Giriş Tarihi: Jan 2007 |
Konum: deyşta rewanê |
|
Mesaj: 29,629
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 105502
| Rep Puanı : 10547108
| |
|
| |
|
Di Sovêta berê da, bêhtir jî di Ermenîstanê da kurdan êzdîtîya xwe baş parasîtye. Ev jî ji ber ku 24 gundên me yên xurû kurdî li Ermenîstanê hebûne- bi zîyaret û ocaxên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va, bi xanî û tendûr-kuçikên xwe va, bi şîn û şahîyên xwe va. Hemû bi reng û naveroka xwe va- netewî – reng û awazên ola kurdan a kevnar – êzdîtîyê lê.
Bi hemû rabûn – rûniştina xwe va van kurdan bi êzdîtî bîn didan – rojîyên xwe digirtin, cejnên xwe pîroz dikirin, şîn û şahîyên xwe pêk danîn, diçûn ser mezelan, li goristanan mirîyên xwe bîr danîn, nanê mirîyan derdixistin, xêr didan, wek ku şanê êzdîyan dikeve, li hev dipirsîn: diçûn hewarî-gazîyên hev, dibûn xwendîyên şayîyan, diçûn ber ocax û zîyaretan tîya dibûn, serê xwe dadanîn, hêvîya jîyaneke bextewar dikirin û bi vî rengî jîyana xwe ya netewî didomandin.
Lê kuloça sersalê? Ev jî hema-hema diket dema ku şev û roj weke hev dibûn – dema sersala kurdî ya netewî – Newrozê. Wan rojan li fêza gundê me- li Davanê berfînek derdiket- ne wek kulîlkên berfê yên din bû – bejna wê bilind bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivirîbin- vajî bibûn, wek pelên serbixwe. Rengê wan sût bû. Û di navenda her pelekî tûdirêjkî ra kêleke zerê vekirî (qîçik) derbas dibû- teyê bigota yekî ta û derzî hidlaye û ew kêl daye... Û hûn dizanin navê vê berfînê çi bû? -Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê – Newroz- Newroza delal! Lê dema ku kuloç ker dikirin?! Her we bidîta, em- zarok çawa li dorê dicivîyan, me çît digirt, û bê sebir hêvîyê bûn, ka wê morîyê para kê bikeve. Mezinê malê jî, – demekê kalkê min, lê paşê jî bavê min, kuloç ker dikir û ji bîna petinî û temtîskan hewayê li ber bêvila me fûrdida û dengê mezinê malê guhê me dihingavt: “Ev para Mêrê Rojê, ev para Xudanê Malê, ev para Zîyayê zer, ev para Mamereşan, ev para Mamê Şivan, ev para Gavanê Zerzan, ev para Xeta cot, ev para malxwê malê, ev para... rêwîyê me, ev para ...xwendevanê me, ev para!..
A, êzdîtî ev bû!.. Û îro jî ev e, eger em bi rastî êzdî bin – bi çûk û mezinên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va – bê qîle û lêpî... Êzdî bin, ji ber ku êzdî ne, ji ber ku rewşa kurd a xwezayî êzdîtî ye... Û êzdîtî û êzdîbûn jî ne wisa hêsan e!
Û li vir fêlbazî, lêpokî ne pêwîst in. Êzdîtîyeke nû, ji ber xwe hinartî, bê bingeh nikare hebe, dûmka wê kin e, ji ber ku êzdîtîya rast û ya pîroz a destpêneketî li ser zarê kal û pîrên me maye, di rewan û ramana wan da ye, ya ku bi zarê pîroz ê oldarên me yên rast û paqij tê gotin û dibe perwerdeya me ya rewanî2... Ev jî di jîyana me ya herrojî da hema wisa hêsa çê nabe. Zaroka ku bi çanda bîyanî ya xerîb mezin bû, ya ku heya bi xurekê xerîb hate mezinkirin, di mala xwe da bi êzdîtî nejîya û bîn neda, nikare bibe êzdî. Bi gotinekê: “Ez êzdî me!” – mirov nabe êzdî. Êzdîtî di destpêkê da bi perwerdeya dayîkê ra tê– dayîka êzdî, ya ku ew bi şîrê xwe ra, bi lorîkên xwe dide zarokên xwe... Eger em dixwezin zarokên êzdî mezin bikin, divê her dayîkekek êzdî bikin mamostaya ola êzdî. Ol bawerî ye, bawerî jî bi rêya têgîhîştina ramanî digîhîje, ji vê ra jî kar û xebateke bêhempa pêwîst dike...
Bingehek weha çêbûyî jî wisa hêsa hilnaweşe, nayê tunekirin. Ev hezar û sêsed sal e, ola Îslamê di Kurdistanê da cîyê xwe girtîye, giranîya gelê me (80-90%) vê olê diparêze, lê hê jî, piştî ewqas sal, gelek kevneşopîyên êzdîtîyê di nav wî da mane...
Havîna 1993’an meyê li Komara Adîgêyê ya Fêdêrasîyona Rûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya kurdên Sovêtê lidarbixista. Wê demê ez der-dorê 15 rojan li wir mam û malmêvanên min jî du malbatên kurdên misilman bûn... Û dayîkên van malan, dema sond dixwarin, digotin: “Ez bi vê Rojê!”, “Ez bi vî nanê germ û texte – sivrê sar!”, “Ez bi vî agirî!”... Ma ev ji ku tê?
Lê eger em sondên nav me- êzdîyan binihêrin?- “Ez bi vî Şemsî!”, “Similayî!” (ango, “Bismilayî!”), “Ez bi milyaketan!”, “Ez bi Cin Teyar!”, “Ez bi Şêşims!”- Ma ev ji ku tên?
Wek ku ji van herdu mînakan tê xuyanê, li bal hinek kurdên misilman hinek tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine parastin, ne ku li bal kurdên êzdî.
Demekê oldarekî êzdî bû mêvanê me- mirovekî hêja, oldarekî pîroz! Min demekê xizmeta wî kir. Û her carê, dema ez bi wî ra têkildar dibûm, zarotîya min dihate bîra min, dema kalikê min Emerê Mamo ez dişandim pey şêx, an pîrê xwe, digot: “Here, lawo, bêje pîr Kerîmê Biro, bila bê, bîna min teng bûye, min bîra wî kirîye... Ya Xwedê hêvîyê ji min kêm nekî, ez gunehkarek im, li rû erdê dijîm... Ya Xwedê!” – Digot û ez dilezandim: “De bilive, ha!”
Û her carê, dema ez bi oldarê bi rêz û hurmet ra diaxivîm, min texmîn dikir, ku wek ku dema zarotîya min, bîna kalikê min bi Kerîmê Bro fireh dibû, bîna min jî- bi kekê pîr...
Lê piştî van, dema dihat bîra min, ku ev zarokên me yên îro, ji hebûn û bawerîya xwe bê zanebûn mezin dibin, ez bînteng dibûm...
Û di demeke weha da, carekê wî pîrê me yê pîroz ê rûheden ji min ra got: “Ez ji te ra gorî bim, xwezî êzdîyên mîna te pir hebûna!”- Min ber xwe neda, ez “teqîyam”: “Ez çi êzdî me!”- Min got.
“Ma, li te xweş nayê, ku êzdî yî?” – Wî pirsî.
“Na! Ne ku li min xweş nayê! Ma êzdîtî weha dibe? Em û hemû yên derdorê me, heya gelek zarokên we oldaran jî, nizanin êzdîtî çî ye, mirov çawa bi êzdîtî dijî, mercên êzdîbûn û êzdîtîyê çi ne? Gelo, eger van femkorên nav me zanibûna, wê bigotana, ku êzdî ne kurd in?..” – Min bi dengekî bilind gotina xwe birî.
“Ma, tu çawa tiştê wisa dibêjî, - pîr ber dilê min da hat, - her êzdîtyek ji dayîka xwe êzdî dibe! Ma dê-bavê te ne êzdî bûn? Belê! Tu jî êzdî yî!..”
Min dîsa ber xwe neda, vê carê ez bînteng bûm (bila keko min biborîne!), û bi xeyd lê vegerand: “Keko, ez gorî, ez ji dê-bavê xwe wek mirov hatime cîhanê. Paşê ez bi çanda kurdî wek kurd mezin bûme! Êzdîtîya min jî, dema ez bi dayîka xwe ra çûme ber zîyaret û ocaxên me, şêwaz-girtîye; dema oldar hatine mala me, wan û kalikê min sowbet kirine, wan drozge xwendine, qewl û beyt gotine, dema hatine ser mirîyan, rojên mezelan... Û hew! Hema kesekî ez êzdîtî fêr nekirime, dayîka min ji min ra lorîk, an mercên êzdîtîyê negotine. Ewê bi xwe jî ew nizanibûne. Kesekî ew jî fêr nekirîye. Hê ya me baş e, me gund dîtin, me êzdîtî (pir an hindik!) dît û jîyan kir. Lê van zarokan, ên ku li mêtropolên bîyanî mezin dibin – bi çanda xerîb, di nav hewa û dor û berê olên xerîb da, emê çawa biparêzin?”
“Çawa?!-“ Pir bê hemdî xwe pirsa min dubare kir.
“Ê ku xwe êzdî dibîne, - min got, - divê ji bo êzdîtîyê tiştekî bike. – Kekê pîr bi pirs li min nihêrî.- “Çi?” – Min pirsa wî ya bê deng bi zar lê zivirand.- Vê jî hûnê bibêjin! Û barê herî giran li ser milê we – oldaran e! Hûnê ji bo ruhê her zarokekê têkoşînê bikin, têkoşîna olî-netewî ya qazenckirinê. Bes nîne, ku hûn herin ser mirîyan, dirozga bixwînin, divê hûn herine her maleke êzdîyan, li bal zêndîyan, her yekî ra têkilîdar bin, rewan û mejîyê wan bi êzdîtîyê perwerde bikin. Hûn in hostayên rewana wan! Nizanim, ez ne oldar im, lê ez dibînim ên olên din çawa kar dikin. Roj-nava rojê kerîyê we ji destê we diçe. Eger wisa bidome, demê bê, hûnê bibin wek şivanên bê kerî...”
Kekê pîr bi melûlî li çavê min nihêrî, min texmîn kir, ku di ruhê wî da hêwarzeyek rabûye...
Ew hêwarze îro jî di nav min da kel dide. Dihatûya van zarokan wê çawa be? Emê vê ola kevnar a gelê kurd çawa biparêzin- wek parçeyekî xezîna çanda mirovahîyê? Ev nezanîya ola netewî – nexwendîtîya olî emê çawa ji holê rakin û bingeha xwe ya ruh û rewanî nas bikin? Ev pirsana dikin hêwarze û bersiva xwe dixwezin.
Ji hêla din va goftûgohên cûda, yên ku îro li ser ola Êzdî derketine holê, netabetîyê didin her kurdekî têgîhîştî (ew êzdî be, an-na!) û mirov dixweze têbîgîhîje û bersivê wan pirsan bibîne...
Dema em dibêjin êzdîtî ola kurdî ya kevnar e, yên dijmberî me van tiştên han didin pêş me:
- Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyvên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin? -Şems, Şêşims, Sultan Êzîd, cinet, cehneme, ruh, cin, miilyaket, melek, Tawisî Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferfxeddîn, Şêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismilayî), Rebê alemê/ Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq...- Û dibêjin, ku ev navên bingehîn ên ola Êzdî, ne ku tenê yên erebî ne, lê her weha giranîya wan peywirên ola Îslamê destnîşan dikin...
Heya radeyekê ev rast e. Lê tenê heya radeyekê! Heya destpêka dema Şîxadî rewş cûda bû, bi hatina Şîxadî û hemû rêformên bi navê wî ra girêdayî serdemek nû di dîroka ola êzdîyan da
|