Giriş Tarihi: Jan 2007 |
Konum: hadi ordan...... |
|
Mesaj: 29,505
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 95154
| Rep Puanı : 9512351
| |
|
| |
|
destpê dibe, ya ku emê bi mercî serdema Şîxadî nav bikin. Lê serdema berî Şîxadî jî emê wek serdema Êzdîtîya kezî, ya bihurtî (pîroz) nav bikin.
Êzdîtîya îro, nîgara vê ola me ya kevnar û pîroz bi hatina Şîxadî ra şêwazekî din wergirt. Wek ku ji çavkanîyên dîrokî tê zanîn, Şîxad (Şêx Adî) di dema xwe da (sedsala pêncan a koçî) di Bexdayê da xwendina zanistî standîye (binihêre gotara Feqî Huseyîn Saxniç a “Şêxadî”, kovara “Laliş”, 2004, hejmar: 21, rûpel: 24-26.). Û wê demê jî di Bexdayê da xêncî perwerdeya ola Îslamê tu perwerdeke din nikaribûye hebe, ji xêynî misilmanan yekî ji oleke din ji bo perwerdeyê nehatye pejirandin, ji ber ku ew perwerdeya ola Îslamê bûye. Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdena Şîxadî bi rengê xwe va pir nêzîkî Îslamê bûye, heya wek tarîqateke wê, û hemû zanista wî ya olî bi têrmînolojîya îslamî hatîye- gihîtîye me, heya hemû navên Xweda û Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango kirasekî îslamî lê kirine. Ev jî xwezayî ye, ji ber ku wî perwerdeya ola Îslamê standîye, ne ya ola Êzdî. Heya radeyekê ev zanista Şîxadî, ya ku oldarê serdema wî tenê zarkî hîn bûne (oldarên êzdî dibêjim, “ew dînekî sînem-devterî ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên şaraza û pispor”), di nava çarçoveya oldaran da tenê teng maye. Lê êzdîtîya berî Şîxadî, ya ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da hatîye parastin.
Em hema li van peyvan, ên ku hê jî di nava êzdîyan da zindî mane, binihêrin: Mêrê Rojê3, Xudanê malê, Zîyayê zer, Memê Şivavn, Gavanê Zerzan, Mamereşan, û navên din ên pîroz, eger ne navê xwedewandan in, lê çi ne? Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tişt di wan da hatine guhartin!
Û bi vî awahî, piştî rêformên Şîxadî hêdî-hêdî, berekê va şûna peyvên : Xweda(ê)4, rewan, bihuşt, raman, dojeh, firêştê, ol, tep, Roj, bi hêvîya Xwedê van peyvan bikar tînin: Ellah, Reb, Xuliqellah, Rebilalem (Rebê Alemê), ruh, cinnet, cehnime, fikir, Milyaket, dîn, cin, Şems.
Dibe ku dehsal pêwîst bin (dibe ku sedsal?), ku lêkolînerên ola êzdî bingehên wan ên netewî bibînin.
Êdî em di derbarê nexwendîtîya hinek oldarên me da nabêjim, ên ku li ser şîn û xêran li şûna drozgeyên ola êzdî heya ayatên Qurana pîroz dibêjin û haş jî pê nînin...
Îro êzdîtî ji çarçoveya teng a monopolîya çend oldaran tenê derketîye. Di dema xwe da gelek berevkarên zargotina kurdî her weha qewl û beyt û drozgên ola Êzdî jî berevkirine û weşandine, weşanên Yekîtîya êzdîyên Kurdistanê îro bi lêkolînên xwe va goftûgoheke berfireh li ser vê ola kurdan a kevnar vekirine (bingehîn jî – di “Laliş” ê da). Û ew goftûgoyên di civakê da (hinek cîyan bi tirs, hinek cîyan bi şerm û dizî) îro cîyê xwe didin lêkolînên zanistî yên li ser rûpelên weşanan û bi radîyo-têlêvîzîyonan...
Wek me li jorê jî got, hê jî di nav me da hinek ji nexwendîtîya olî êzdîyan ji netewa kurd cûda dikin. Ji bo van tiştan jî bingehên cûda-cûda hene: yek, wek ku me got, nezanîya olî ya di nav me da ye, ya duduyan, cûdaxwezîya olî, ya ku bingeha xwe ya obyêktîvî heye û di nava gelek gelên cîhanê da jî rû dide5, a din, faktora siyasî ye: dema destekî ji derva van tiştan tevger û destek dike, ji bo ku derbê bigîhîne yekîtîya netewê bi giştî. An jî cîh-cîhna ev hemû faktor bi tev dertên holê.
Û em, wek êzdî û, her weha, lêkolînerên ola Êzdî, gihîştine qonaxekê, ku divê vekirî bi hev ra biaxivin, hemû terefên pirsê yên tarî ronî bikin, çavê cîhanê li ser rastîya êzdîtîyê, nezanî-nexwendîtîya di nav me da û leyîstokên siyasî vekin.
Divê mirov ne li vê pirsê, ne jî xetera leyîstokên siyasî yên ser me- êzdîyan, bi çavekî biçûk nenihêre...
Li şûna peyvnivîsarê
... Du sal berê ji Lalişê peywirdarek hatibû Rûssîyayê. Ew bi temenê xwe ciwan, lê pirî zane bû. Bi zanistî nêzîkî pirs û pirsgirêkên olî dibû, ji bo wê jî ji hêla gel va hate hezkirin.
Dema hevdîtinekê kurdekî êzdî jê pirsî: “Koçekê birêz, li vir hinek êzdî derketine û dibêjin, êzdî ne kurd in. Ev çi tişt e, ji ku hat? Hûn li vê pirsê çawa dinihêrin!”
Koçek hizingek rahişt û, bêyî ku lez bikeve, peyv bi peyv, yeko-yeko gotinên xwe rêz kir: “Ewên ku wisa dibêjin, dibe ku ne kurd bin. Û, ger wisa ye, ew ne êzdî ne jî. Wê demê ew divê ji pîrik û dayîkên xwe bipirsin, ka ew ji ku tên... Eger ewên ku wisa dibêjin ne kurd bin jî, ew nayê wê wateyê, ku êzdî ne kurd in, ji ber ku tu têkilîya mirovên weha bi êzdîtîyê ra tuneye.
Eger êzdî ne kurd in, êdî kî kurd e?- Koçek gotina xwe domand. – Kî kurd e – ne kurd e, ez nzianim, lê ku êzdî kurd in, ew jî kurdên li ser bingeha kal û bavan mayî ne, ez vê dizanim. Û cîhan jî vê dizane... ”
___________________________________
Nasî:
1. Tu grêfterîyek di navbera navê ola kurdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlekî ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê tê ravekirin: Peyva Êzdî ji peyverêza “Yê ez dayî” tê. Paşê, hê dereng, ev peyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, peyv jê werîyane, gihîştine hev û ew bûye peyvekê. Peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî <êzdayî<Yêzdayî<yê ez dayî). Hê jî di nav gelek êzdîyan da ji êzdîyan ra dibêjin ezdayî...
Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed Pêxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sultan) cîhana îslamê bûye.
Yezîd (an, wek yên êzdî wî nav dikin, Sultan Êzîd) kurê Maewî bên Ebî – Şifyan e. Heya Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kurê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê- Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di Kerbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan ên dûr- meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sultan).
2. Rewan, ango, ruh di kurdî da peyva Pakrewan (pak+rewan), tê watetya ruhê pak/paqij, ango şehîd. Her weha di Avêstayê d jî peyva ravan tê wateya ruh (li ser ruh û rewan binihêre nasîya 3.).
3. Di kurdî da wateya peyva mêr teng nîne (mêr û jin). Di zargotina me da peyverêzên weha mane û gihîştine me: Mêrê Rojê, Mêrê Dîwanê, Mêr-Milyaket. Dema em di çarçoveya zimanên hind- ewropî (hind- gêrmanî) da hemberî hev dikin, dibînin, ku di hinek cîyan da wateyên wan digîhîjin hev. Mînak, di înglîzî da peyva merit (‘mrit) tê wateyên qazenc, hêjayî, qazenckirin, hêjayî tiştekî bûyîn. Di rûsî da peyva mêr di nava peyverêza “mêr goroda” da tê wateya rêvebir, serok (rêvebirê/serokê bajêr). Dema mirov van mînakan dide ber hev, dibîne, ku di kurdîya kevn da mêr hatîye wateya peywirdarekî payebilind (Mêrê dîwanê), peywirdarekî pîroz di “pantêona” xwedawendan da (Mêrê Rojê, Mêr - milyaket). Eger em peyverêza mêr- milyaket ravekin, emê bibînin, li vir mêr bi wateya milyaket hatîye têgihîştin: dema pêşîyên me peyveke bîyanîyan di nav axavtina xwe da anîne, ew bi peyveke kurdî ra tevayî bikar anîne, ji bo ku bê têgîhîştin: horî-melek, mêr-milyaket, ruh û rewan, roj û şemal, şert û merc, dua-dirozge, heş-aqil, derî-bacî...
Mêr peyvek e, ya ku di kurdî da wateya wê fireh bûye, an du peyvne cûda ne, yên ku tenê bi şêwazên xwe va di nava demê da bûne wek hev?! Ji bo bersiveke rast û zanistî bê dayîn, divê lêkolîneke zanistî ya kûr û berfireh bê kirin...
4. Wek ku me li jorê jî got (binihêre nasîya 1-em), her navekî xwedê şiroveya xwe heye. Xwedê jî wateya xwe heye, ango, yê ku xwe daye. Di qewleke êzdîyan da hê jî şroveya wê maye:
Xwedê cîhan sêwirand,
Kesekî Xwedê nesêwirand-
Xwedê xweda ye!
Li hinek deverên Kurdistanê naha jî li şûna peyva Xwedî(Xudê) peyva Xweda(Xuda) tê bikaranîn.
Her weha navên Xwedê yên din jî hene: Yekê jorîn, Yê bê heval, Padişahê Padişahan û.y.d..
5. Em zêde dûr neçin: ev êdî zêdetirî heyştê salî ye, Ermenîstan wek komar heye, siyasteke netewî ya yekgirtî tê meşandin, dibistanên netewî hene, lê hê jî ermenîyên katolîk xwe frang nav dikin û bi dijwarî hal û zewacê bi ermenîyên grîgorîyan ra pêk tînin. Ew xwe frang dihesibînin, ên din- ermenî, ji zaravê xwe ra nabêjin ermenî, dibêjein frangî (bi ermenî- frangêrên), hema em hemû jî dizanin, ku ew rengekî ermenîyan in. Êdî em di derbarê ermenîyên hemşî da, yên ku misilman in, nabêjin…
|