Yalnız Mesajı Göster

Eski 28-10-2007, 05:37 PM   #3 (permalink)
MÊVAN
 
Giriş Tarihi: Jan 2007
Konum: deyşta rewanê
Mesaj: 29,629
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 105502
Rep Puanı : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayılan


Û di demeke weha da, carekê wî pîrê me yê pîroz ê rûheden ji min ra got: “Ez ji te ra gorî bim, xwezî êzdîyên mîna te pir hebûna!”- Min ber xwe neda, ez “teqîyam”: “Ez çi êzdî me!”- Min got.
“Ma, li te xwesh nayê, ku êzdî yî?” – Wî pirsî.
“Na! Ne ku li min xwesh nayê! Ma êzdîtî weha dibe? Em û hemû yên derdorê me, heya gelek zarokên we oldaran jî, nizanin êzdîtî çî ye, mirov çawa bi êzdîtî dijî, mercên êzdîbûn û êzdîtîyê çi ne? Gelo, eger van femkorên nav me zanibûna, wê bigotana, ku êzdî ne kurd in?..” – Min bi dengekî bilind gotina xwe birî.
“Ma, tu çawa tishtê wisa dibêjî, - pîr ber dilê min da hat, - her êzdîtyek ji dayîka xwe êzdî dibe! Ma dê-bavê te ne êzdî bûn? Belê! Tu jî êzdî yî!..”
Min dîsa ber xwe neda, vê carê ez bînteng bûm (bila keko min biborîne!), û bi xeyd lê vegerand: “Keko, ez gorî, ez ji dê-bavê xwe wek mirov hatime cîhanê. Pashê ez bi çanda kurdî wek kurd mezin bûme! Êzdîtîya min jî, dema ez bi dayîka xwe ra çûme ber zîyaret û ocaxên me, shêwaz-girtîye; dema oldar hatine mala me, wan û kalikê min sowbet kirine, wan drozge xwendine, qewl û beyt gotine, dema hatine ser mirîyan, rojên mezelan... Û hew! Hema kesekî ez êzdîtî fêr nekirime, dayîka min ji min ra lorîk, an mercên êzdîtîyê negotine. Ewê bi xwe jî ew nizanibûne. Kesekî ew jî fêr nekirîye. Hê ya me bash e, me gund dîtin, me êzdîtî (pir an hindik!) dît û jîyan kir. Lê van zarokan, ên ku li mêtropolên bîyanî mezin dibin – bi çanda xerîb, di nav hewa û dor û berê olên xerîb da, emê çawa biparêzin?”
“Çawa?!-“ Pir bê hemdî xwe pirsa min dubare kir.
“Ê ku xwe êzdî dibîne, - min got, - divê ji bo êzdîtîyê tishtekî bike. – Kekê pîr bi pirs li min nihêrî.- “Çi?” – Min pirsa wî ya bê deng bi zar lê zivirand.- Vê jî hûnê bibêjin! Û barê herî giran li ser milê we – oldaran e! Hûnê ji bo ruhê her zarokekê têkoshînê bikin, têkoshîna olî-netewî ya qazenckirinê. Bes nîne, ku hûn herin ser mirîyan, dirozga bixwînin, divê hûn herine her maleke êzdîyan, li bal zêndîyan, her yekî ra têkilîdar bin, rewan û mejîyê wan bi êzdîtîyê perwerde bikin. Hûn in hostayên rewana wan! Nizanim, ez ne oldar im, lê ez dibînim ên olên din çawa kar dikin. Roj-nava rojê kerîyê we ji destê we diçe. Eger wisa bidome, demê bê, hûnê bibin wek shivanên bê kerî...”
Kekê pîr bi melûlî li çavê min nihêrî, min texmîn kir, ku di ruhê wî da hêwarzeyek rabûye...
Ew hêwarze îro jî di nav min da kel dide. Dihatûya van zarokan wê çawa be? Emê vê ola kevnar a gelê kurd çawa biparêzin- wek parçeyekî xezîna çanda mirovahîyê? Ev nezanîya ola netewî – nexwendîtîya olî emê çawa ji holê rakin û bingeha xwe ya ruh û rewanî nas bikin? Ev pirsana dikin hêwarze û bersiva xwe dixwezin.
Ji hêla din va goftûgohên cûda, yên ku îro li ser ola Êzdî derketine holê, netabetîyê didin her kurdekî têgîhîshtî (ew êzdî be, an-na!) û mirov dixweze têbîgîhîje û bersivê wan pirsan bibîne...
Dema em dibêjin êzdîtî ola kurdî ya kevnar e, yên dijmberî me van tishtên han didin pêsh me:
- Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyvên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa shirove bikin? -SHems, SHêshims, Sultan Êzîd, cinet, cehneme, ruh, cin, miilyaket, melek, Tawisî Melek, shêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferfxeddîn, SHêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, SHîxadî (SHêx Adî), similayî (bismilayî), Rebê alemê/ Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq...- Û dibêjin, ku ev navên bingehîn ên ola Êzdî, ne ku tenê yên erebî ne, lê her weha giranîya wan peywirên ola Îslamê destnîshan dikin...
Heya radeyekê ev rast e. Lê tenê heya radeyekê! Heya destpêka dema SHîxadî rewsh cûda bû, bi hatina SHîxadî û hemû rêformên bi navê wî ra girêdayî serdemek nû di dîroka ola êzdîyan da destpê dibe, ya ku emê bi mercî serdema SHîxadî nav bikin. Lê serdema berî SHîxadî jî emê wek serdema Êzdîtîya kezî, ya bihurtî (pîroz) nav bikin.
Êzdîtîya îro, nîgara vê ola me ya kevnar û pîroz bi hatina SHîxadî ra shêwazekî din wergirt. Wek ku ji çavkanîyên dîrokî tê zanîn, SHîxad (SHêx Adî) di dema xwe da (sedsala pêncan a koçî) di Bexdayê da xwendina zanistî standîye (binihêre gotara Feqî Huseyîn Saxniç a “SHêxadî”, kovara “Lalish”, 2004, hejmar: 21, rûpel: 24-26.). Û wê demê jî di Bexdayê da xêncî perwerdeya ola Îslamê tu perwerdeke din nikaribûye hebe, ji xêynî misilmanan yekî ji oleke din ji bo perwerdeyê nehatye pejirandin, ji ber ku ew perwerdeya ola Îslamê bûye. Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdena SHîxadî bi rengê xwe va pir nêzîkî Îslamê bûye, heya wek tarîqateke wê, û hemû zanista wî ya olî bi têrmînolojîya îslamî hatîye- gihîtîye me, heya hemû navên Xweda û Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango kirasekî îslamî lê kirine. Ev jî xwezayî ye, ji ber ku wî perwerdeya ola Îslamê standîye, ne ya ola Êzdî. Heya radeyekê ev zanista SHîxadî, ya ku oldarê serdema wî tenê zarkî hîn bûne (oldarên êzdî dibêjim, “ew dînekî sînem-devterî ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên sharaza û pispor”), di nava çarçoveya oldaran da tenê teng maye. Lê êzdîtîya berî SHîxadî, ya ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da hatîye parastin.
Em hema li van peyvan, ên ku hê jî di nava êzdîyan da zindî mane, binihêrin: Mêrê Rojê3, Xudanê malê, Zîyayê zer, Memê SHivavn, Gavanê Zerzan, Mamereshan, û navên din ên pîroz, eger ne navê xwedewandan in, lê çi ne? Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tisht di wan da hatine guhartin!
Û bi vî awahî, pishtî rêformên SHîxadî hêdî-hêdî, berekê va shûna peyvên : Xweda(ê)4, rewan, bihusht, raman, dojeh, firêshtê, ol, tep, Roj, bi hêvîya Xwedê van peyvan bikar tînin: Ellah, Reb, Xuliqellah, Rebilalem (Rebê Alemê), ruh, cinnet, cehnime, fikir, Milyaket, dîn, cin, SHems.
Dibe ku dehsal pêwîst bin (dibe ku sedsal?), ku lêkolînerên ola êzdî bingehên wan ên netewî bibînin.
Êdî em di derbarê nexwendîtîya hinek oldarên me da nabêjim, ên ku li ser shîn û xêran li shûna drozgeyên ola êzdî heya ayatên Qurana pîroz dibêjin û hash jî pê nînin...
Îro êzdîtî ji çarçoveya teng a monopolîya çend oldaran tenê derketîye. Di dema xwe da gelek berevkarên zargotina kurdî her weha qewl û beyt û drozgên ola Êzdî jî berevkirine û weshandine, weshanên Yekîtîya êzdîyên Kurdistanê îro bi lêkolînên xwe va goftûgoheke berfireh li ser vê ola kurdan a kevnar vekirine (bingehîn jî – di “Lalish” ê da). Û ew goftûgoyên di civakê da (hinek cîyan bi tirs, hinek cîyan bi sherm û dizî) îro cîyê xwe didin lêkolînên zanistî yên li ser rûpelên weshanan û bi radîyo-têlêvîzîyonan...
Wek me li jorê jî got, hê jî di nav me da hinek ji nexwendîtîya olî êzdîyan ji netewa kurd cûda dikin. Ji bo van tishtan jî bingehên cûda-cûda hene: yek, wek ku me got, nezanîya olî ya di nav me da ye, ya duduyan, cûdaxwezîya olî, ya ku bingeha xwe ya obyêktîvî heye û di nava gelek gelên cîhanê da jî rû dide5, a din, faktora siyasî ye: dema destekî ji derva van tishtan tevger û destek dike, ji bo ku derbê bigîhîne yekîtîya netewê bi gishtî. An jî cîh-cîhna ev hemû faktor bi tev dertên holê.
Û em, wek êzdî û, her weha, lêkolînerên ola Êzdî, gihîshtine qonaxekê, ku divê vekirî bi hev ra biaxivin, hemû terefên pirsê yên tarî ronî bikin, çavê cîhanê li ser rastîya êzdîtîyê, nezanî-nexwendîtîya di nav me da û leyîstokên siyasî vekin.
Divê mirov ne li vê pirsê, ne jî xetera leyîstokên siyasî yên ser me- êzdîyan, bi çavekî biçûk nenihêre...

MÊVAN is offline