Giriş Tarihi: Jan 2007 |
Konum: deyşta rewanê |
|
Mesaj: 29,629
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 105502
| Rep Puanı : 10547108
| |
|
| |
|
Çend raman û nêrîn li ser rastîya vê ola kevnar, rewsha wê ya îro,
nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî
“Ji çi welat destpê dibe?!..”
(Ji straneke rûsî ya sovêtî)
Dema hinek hevalên me yên Yekîtîya êzdîyên Kurdistanê ji min ra digotin: “Tu çima tishtekî ji kovara me “Lalish” ra nanivîsî?”- Ez di nav mitalên xwe da digerîyam, min dixwest têbigîhîjim, ka çi dikarim binivîsim û tu bersiveke erênî nedidît: “Ê, ezê çi binivîsim?- Min digot, - Ez ne amade me û naxwezim hema wisa, ji bo xatirê nivîsekê tishtrkî binivîsim. Pirs û pirsgirêkên êzdîtîyê pirsne giran in, mijara wê jî ne wisa pir hêsan e!..”
Her çiqas jî min gotibû-na, dîsa dem bi dem tisht di mejûyê min da digerîyan, min li ser wan serê xwe dêshand, lê dîsa ez ji xwe razî nedimam... Heya ku em gihîshtin demekê û min dît, ku hinekan êzdîtî kirine mijara gotin û nivîsên çewt û vala: her kesek, çi tê serê wî, dibêje û dinivîse, nêrînan davêje holê; hemîn di vê rewshê da nedost û neyarên ola êzdî û netewa kurd jî dest avîtine van nezan û hêsîrên hesh û sewdayê xwe yên di nav me da û ev hemû kirine nijara kirîn- firotana siyasî...
Û ev pirsgirêka wek gêjgerîngekê li hev zivirî – zivirî û ji xwe ra nêrîneke mejûyê nexwesh û dûrî hesh û aqilan derxist holê. Gotin: “Êzdî ne kurd in!” Li hemberî vê di nav gel da helwestekê rû da: “Eger êzdî ne kurd in, êdî kî kurd e?...”
Û van tevan ez vegerandim zarotîya min. Û min ji wir va dest bi lêgerîna bingeha xwe ya êzdîtîyê kir: Em- êzdî kî ne? Ji bo çi ji me ra dibêjin êzdî? Êzdîtî bi xwe çi ye? Van û pirsên din tabetî nedidan min...
...Bi rastî, hingî min çavên xwe vekirine, ji mirovayê û cîhanê ra têgihîshtina min çê bûye, min xwe êzdî nas kirîye... Rasttir dibû, ku mirov bigota, me hemûyan, ên ku di gundê me da mezin dibûn, me xwe wek lawê êzdî nas dikir. Êzdî jî, ne wek tishtekî cûda, wek rengekî kurdan, ên here kurd mayî, yên li ser bingeha netewî dombûyî, û zimanê xwe jî me kurdî dizanibû... Ev ji çi dihat? – Her çiqas bavê min- Cewoyê Emerê Mamo, mamostayê zimanên kurdî û ermenî bû, endamê Partîya komûnîst a Yekîtîya Sovêtê bû, û îdêolojîya vê partîyê jî atêîzm ferz dikir, lê kalik- pîrikên min û dayîka min bawermend bûn, êzdîtî diparêzîn, shêx, pîr, xûshk û birayên axiretê, koçek ji mala me kêm nedibûn. Her cejneke olî bi girêdaneke pir mezin dihate pîrozkirin, shev radibûn pashîvê û rojî digirtin, dîwar, stûne û banê xanîyan ên ji tenîya dûyê tendûrê reshbûyî bi êr dinitirandin, êvara cejna Xidirnebî xwe bi hêlikanan dikilan, ji bo ku “gunehên xwe dawshînin” . Dolîdang digerandin: keç û xortên 10-12 salî radibûn ser xanîyê her malekê, goreke rengîn, an tûrikek di kuleka wê malê da dadiliqandin û bi hev ra wek stranekê deng didin hev: “Dolîdangê, dolîdangê,
Xortê malê zavangê,
Pîra malê qurbangê...
Tishtekî bixin vê dolîdangê!”
Lê hema wê shevê di sinîyekê da ar dadanîn ser stêr, temezîyeke hevtrengî davîtine ser û hîvîya hatina Sîyarê Mirazbexsh – Xidirnebî bûn. Û eger shopa sima hespê Xidirnebî li ser êr bihata dîtin, bizanibe, çerxa wê malê rast dizivire û ewê bibe xwedî mal û hebûneke mezin, mala wanê tije keç û kur be, wê keç û xortên wê malê bigîhîjin bext û mirazê xwe...
Û her çiqas jî ev hemû hebûn, ev ra- rizmên netewî, toreyên kevneshopî dihatin parastin, vî gundî bi êzdîtî bîn dida, lê dîsa jî navê wî Pampa kurdan bû. Û hemû pampîyan bi serbilindî digotin em ji Pampa kurdan in. Her pashê, dereng navê gund guhartin û danîn Sîpan. Lê dîsa heya îro jî kesekî ji gundê Sîpanê ji xwe ra nabêje sîpanî, dibêjin pampî...
Ev rewsha me ya xwezayî bû. Û tu carê jî li serê me ra derbas nedibû, ku emê vê rewsha xwe ya xwezayî ji hinekan ra shirove bikin... Dibe ku, eger ev nezanîya ji nav me derketî nînbûya, me di derbarê van tishtan da behs jî nekira.
A li vir e, ku dibêjin: “Tu tishtekî xirab tune, ku tishtekî qenc tê da nînbe!”
Belê, em dîsa vegerin ser Pampa kurdan. Ev gund li Ermenîstanê, bakûrê çîyayê Elegezê, di nav sêgosheya rêzeçîyan da destpêka sedsala 19’a ji hêla êzdîyên ji tevkujîya Roma resh filitî va hatibû avakirin... Û van êzdîyan hê 200 sal berê dizanibûne, ku ew bi ola xwe va êzdî ne, lê bi netew kurd in, ango kurdên êzdî ne. Û ji bo wê jî navê gundê xwe danîbûn Pampa kurdan.
Mirov dêshe jî, ku di destpêka sedsala 21’î û hezarsala sisîyan van tishtan shirove dike, lê çawa bikî, kortî û nezanîyê timê di dîroka me da roleke resh û kirêt lîstine, û ên ku bi van nezanan dilîzin jî wek seên birçî, yên ku li der- dorên malan digerin, ji bo hestûyekî birevînin, dest davêjin wan û dijî yekîtîya netewî didin lîstin!..
Lîstik bi lîstikan, lê em bên ser êzdîtîyê.
Di Sovêta berê da, bêhtir jî di Ermenîstanê da kurdan êzdîtîya xwe bash parasîtye. Ev jî ji ber ku 24 gundên me yên xurû kurdî li Ermenîstanê hebûne- bi zîyaret û ocaxên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va, bi xanî û tendûr-kuçikên xwe va, bi shîn û shahîyên xwe va. Hemû bi reng û naveroka xwe va- netewî – reng û awazên ola kurdan a kevnar – êzdîtîyê lê.
Bi hemû rabûn – rûnishtina xwe va van kurdan bi êzdîtî bîn didan – rojîyên xwe digirtin, cejnên xwe pîroz dikirin, shîn û shahîyên xwe pêk danîn, diçûn ser mezelan, li goristanan mirîyên xwe bîr danîn, nanê mirîyan derdixistin, xêr didan, wek ku shanê êzdîyan dikeve, li hev dipirsîn: diçûn hewarî-gazîyên hev, dibûn xwendîyên shayîyan, diçûn ber ocax û zîyaretan tîya dibûn, serê xwe dadanîn, hêvîya jîyaneke bextewar dikirin û bi vî rengî jîyana xwe ya netewî didomandin.
Lê kuloça sersalê? Ev jî hema-hema diket dema ku shev û roj weke hev dibûn – dema sersala kurdî ya netewî – Newrozê. Wan rojan li fêza gundê me- li Davanê berfînek derdiket- ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîsh-tîshî bibin û pashva zivirîbin- vajî bibûn, wek pelên serbixwe. Rengê wan sût bû. Û di navenda her pelekî tûdirêjkî ra kêleke zerê vekirî (qîçik) derbas dibû- teyê bigota yekî ta û derzî hidlaye û ew kêl daye... Û hûn dizanin navê vê berfînê çi bû? -Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê – Newroz- Newroza delal! Lê dema ku kuloç ker dikirin?! Her we bidîta, em- zarok çawa li dorê dicivîyan, me çît digirt, û bê sebir hêvîyê bûn, ka wê morîyê para kê bikeve. Mezinê malê jî, – demekê kalkê min, lê pashê jî bavê min, kuloç ker dikir û ji bîna petinî û temtîskan hewayê li ber bêvila me fûrdida û dengê mezinê malê guhê me dihingavt: “Ev para Mêrê Rojê, ev para Xudanê Malê, ev para Zîyayê zer, ev para Mamereshan, ev para Mamê SHivan, ev para Gavanê Zerzan, ev para Xeta cot, ev para malxwê malê, ev para... rêwîyê me, ev para ...xwendevanê me, ev para!..
A, êzdîtî ev bû!.. Û îro jî ev e, eger em bi rastî êzdî bin – bi çûk û mezinên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va – bê qîle û lêpî... Êzdî bin, ji ber ku êzdî ne, ji ber ku rewsha kurd a xwezayî êzdîtî ye... Û êzdîtî û êzdîbûn jî ne wisa hêsan e!
Û li vir fêlbazî, lêpokî ne pêwîst in. Êzdîtîyeke nû, ji ber xwe hinartî, bê bingeh nikare hebe, dûmka wê kin e, ji ber ku êzdîtîya rast û ya pîroz a destpêneketî li ser zarê kal û pîrên me maye, di rewan û ramana wan da ye, ya ku bi zarê pîroz ê oldarên me yên rast û paqij tê gotin û dibe perwerdeya me ya rewanî2... Ev jî di jîyana me ya herrojî da hema wisa hêsa çê nabe. Zaroka ku bi çanda bîyanî ya xerîb mezin bû, ya ku heya bi xurekê xerîb hate mezinkirin, di mala xwe da bi êzdîtî nejîya û bîn neda, nikare bibe êzdî. Bi gotinekê: “Ez êzdî me!” – mirov nabe êzdî. Êzdîtî di destpêkê da bi perwerdeya dayîkê ra tê– dayîka êzdî, ya ku ew bi shîrê xwe ra, bi lorîkên xwe dide zarokên xwe... Eger em dixwezin zarokên êzdî mezin bikin, divê her dayîkekek êzdî bikin mamostaya ola êzdî. Ol bawerî ye, bawerî jî bi rêya têgîhîshtina ramanî digîhîje, ji vê ra jî kar û xebateke bêhempa pêwîst dike...
Bingehek weha çêbûyî jî wisa hêsa hilnaweshe, nayê tunekirin. Ev hezar û sêsed sal e, ola Îslamê di Kurdistanê da cîyê xwe girtîye, giranîya gelê me (80-90%) vê olê diparêze, lê hê jî, pishtî ewqas sal, gelek kevneshopîyên êzdîtîyê di nav wî da mane...
Havîna 1993’an meyê li Komara Adîgêyê ya Fêdêrasîyona Rûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya kurdên Sovêtê lidarbixista. Wê demê ez der-dorê 15 rojan li wir mam û malmêvanên min jî du malbatên kurdên misilman bûn... Û dayîkên van malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê Rojê!”, “Ez bi vî nanê germ û texte – sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... Ma ev ji ku tê?
Lê eger em sondên nav me- êzdîyan binihêrin?- “Ez bi vî SHemsî!”, “Similayî!” (ango, “Bismilayî!”), “Ez bi milyaketan!”, “Ez bi Cin Teyar!”, “Ez bi SHêshims!”- Ma ev ji ku tên?
Wek ku ji van herdu mînakan tê xuyanê, li bal hinek kurdên misilman hinek tishtên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine parastin, ne ku li bal kurdên êzdî.
Demekê oldarekî êzdî bû mêvanê me- mirovekî hêja, oldarekî pîroz! Min demekê xizmeta wî kir. Û her carê, dema ez bi wî ra têkildar dibûm, zarotîya min dihate bîra min, dema kalikê min Emerê Mamo ez dishandim pey shêx, an pîrê xwe, digot: “Here, lawo, bêje pîr Kerîmê Biro, bila bê, bîna min teng bûye, min bîra wî kirîye... Ya Xwedê hêvîyê ji min kêm nekî, ez gunehkarek im, li rû erdê dijîm... Ya Xwedê!” – Digot û ez dilezandim: “De bilive, ha!”
Û her carê, dema ez bi oldarê bi rêz û hurmet ra diaxivîm, min texmîn dikir, ku wek ku dema zarotîya min, bîna kalikê min bi Kerîmê Bro fireh dibû, bîna min jî- bi kekê pîr...
Lê pishtî van, dema dihat bîra min, ku ev zarokên me yên îro, ji hebûn û bawerîya xwe bê zanebûn mezin dibin, ez bînteng dibûm...
|