iraqê Kurd û Sedam disa hember hew man.Kurd vê navberê de bi serhildaneke mezin rêz bi rêz 5’ê Adarê de bajarê Silêmanî,11 Adarê de Hewlêr û Xaneqîn, 14 Adarê de jî Dihok û Amêdî bi delfetên xwe ji destê rejima Iraqê rizgar kirin..Lê belê Emerîka xiyanetî kir li Kurdan kir û alîkarîya Kurdan nekir.Lê bi xêra hin qenalên Medyaya Cihanê rayagiþtîya Cihanê li hemberê hovîtîyên Seddam û bêbextiya Dewleta Emerîkayê rabûn ser lingan.Li ser vê yekê jî hin dewletên Ewrûpa –di serî de britanya- mecbûr man ku bo parastina Gelê Kurd hin çareyan gerîyan.Heta 15 Nîsanê hejmara Kurdên ku reviyabûn Îranê ji milyonekê zêdetir bû.Pirsa Kurdistanê bi hefteyan ji rojeva Cihanê derneket.Dawîyê de George Bush mecbur ma ku Iraqê hiþyar bike.Disa jî Kurd bawerîya xwe bi gotinên emerîka nedianîn.Herçiqas George Bush hewl dida ku zextên Ewrûpa,çapamenî û raya giþtîya Cihanê rizgar bibe jî li hemberê rexne û bêbextiya ku Kurdan kiribû neçar man ku ji bo bi Britanya,Elmanya,Îtalya,Frensa di 16yê Nîsanê 1991’an de xeta 36ê û jor de bo gelê Kurd herêma azad îlan kirin.Lê bajarên wek Kerkûkê ku neft lê hebû nedan Kurdan.Kurd bi demekî kin de vegerîn ser xakên xwe û demekî kurt de hêzên xwe ji nû ve qezenc kirin û êdî bênavber dixebitîn.
Piþtî demekê Kurd dest bi xebatên avakirina Kurdistanê kirin da ku vê delfeta dîrokî û bêhempa bikarbînin û 19 Gulana 1992an de Li Baþurê Kurdistanê yekem hilbirtinên giþtî yên Parlementoya Kurdistanê pêk hat.Ji bo parlemena Kurdistan 6 lîste beþdarî hilbijartinê bûn:1-Partiya Demokrata Kurdistanê,2-Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan-Partiya Zehmetkêþên Kurdistan,3-Partî Sosyalistî Kurdistan-Partî Demokratî Serxwebûnî Kurdistan,4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan,5-Partiya Kominîs,6-Tevgera Islamîya Kurdistanê.Ji ber ku hilbijartinan de %7 beraj hebû tenê du liste;listeya PDK û listeya YNK-PZK ketin parlementoya Kurdistanê.Listeya PDK ji%45.26,listeya YNK jî ji %43.82 dengan girtibûn.PDK û YNK li hev kirin ku 100 kursiyan di navbera xwe de 50-50 parve bikin navê vê sistemê re fiftî-fiftî dihat gotin.Lê ev sistem di pêþerojêde bû linhevnatinên mezin.
Hilbijartin tevî hemû kêmasîyên xwe him hêvîya gelê Kurd zêde kir,him jî nîþanî hemû Cîhanê dan ku ji bo pêþveçunê zemîneke baþ heye.4ê Hezîranê de Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin.Parlemento û Hikumeta Kurdistanê bi tempoyeke baþ dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku li baþurê Kurdistanê dibû ne tenê bo Kurdistanîyên Baþur bo hemû Kurdistanîyan dibûn tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de Parlemena Neteweyîya Kurdistan biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe ya Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê parlmena Kurdistanê Cewher Namiq bû.
JI SALA 1992 Û VIR VE REWÞA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN
Li pêy îlan kirina Dewleta Federe ya Kurdistan bingehê dewletê:wezaretên Hikumeta Kurdistan,desthilatîya rêvebirî û dadî,artêþa neteweyî,hêzên ewlehîyê,dezgehên çandî-civakî,dezgehên perwerdehî û ragihendinê hêdî hêdî hat demezirandin.Piþtî demekê kin PKK êrîþê bir ser Dewleta Federe ya Kurdistanê.Bi îlan kirina Dewleta Federe ya Kurdistan dewletên dagirker Tirkîye,Iran,Iraq û Sûriye pirr eciz bûbûn.Lewma jî dixwastin hundirê Kurdistana Azad tevlihev bikin û Tirkîye jî bi vê avahî bi bahaneya PKK êrîþî ser Kurdistana Azad dikir.Hin Dewleta Federe ya Kurdistan baþ rûneþtibû gel birînên xwe baþ nepêça bû sala 1994an de YNK û PDK bo desthilatîya sîyasî êrîþê hev kirin.Partîyên Kurdistanê bo berjewendîyên xwe Kurdistan dîsa perçekirin û disa þerê birakujî destpêkiribû.Þerê PDK û YNK kêrî PKK û Dewleta Tirk dihat.PKK li baþurê Kurdistanê bi cîh bû Kurdên Baþur di nav xwe de bi rêxistin kir û wan dijî PDK û YNK bikaranî. Dewleta Tirk jî PKK dikir mane û êrîþî ser Kurdistana Baþur dikir.Þerê birakujî heta destpêka 1995an xurtir bû û kêyfa dijminan pirr dihat ji vê rewþê. Ji ber ku tiþtên ku dixwastin bikin jixwe li Kurdistana baþur pêk dihat Di þerê birakujî de bi sedan Kurd hevûdin kuþtin.Her wiha bisedan sivil jî dest ji jiyanê xwe dan..Di caran di navbera PDK û YNKê de lihevtin hat pêkanîn.Yek li Dublînê(11 Tebaxa 1995) yek jî li Washingtonê.Her wiha di vê demêde Hêzekê ewlehîyê bi navê INC li baþûrê Kurdistanê hat bi cih kirin ku Hêzên Tirk jî nava vê hêzê hebû,bû belayê serê gelê Kurd û bi salan Dewleta Tirk bo tevlihev kirina baþûrê Kurdistanê tevî Tirkmenan vê hêzê bikaranî.
PKK destpêka sala 1995 ê de di weþanên xwe de êrîþê ser malbata Barzanî dikir.PKK li pey kampanyayê xwe êrîþî ser PDK kir.PKK û YNK dixwestin ku bi alîkariya dagirkeran, partiya 50 salî PDK ku 50 sal li dijî dagirkerîya dijminên Kurd têdikoþe, ji holê rakin.Tirkîye jî 19 ê Adara 1995an de bi hêzekî pirr mezin êrîþê baþurê Kurdistanê kir.PDK vê navberê de hinek bêhna xwe girt û ji tûne bûnê rizgar bû.Þerê PDK,PKK û YNK heta sala 1998ê li baþurê Kurdistanê dom kir.Beramberî hertiþtî pêþketin di Kurdistana Federe de çêdibû.PDK û YNK hikumetên cûda avakiribûn lê her 2 hikumet jî kêm be jî bo avadanîya Kurdistanî dixebitîn.Heta sala 2001ê rewþ aram derbas bû pêþketina Kurdistanê bilêz bûbû.Di sala 2001ê de dîsa navbera PKK û YNK de þer derket.PKK vê carê jî YNK xayîn îlan kir.Lê êdî ji ber kojptura Cihanê hêza PKK qediya bû kes xwedî dernediket û PKK xwe bi xwe aþitî îlan dikir ,herêmên parastina îlan dikir,þer îlan dikir.Bi vê avahî girseya ku li pêy wê bû dixepand.
PKK her tim baþurê Kurdistanê û hêzên siyasî û gelê baþurê Kurdistanê bi feodal bûn û paþdamenê sûcdar dikir. PKK ku tu tiþt bo Gelê Kurd pêkneanîbû û pêþketinên li Baþurê Kurdistanê hezm nedikir û dixwast li çavê Kurdan de jî biçuk bixîne.Kurdistaneke Azad li dijî berjewendiyên PKK bû.Li wan fiþardeyan re jî hinek Kurdên Bakurê Kurdistanê jî bandor de ma bû.Lê kesên wisa nedîtin ku PKK wekî nijatperestên Tirk diaxife.Nijatperestên Tirk jî bo Parlementoya Kurdistanê digot parlementoya êþîran an jî “dewleta kukla” heman tiþt PKK jî digot.Çawa dibe ku hêzêkî Kurdî pêþketine ewqas mezin ku Kurd bi sedsalên li hêvîya vê yekê bûn da ku pêþaroja Kurdistan rizgar be.Bila vê meseleyê jî xwendewan bifikire.
Li baþûr Hikumet cûda bin jî hêdî hêdî Dewleta Federe ya Kurdistan rûdiniþt û gelê Kurdistan Azad tama azadîyê girtibûn.Nifþekî nû li Kurdistana Azad mezin bû bû.Ev nifiþ edî zimanê erebî nizanî bû.Zimanê vê nifþê zimanê Kurdî,çanda vê nifþê tanê çanda Kurdî,ala ve nifþê ala Kurdistanê,marþa vê nifþê “Ey Reqip” û xaka vê nifþê jî bi fermî Kurdistan bû.Lewma êdî pêvajoyek geri dönülmez dest pêkiribû.Rastî de Dewleta Federe ya Kurdistan ji aliyê fermî de Federe be jî pratîkê hin zêdtir nêzî dewleteke serbixwe ye.
Bûyera di 11ê Îlona 2001 de li Emerîkayê çêbûn di rewþa Cihanê ya abrî,leþkerî,sîyasî de gelek guhertin çêkir.Wekî encamekê vê bûyerê Emerîka midexaleyê Iraqê kir û 9ê Nîsanê 2003an de rejîma Iraqê ji alîye DYE ve hat rûxandin.Raste ku Gelê Kurd li baþurê Kurdistanê hevkarî kirin û dikin.Raste Emerîka li pêy bejewendiyên xwe ye.Lê divê Kurd jî êdî li gorî rastîyên Cihanê tevbigere.Ger bi vê hevkarîyê pêþaroja Kurdistan xelas dibe û bi hevkarî nekirinê ihtimala têkbirina Emerîka niha nîne vê çaxe di vê hevkarîyê de tiþtekî þaþ nîne.Kurd ji ixaneta yekema Emerikayê ders girtin û lewma êdî Kurd jî bi avayekî bergirî tevdigerin. Êdî gelê Kurd encax bi siyasetekê reel û gorî konjoktora Cihanê tevbigere qezenc bike ne bi idolojî,gotin,qalibên teng bi ramanên kevnbûyî.
Di 4ê Cotmehê 2002an de Parlemena Kurdistanê ji nû ve bû yek û hat vekirin.Bi vê avahî rêvebirîya Dewleta Federe ya Kurdistan ji nû ve yek bû.Êdî meseleyên Kerkûk û yekxsitina hikumetan ma bû.Di nava gelê Kurdistana Baþur de jî hiþyarîyek mezin peyda dibû herkes bo jiyanek azad û baþ serxwebûna Kurdistan dixwest
Li pêþ destpêbûna þerê Iraqê Trikîye xwest ku alîkarî Emerîka bike û peþî li azadîya Kurdistana Baþur bigre.Li ser vê yekê 3ê Adarê 2003an de Li Kurdistana Federal bajarê Hewlêr û bajarên din de bo þermezaran kirina helwesta Tirkîye ku dixwest Kurdistana baþur dagir bike bi milyonan kes daketin kolanan.Tirkîye jî dawîyê de negihîþt daxwazên xwe yên qirêj.
Dewletên dagirker vala nesikinîn û bi destên Kurdên xayîn û paþverû 1 Sibata 2004ê de Li Kurdistana Federe bajarê Hewlêrê terorîstan êriþên xwekuj birin ser barehagê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê .Di van êriþan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140 kesan hatine kuþtin.Piþtî vê buyerê li hemû Kurdistan û Cihanê xwepeþandanên sermazarkirinê û piþtgirî dayînê bo Kurdistana Baþur pêk hat.Dijminên gelê Kurd hesabên xwe baþ nekiribûn.Çinkî gelê Kurd di vê konaxê de ji her êrîþî bihêztir derket.Gelê Kurdistan hin zêdetir nêzî hev bû hiþmendiya neteweyî derket holê.
Di Sibata 2005ê de,Li Kurdistana Azad û Iraqê hilbijartinên giþtî pêk hat.Di vê hilbijardinê de Neteweya Kurd encamekî dîrokî bi destxist.Listeya Hevpeymanîya Kurdistan ku gelek partîyên Kurdistanê tê de cih digirt li seranserî Iraqê de %30 deng vergirt û 70 parlementer xist parlemane Iraqê.Her wiha bi vê hilbijartinê hilbijartinên Parlemena Kurdistan jî hat kirin.Parlemena Kurdistanê de jî listeya ku PDK,YNK û hin partiyên din têde cih digirtin ji dengan bi qasê %90 deng vergirtin.Bi vê avahî Hikumetên Kurdistan bi temamî bû yek.Di vê hilbijartinan de Kurdan serkeftinek mezin di Kerkûkê de jî bi destxistin.Kerkûk, carekî din eþkere bû ku bajarekî Kurdistanîye.Her wiha di hilbijartinên Iraqê de li ber hemû Cihanê eþekere bû ku angaþtên Tirkan vikûvalaye,Enîya Tirkmenan ku bo bêistiqrar kirina Kurdistan bi destê Tirkîyê hatibû damezirandin tenê li dora %1 deng girt.Di kombûna yekem a Parlemena Kurdistanê de bi yek dengî, Rêzdar Mesûd Barzanî wekî Serokê Dewleta Kurdistanê hat hilbijartin.Her wiha Celal Talabanî jî bû serokkmarê Iraqê.
Piþtî hilbijartinê li Hikumet û Parlemena Kurdistanê hat pêkanîn.Li Dewleta Federe ya Kurdistanê di her warende pêþveçûn û pêþketinên nû çêdibe.
Dewleta Federal a Kurdistan bingeha Dewleta Kurdistan e.Ger serxwebûnek were îlan kirin.Di birêvebirin de zêde guhertin nebe.Ji ber ku hemû tiþtê DewletÊ amadeye û birêde diçe.
…
Parlemena Netewîya Kurdistan
Parlemena Neteweyîya Kurdistanê otoriteya zagonsazîyê ye.Bi dengê eþkere an jî weþartiyê gel nûnerên gel tê hilbijartin. Parlemena Kurdistan li Hewlêrê ye.Ji 105 kursîyan pêk tê.Dewra Parlemena Kurdistanê ji rûniþtinê yekem pêve 5 sale.Serokê Parlemena Kurdistanê.
Hikumeta Kurdistan
Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkê wezirên Hikumeta Kurdistanê …… ye.
Wezaretên Hikumeta Kurdistan
Li Dewleta Federe ya Kurdistanê Hikumeta Kurdistan ji wezaretên Wezareta Nawxo,Wezareta Perwerdeyê,Wezareta Tenduristî,Wezatera Eþxal û Iskanê,Wezareta Alikarîya Mirovî,Wezareta Dawerîyê,Wezareta Pêþmerge û Leþkerîyê,Wezareta Bajarvanî û Turizmê,Wezareta Rewþenbirî û Çandê,Wezareta Karûbarê Îslamê,Wezareta,Gihandinê,Wezareta Avakirin û Pêþvebirinê,Wezareta Piþesazî û Enerjîyê,Wezareta Darayî û Aborîyê pêK tê.
Wezîrên Hikumeta Kurdistan ji aliye Parlemena Kurdistanê hilbijartin.
Dezgehên Rêveberîyê
Hêzên Leþkerîya Kurdistan
Ji sedhezarî zêdetir hêza Pêþmergeya Kurdistanê heye.Her wiha sala 1997an de Arteþa Taybet a Kurdistan(Arteþa Taybet a Zawite) hat avakirin.Lêþkerên Arteþa Taybet a Kurdistan bi rêbazên nûjên tên perwerde kirin.Sistema bipere tê bikaranîn.Ev tiþt jî dibe sedema profesyonel bûyîna vê arteþê. Arteþa Taybet a Zawite li hemû Dinyayê daye îspat kirin ku gelê Kurd jî dikare xwedî arteþekî modern û pêþketi be.
Di Hêza Leþkerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de kêþeya herî mezin nebûyîna çekên girane.Ger hemû hêza leþkerîya Kurdistanê bi çekên giran,modern û bihêz were arastin vê hêz, tevger,bandor,hêza biryar dayîna Kurdistan jî zêdetir be.Her wiha ger gelê Kurd bixwaze di Cihanê de bibin hêzekî mezin divê Hêza Lêþkerîya Kurdistan bi her avahî xwe modernîze bike û pêþxe.
Aborîya Kurdistana Azad
Aborîya Kurdistanê de giranîya mezin a çandinîyê heye.
Ger mesleya Kerkûkê çareser be û Kurdistan bikare be dewlemendîyên xwe bikarbîne vê demê aborîtya Kurdistan bi hêzekî mezin pêþkeve û Kurdistan bibe hêzekî mezin û welatekî pêþketî û BERDEWAMÎ.
Niha hatinîya Aborîya Kurdistana Azad çandinî,ajeldarî,bêþ(vergi),hatinên derîya sînorê,alikarîyên welatan, û pêþketinên din sektorên avadanî,avahîsazî,muhendisî û bêþen ku ji þirketên biyane têngirtin pêk tîne.
Divê ihracat zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen netewî were avakirin.Divê pêþarojê de dewlet destê xwe ji sekora xizmetê vekiþîne.Lê bi yasayan hîmên neteweyî ser bingeha babetên nûjen werin parastin.
Li Kurdistana Azad divê giranîya pîþesazî û serktorên xizmetê pêþkevin da ku Kurdistan xwedî aborîyeke baþ be.
Bandora Benqeya Nevendiya Kurdistan di pêþketina aborîya Kurdistanê de zêde dibe.
Medyaya Kurdî
Îro li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî weþanên xwe didomînin yên din jî bi þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Her wiha demên dawî de qenleke erebî bi navê El-Tahiki TV bo enformasyon û diplomasîya Kurdî ser satalaytê frekansa Zagros TV de dest bi weþanê kir.Biqasî wan jî radyo li Kurdistana Azad weþanên xwe berdewam dikin.Her wiha li Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi weþanê xwe kir.
(Bo agahîstandina rewþa çapamenî û weþangerîya Kurdistan Azad binêrin li.-Diroka Rojnamegerîya Kurdî û Rewþa Niha ya Medyaya Kurdî-Serhad B.RÊNAS)
Rewþa Rojane û Bajarvanî
Piþtî vabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê bi sedan gund ji nû ve hat avakirin.Bo dewlemntir bûyîna rewþa rojaneya gel gavên hat pêwîst avêtin.Cihên seyrangê hat vekirin.Þeqam û paûran hat nûjen kirin,park û bexçeyên cûrbecûr hat vekirin ,navendenên nûjen ya danûsatndinê hat vekirin.Di jiyana çandî de gelek pêþveçûn pêk hat.Pêþengehên pirtûk û wêneyan bi avayekî periyodik tê sazkirin.Pirtûkxaneyên Kurdî hat vekirin.Ji ber ku Aborîya Krdistan ne zêde pêþdeye hin jî dîmena bajarên Kurd ne zêde pêþketiye.Hê jî pisgirêkên avahîya bingehîn nehatiye çareser krin.Dîsa jî pêþketina ku li Kurdistana Azad pêk hatiye pêþketinên wek derhoze ye.
Perwerdeya li Kurdistana Azad
Li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn.Gelên din jÎ dikarin li gel zimanÊ Kurdî bi zimanê xwe jî perwerde bibin.
Li Kurdistana Azad Zankoya Selahhaddîn-Hewlêr,Zankoya Silêmanî,Zankoya Duhok,Zankoya Koyê û Zankoya Kerkûk bi giþtî 5 zaningeh(zanko) heye ku bi giranî zimanî Kurdî perdewerde tê dayîn.Li Kurditana Rojhilat jî Zankoya Kermanþah û Zankoya Kurdistan de zimanê Kurdî bi fermî tê bikaranîn.Hewlên Hikumeta Kurdistan her roj bo pêþketina perwerdeyê ser hîmên neteweyî û nûjen zêdetir dibe û dezgeh û rexistinên di vê qadê de zêdetir dibin.Li Kurdistana Azad dezgeheke girîng bi navê Korî Zanyarî Kurdistan ku bo pêþketina zanist,ziman,çanda kurdî hatiye damezirandin,akademî û gelek rexistin,yêkîtî û dezgeheên akademîk hene û gav bi gav zêdetir jî dibin.
Niha Li Kurdistanê gundê ku dibistan tunebe nîne.Li gorî biryara Hikumeta Kurdistanê di cihêkî de 15 xwendekar be jî li vê cihê dibistan tê vekirin.Her sal bi dehan dibistanên nû tê vekirin.
Weþangerî û Wêjeya Kurdî
Li Kurdistana Azad û perçeyên din de bi dehan weþanxaneyên Kurdî heye.Rêjeya çapkirina pirtûkên Kurdî li gor zimanên Cihanî re muqayese bikin hêjmar gelek kêm e.
Bi giþti di 4 perçeyêde –ji %60-70 li Kurdistana Azad de ye- her sal derdora 1500 pirtûk tê çapkirin.Ger ev hejmar ser 30.000an derkeve encax dikarin bibêjin ku xeter rabûye.Kêmasîyek girîng jî kêmbûna an jî nebûna wergerên berhemên zanistî,teknolojî,akademîk,perwerdehî ye.
Çand,Mûzik û Hunera Kurdî
Li Kurdistana Azad li gorî Kurdistana Bakûr û perçeyên din hilberîna mûzika Kurdî gelek zêdeye lê piranîya wan berheman sed mixabin ne hêjayî guhdarkirinê ne.Heman bêwespî di klibên ku Kurdistan Azad de tê kiþandin de jî heye.Tiþtê ku mirov pirr eciz dike ewe him bi taybetî li Kurdistana Azad,him jî li Kurdistan Bakûr û li Ewrûpa mercên afirandinê hemû imkanan heye lê gelek hûnermend diçin li Stenbolê albûmên xwe tomar dikin.Ev yek bo Kurdan cihê þermezarîek mezin e.Ev rewþ nîþanî dûrbûna ji nirxên sincî û netewî a hin hûnermên û produktorên Kurd nîþan dide.Îro ev navend diviya bû ne Stenbol Hewlêr û Amed bûya.Mûzika Kurdî ku çerxa berjewendî û dêkûdolaban a Unkapanî de were afirandin bila tu kes pêþketin ji mûzika Kurdî hêvî neke.
Li baþurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi piþgirîya ku Hikumeta Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kiþandin jî zêde kir.Piraniya wan filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek Bahman Qubadî,Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan ku dîroka sinemaya wan 70 saliye jî derbas bike.
Zimanê Kurdî
Îro Zimanê Kurdî Iraqa Federal de duyemîn zimanê fermî û Kurdistana Azad(baþûr) de jî yekemîn zimanê fermîye.Li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn.Bi sedan kovar,bi dehan rojname,bi sedan pirtûk,albûm û hwd. bi Kurdî derdikeve.Di alavên ragihandinê pêþketi û qadên fermî,dadî hwd. de Kurdî li Dewleta Federal a Kurdistanê giranîya xwe roj bi roj zêdetir dike.Nifþê nû tenê zimanê Kurdî dizanin.
Rewþa Çandinî û Ajaldarî
Di aborîya Kurdistanê de girenîyeke mezin a çandinîyê heye.Kurdistan di hêla genim,nok,nîsk û mêwîyan de gelek dewlemende.Di berên heywanî de kêmasîyek nîne.Hilberîna goþt,þîr,rûn û pênir zêdeye.Febrikaya mirîþkan ku li Dihokêye him pêwistiya Kurdistana baþûr pêk tînin him jî bo dervey Kurdistanê tê ihraç kirin.Potansyele ihraç kirinê di hemû qadên çandiniyê de heye lê ev potansiyel niha bi temamî nayê bikaranîn.
Tenduristî
Li Baþurê Kurdistanê nexweþxenya Rizgarî di qada tenduristî de pêþ de tê.Li Kurdistana Azad êdî delfeta pêkanîna emeliyatên hercurêyî peyda bûye.Xebatên modernîze kirine li vê warê de berdewam dike.Hêrî zêde ji ber sedemên aborî kêþeya derman û cihazên tibbî tê kiþandin.Wezareta Tenduristîyê di hin waran de lewaz dixwebite.Divê ku Hikumeta Kurdistanê û dewlemend û karsazên Kurd bo sektora tenduristîya Kurdistanê hin zêdetir remnadinin.
Werziþ(spor)
Li Kurdistanê bo sporê eleqeya gel zêde dibe.Kolejên sporê heye.Sendîka Topîpê Kurdistan û Olimpiya Kurdistan hin dezgehên ku bo pêþxistina werziþa Kurdî ne.Li Kurdistan Azad liga neteweyî heye û tîmên Kurdistanî bo serketina ligan de têdikoþin.Di xebatên sporêde giranîya keçan jî cihê þanazîyêye.
Rewþa Siyasî û Partiyên Kurdî
Li Kurdistan Azad de deshilatîya PDK û YNK pirr zêde ye lê dîsa jî her rexistin ku ne dijî berjewendiyên neteweya Kurd be dikare li Kurdistanê xebatên xwe bimeþîne.Hema hema partiyan xwedî tv,radyo û rojnameyê ne.Ji 30 yê zêdetir partî heye li Kurdistan Azad de.
Ol
Piraniya xalkê Kurdistana Baþur misilimanê.Olên wek Êzideyatî,Xiristîyanî,Cihûyî û hwd. jî heye.Herkes dikare ola xwe bi serbestî bijî.Naveda Kurdên Êzidî Lalêþ jî li baþûrê Kurdistanê.Di demên dawî de hin hêzên paþverû bi navê ol li Kurdistanê Ciwanan dixapînin û bûyerên þiddetê li dar dixin.
Tevgera Referandûmê
Li Kurdistana Azad Tevgera Referandûmê bo diyarkirina çarenûna gelê Kurdistana xebatan dike.2004an de nêzî 2 milyon îmze komkirin û pêþkeþî neteweyên yekbûyî kirin.Di hilbijartinên Iraq û Kurdistanê Sibata 2005ê de Tevgera Referandûmê Kurdistanê li gel sendoqên hilbijartinê sondoqên bo referendûmê dan.Ev referandûm referandûmekê fermî lê bi vê referandûmê tevî bajarê Kerkûkê ji %98ê gelê Kurd bo serxwebûnê gotin “erê”.Þaxên Tevgera Referandûmê li Ewrûpayê jî heye.Girîngîya xebatên Tevgera Referandûmê gelek zêdeye.Kurdistana Federal dê ayînde de bi referandûmekê serbixwe be.Bo nêziktir kirina divê xebatên Tevgera Referandûmê Kurdistanê bênavber berdewam bike.
Yêkîtî,Sendika û Rexistinên Civaka Sivîl
Li Kurdistana Azad rexistinên civaka sivîl gelek be di pratîkê de ne zêde bibandorin divê rêxistinÊn sivîl rolên xwe yên di çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd de hin zêdetir bileyzin.
Yekîtya Rojnamevanî Kurdistan
Sendikaya Dadî(edelet) Kurdistan
Sendîkaya Parêzgaranî Kurdistan
Navendî Rewþenbirî Parêzgeran
Yekitiya Jinên(Afretakanî) Kurdistan
Yekîtiya Ciwanên Kurdistan
Yekîtiya Ciwanên Kurdistan
Yekîtiya Qutabîyên Kurdistan
Navenda Tendirustîya Kurdistan
Yekîtîya Nivîskarên Kurdistan
Yekîtî Mamostayanî Kurdistan
Sendîkay Kîmyageranî Kurdistan
Sendîkaya Endezyarên Kurdistan
Sendîkaya Biziþkanî Kurdistan
Sendîkaya Karkeranî Kurdistan
Sendîka Topîpê(Fitbol) Kurdistan
Riya Hewayê Kurdistanê
Li Kurdistana Azad li bajarên Hewlêr û Silêmanî dû firokxaneya navneteweyî hat avakirin.Niha bo welatên Rojhilata Navîn sefer tê dayîn.Þirketekê girêdayê Hikumata Kurdistan bi navê Kurdistan Airlines heye û di nava firokeyande zimanê Kurdî tê bikaranîn di ayîndeyê de pasapotên Kurdistanê jî wê bikewin rewacê.
Saziya Postayê Kurdistan
Ji sala 1991’an vir ve li Dewleta Federal a Kurdistanê de Postayê Kurdistan heye û bi salana pûlên Kurdistanê ser nameyan dixe.
GIRÎNGÎ Û PÊWÎSTEYA DEWLETEKÊ SERBIXWE BO NETEWEYA KURD
Berdawamîya û pêþketina þaristanîya Kurd,Bo gelê Kurd jiyanek baþ û biewle,Bo parastina dîrok,nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan,Bo pêþketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî û hwd. de,Bo pêþketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd ENCAX bi "Kurdistaneke Serbixwe" dikar çêbibe.
DAHATÛYA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN Û ERKÊN KURDISTANÎYAN
Li Kurdistana Baþur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) heye.Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê þehîd daye,xwîna vî hatiye rijandin,xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê ya hemû keþêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî ye.
Wekî ku tê dîtîn bo bê Kurd kirina Kerkûkê hewlên ji bawerîyê der hatine kirin.Hin jî ji %50yê wan tehriban nehatiye paþve vegerandin.Li gel vê yekê jî di hilbijartina 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %80 dengan vergirtin.Dibe ku ew jî behîta Neteweya Kurd e.Kerkûk ya Kurdistanê ye.Divê em vê rastîyê bizanibin û li gorî vê yekê hereket bikin.Divê em aram ûxwebawer bin.Bi hêla çandî,dîrokî,sirûþtî,erdnigarî ve ango bi her þêweyî eþkereye ku Kerkûk bajarekî Kurdîye û vê rastîye jî divê ji herkesî re bidin pejirandin.Meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya Kurdên Baþûre.Bi qasê Kurdên Baþûr e,ji wan bêtir meseleya Kurdên Kurdistana Bakûr,Rojhilat û Rojavayê.Bo xeletîyên nû bexta me û wexta me hêç nînê, çavê Mejûyê li ser Gelê Kurd e.
Bo gihîþtina dahatûyekê þad,azad û bihêz divê bizava rizgarîya Kurdî xwe bi rêbazên reel ji nû ve bihelsengîne û bernameyekê Netewîya Kurdistanê dîyar bike.
Erebandina Kerkûk û sedemên Kurdbûna Kerkûkê zêdetir eþkêre bikim.Wekî ku min berê jî diyar kiribûm ku daxwaza Serxwebûna Kurdistan an jî hewl dayîna pêþketina ziman,çand,huner,muzîk,aborî,wêje –û hwd.- Kurdî,xwedî derketina Kerkûkê,xwesteka çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber gelek mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake,bi sed salan ji nava zilm û zordarîyên bi her rengî de derbas dibe,hemû mafên wî ji destê wî tên girtin, her cûre riyên çareserîya mirovî ku li ber vê gelê hatina girtin çawa daxwazên vê gelê dibe netewperestî. Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî,ji faþizmê dûr be û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd jî heye ku netewa xwe biparêze..
Her wiha em gotibûn ku Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Baþur de heye.Her wiha le baþurê Kurdistanê madenên din jî heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye
Bila mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku angaþata "Êdî ne dema dewletên serbixwe ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne" dikin herî pir girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya serbixwe û netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji Emerîkîyan ku li her derê ziman û ala wan heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji Japonan,ji Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji Farisan,ji Rûsan bipirsin bêgûman bi tûndî,devên bi peroþ û xozî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon bêjin erê.
Tirkên ku li Enqere li dijî kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan dirûþma "Emê dibe ku þevekî de werin(Ango îhtîmla darbeya leþkerî tuwanc dikirin)" diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî bibên "Emê dibe ku þevekî de SERXWEBÛNê îlan bikin".
Pêk anîna hiþa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna hiþmendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kêþeyên civaka Kurd dikeve ser milê rêvebir,rewþenbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîþtine û inteluktuelên Kurd.Bê serbixwe bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêþeyên girîng were çareserkirin û peþxistina zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.Bo rizgar kirina Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek Kurdistanî be.Bergehek eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber siberoj(dahatû) û berdewamîya heyîna Kurd.An ew hiþmendî di gelê Kurd de pêk were an jî pêþberî milletê Kurd rojên reþbînane ewê derkeve peþberî dahatûya Kurd
rizgarkirina Kerkûk e
pêþxistina aborî,hêza leþkerîye û Medyaya Kurdî ye.
di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û piþtgirîya girseyî ya Kurdistana bakur bo Kurdistana Azad e..
bi diplomasî û xebatekê xurt vergirtina piþtgirîya Cihanê ye.
pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd.
jî îlan kirina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê ye.
RÊVEBERÎYÊN DIN A KURDISTAN
Bi 2-3 hevokan ji xeynî Dewleta Federe a Kurdistan rêvebirên din yê Kurd jî nasbikin.
-Niha li rojhilatê Kurdistanê eyaletek bi navê Kurdistanê heye.
-Li ewrûpa hin konferderasyonên Kurdistanî hene.Her wiha Hikumeta Rojavayê Kurdistanê ya Dervey welat heye.
Bu mesaj en son " 29-11-2007 " tarihinde saat 04:29 PM itibariyle Albatros tarafýndan düzenlenmiþtir....
|