Giriş Tarihi: Jan 2007 |
Konum: deyşta rewanê |
|
Mesaj: 29,629
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 105502
| Rep Puanı : 10547108
| |
|
| |
|
Li shûna peyvnivîsarê
... Du sal berê ji Lalishê peywirdarek hatibû Rûssîyayê. Ew bi temenê xwe ciwan, lê pirî zane bû. Bi zanistî nêzîkî pirs û pirsgirêkên olî dibû, ji bo wê jî ji hêla gel va hate hezkirin.
Dema hevdîtinekê kurdekî êzdî jê pirsî: “Koçekê birêz, li vir hinek êzdî derketine û dibêjin, êzdî ne kurd in. Ev çi tisht e, ji ku hat? Hûn li vê pirsê çawa dinihêrin!”
Koçek hizingek rahisht û, bêyî ku lez bikeve, peyv bi peyv, yeko-yeko gotinên xwe rêz kir: “Ewên ku wisa dibêjin, dibe ku ne kurd bin. Û, ger wisa ye, ew ne êzdî ne jî. Wê demê ew divê ji pîrik û dayîkên xwe bipirsin, ka ew ji ku tên... Eger ewên ku wisa dibêjin ne kurd bin jî, ew nayê wê wateyê, ku êzdî ne kurd in, ji ber ku tu têkilîya mirovên weha bi êzdîtîyê ra tuneye.
Eger êzdî ne kurd in, êdî kî kurd e?- Koçek gotina xwe domand. – Kî kurd e – ne kurd e, ez nzianim, lê ku êzdî kurd in, ew jî kurdên li ser bingeha kal û bavan mayî ne, ez vê dizanim. Û cîhan jî vê dizane... ”
___________________________________
Nasî:
1. Tu grêfterîyek di navbera navê ola kurdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlekî ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê ravekirin: Peyva Êzdî ji peyverêza “Yê ez dayî” tê. Pashê, hê dereng, ev peyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, peyv jê werîyane, gihîshtine hev û ew bûye peyvekê. Peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî <êzdayî<Yêzdayî<yê ez dayî). Hê jî di nav gelek êzdîyan da ji êzdîyan ra dibêjin ezdayî...
Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eshîra ereban a Qurêshîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed Pêxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sultan) cîhana îslamê bûye.
Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sultan Êzîd) kurê Maewî bên Ebî – SHifyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kushtina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kurê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi gishtî 22 kes, di Kerbelayê da ji hêla Êzîd va tên kushtin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan ên dûr- meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sultan).
2. Rewan, ango, ruh di kurdî da peyva Pakrewan (pak+rewan), tê watetya ruhê pak/paqij, ango shehîd. Her weha di Avêstayê d jî peyva ravan tê wateya ruh (li ser ruh û rewan binihêre nasîya 3.).
3. Di kurdî da wateya peyva mêr teng nîne (mêr û jin). Di zargotina me da peyverêzên weha mane û gihîshtine me: Mêrê Rojê, Mêrê Dîwanê, Mêr-Milyaket. Dema em di çarçoveya zimanên hind- ewropî (hind- gêrmanî) da hemberî hev dikin, dibînin, ku di hinek cîyan da wateyên wan digîhîjin hev. Mînak, di înglîzî da peyva merit (‘mrit) tê wateyên qazenc, hêjayî, qazenckirin, hêjayî tishtekî bûyîn. Di rûsî da peyva mêr di nava peyverêza “mêr goroda” da tê wateya rêvebir, serok (rêvebirê/serokê bajêr). Dema mirov van mînakan dide ber hev, dibîne, ku di kurdîya kevn da mêr hatîye wateya peywirdarekî payebilind (Mêrê dîwanê), peywirdarekî pîroz di “pantêona” xwedawendan da (Mêrê Rojê, Mêr - milyaket). Eger em peyverêza mêr- milyaket ravekin, emê bibînin, li vir mêr bi wateya milyaket hatîye têgihîshtin: dema pêshîyên me peyveke bîyanîyan di nav axavtina xwe da anîne, ew bi peyveke kurdî ra tevayî bikar anîne, ji bo ku bê têgîhîshtin: horî-melek, mêr-milyaket, ruh û rewan, roj û shemal, shert û merc, dua-dirozge, hesh-aqil, derî-bacî...
Mêr peyvek e, ya ku di kurdî da wateya wê fireh bûye, an du peyvne cûda ne, yên ku tenê bi shêwazên xwe va di nava demê da bûne wek hev?! Ji bo bersiveke rast û zanistî bê dayîn, divê lêkolîneke zanistî ya kûr û berfireh bê kirin...
4. Wek ku me li jorê jî got (binihêre nasîya 1-em), her navekî xwedê shiroveya xwe heye. Xwedê jî wateya xwe heye, ango, yê ku xwe daye. Di qewleke êzdîyan da hê jî shroveya wê maye:
Xwedê cîhan sêwirand,
Kesekî Xwedê nesêwirand-
Xwedê xweda ye!
Li hinek deverên Kurdistanê naha jî li shûna peyva Xwedî(Xudê) peyva Xweda(Xuda) tê bikaranîn.
Her weha navên Xwedê yên din jî hene: Yekê jorîn, Yê bê heval, Padishahê Padishahan û.y.d..
5. Em zêde dûr neçin: ev êdî zêdetirî heyshtê salî ye, Ermenîstan wek komar heye, siyasteke netewî ya yekgirtî tê meshandin, dibistanên netewî hene, lê hê jî ermenîyên katolîk xwe frang nav dikin û bi dijwarî hal û zewacê bi ermenîyên grîgorîyan ra pêk tînin. Ew xwe frang dihesibînin, ên din- ermenî, ji zaravê xwe ra nabêjin ermenî, dibêjein frangî (bi ermenî- frangêrên), hema em hemû jî dizanin, ku ew rengekî ermenîyan in. Êdî em di derbarê ermenîyên hemshî da, yên ku misilman in, nabêjin…
Gulan- hezîran- 2004 Moskova
|