Yalnız Mesajı Göster

Eski 19-11-2007, 11:18 PM   #1 (permalink)
Bendewelat
 
Giriş Tarihi: May 2006
Mesaj: 265
Üye No: 3124
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 6289
Rep Puanı : 628603
Rep Derecesi
Bendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond repute
Lightbulb Li Stenbolê şanoya kurdî


Teatra Avesta ku di sala 2003'yan de ji aliyê du ciwanên kurd Aydın Orak û Cihan Şan ve hatibû damezirandin, bi lîstika xwe ya nû bi navê "Tu Ne Gara Yî" 27'ê berfenbarê li Tirkîyeyê Stenbolê salona şanoyê ya Muammer Karaca galaya lîstikê pêktînin.

Şanoya ku Wergera berhema nivîskarê tirk yê binavûdeng Azîz Nesînê û ji alîyê Mehmet Dîcle ve hatiye kirin. Derhêneriya wê şanoyê jî ji alîyê derhenerê karmendê Şanoyên Dewletê ya Stenbolê Turgay Tanulku tê kirin.


Di lîstikê de sê şanogerîn kurd wek Aydin Orak, Remzî Pamukçu û Omer Şahîn dilêyizin. Alîgirîya derhêner jî ji alîye Tayfur Aydin, Bilal Bulut, Muzîk Ahmet Tabar te kirin. Dekor,berg û aksesuarê şanoyê ji alîyê Sedat Bariş, Guzin Kuş, Senem Sînem hatîyê amadekirin.

Mijara lîstika şanoya "Tu Ne Gara Yî" wiha ye;
"Di roja me ya îro de kesên ku heyîna lehengiyê bi awayekî pêkenokî baş tîne ziman Azîz Nesîn e. Azîz Nesîn di vê berhema xwe de hêlên lehengan ên ku em nizanin, kesên ku em dikin taca serê xwe, peykerên wan çêdikin, wan dikin rêber û lehengên ku ji dîrokê re bûne mal bi awayekî pêkenokî vedibêje."

Teatra Avesta bi lîstika "Tu Ne Gara Yî" wê di 27'ê berfanberê de li seat: 19.00'an li salona Şanoya Muammer Karaca derkevî pêşberî hunerhêzên kurd yê Tirkîyeyê.

Bendewelat is offline