Giriþ Tarihi: Jan 2007 |
Konum: bakü-moskova |
|
Mesaj: 30,345
|
|
Üye No: 52150
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 193854
| Rep Puaný : 19382158
| |
|
| |

|
Êzdîtî
Çend raman û nêrîn li ser rastîya vê ola kevnar, rewþa wê ya îro,
nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî
“Ji çi welat destpê dibe?!..”
(Ji straneke rûsî ya sovêtî)
Dema hinek hevalên me yên Yekîtîya êzdîyên Kurdistanê ji min ra digotin: “Tu çima tiþtekî ji kovara me “Laliþ” ra nanivîsî?”- Ez di nav mitalên xwe da digerîyam, min dixwest têbigîhîjim, ka çi dikarim binivîsim û tu bersiveke erênî nedidît: “Ê, ezê çi binivîsim?- Min digot, - Ez ne amade me û naxwezim hema wisa, ji bo xatirê nivîsekê tiþtrkî binivîsim. Pirs û pirsgirêkên êzdîtîyê pirsne giran in, mijara wê jî ne wisa pir hêsan e!..”
Her çiqas jî min gotibû-na, dîsa dem bi dem tiþt di mejûyê min da digerîyan, min li ser wan serê xwe dêþand, lê dîsa ez ji xwe razî nedimam... Heya ku em gihîþtin demekê û min dît, ku hinekan êzdîtî kirine mijara gotin û nivîsên çewt û vala: her kesek, çi tê serê wî, dibêje û dinivîse, nêrînan davêje holê; hemîn di vê rewþê da nedost û neyarên ola êzdî û netewa kurd jî dest avîtine van nezan û hêsîrên heþ û sewdayê xwe yên di nav me da û ev hemû kirine nijara kirîn- firotana siyasî...
Û ev pirsgirêka wek gêjgerîngekê li hev zivirî – zivirî û ji xwe ra nêrîneke mejûyê nexweþ û dûrî heþ û aqilan derxist holê. Gotin: “Êzdî ne kurd in!” Li hemberî vê di nav gel da helwestekê rû da: “Eger êzdî ne kurd in, êdî kî kurd e?...”
Û van tevan ez vegerandim zarotîya min. Û min ji wir va dest bi lêgerîna bingeha xwe ya êzdîtîyê kir: Em- êzdî kî ne? Ji bo çi ji me ra dibêjin êzdî? Êzdîtî bi xwe çi ye? Van û pirsên din tabetî nedidan min...
...Bi rastî, hingî min çavên xwe vekirine, ji mirovayê û cîhanê ra têgihîþtina min çê bûye, min xwe êzdî nas kirîye... Rasttir dibû, ku mirov bigota, me hemûyan, ên ku di gundê me da mezin dibûn, me xwe wek lawê êzdî nas dikir. Êzdî jî, ne wek tiþtekî cûda, wek rengekî kurdan, ên here kurd mayî, yên li ser bingeha netewî dombûyî, û zimanê xwe jî me kurdî dizanibû... Ev ji çi dihat? – Her çiqas bavê min- Cewoyê Emerê Mamo, mamostayê zimanên kurdî û ermenî bû, endamê Partîya komûnîst a Yekîtîya Sovêtê bû, û îdêolojîya vê partîyê jî atêîzm ferz dikir, lê kalik- pîrikên min û dayîka min bawermend bûn, êzdîtî diparêzîn, þêx, pîr, xûþk û birayên axiretê, koçek ji mala me kêm nedibûn. Her cejneke olî bi girêdaneke pir mezin dihate pîrozkirin, þev radibûn paþîvê û rojî digirtin, dîwar, stûne û banê xanîyan ên ji tenîya dûyê tendûrê reþbûyî bi êr dinitirandin, êvara cejna Xidirnebî xwe bi hêlikanan dikilan, ji bo ku “gunehên xwe dawþînin” . Dolîdang digerandin: keç û xortên 10-12 salî radibûn ser xanîyê her malekê, goreke rengîn, an tûrikek di kuleka wê malê da dadiliqandin û bi hev ra wek stranekê deng didin hev: “Dolîdangê, dolîdangê,
Xortê malê zavangê,
Pîra malê qurbangê...
Tiþtekî bixin vê dolîdangê!”
Lê hema wê þevê di sinîyekê da ar dadanîn ser stêr, temezîyeke hevtrengî davîtine ser û hîvîya hatina Sîyarê Mirazbexþ – Xidirnebî bûn. Û eger þopa sima hespê Xidirnebî li ser êr bihata dîtin, bizanibe, çerxa wê malê rast dizivire û ewê bibe xwedî mal û hebûneke mezin, mala wanê tije keç û kur be, wê keç û xortên wê malê bigîhîjin bext û mirazê xwe...
Û her çiqas jî ev hemû hebûn, ev ra- rizmên netewî, toreyên kevneþopî dihatin parastin, vî gundî bi êzdîtî bîn dida, lê dîsa jî navê wî Pampa kurdan bû. Û hemû pampîyan bi serbilindî digotin em ji Pampa kurdan in. Her paþê, dereng navê gund guhartin û danîn Sîpan. Lê dîsa heya îro jî kesekî ji gundê Sîpanê ji xwe ra nabêje sîpanî, dibêjin pampî...
Ev rewþa me ya xwezayî bû. Û tu carê jî li serê me ra derbas nedibû, ku emê vê rewþa xwe ya xwezayî ji hinekan ra þirove bikin... Dibe ku, eger ev nezanîya ji nav me derketî nînbûya, me di derbarê van tiþtan da behs jî nekira.
A li vir e, ku dibêjin: “Tu tiþtekî xirab tune, ku tiþtekî qenc tê da nînbe!”
Belê, em dîsa vegerin ser Pampa kurdan. Ev gund li Ermenîstanê, bakûrê çîyayê Elegezê, di nav sêgoþeya rêzeçîyan da destpêka sedsala 19’a ji hêla êzdîyên ji tevkujîya Roma reþ filitî va hatibû avakirin... Û van êzdîyan hê 200 sal berê dizanibûne, ku ew bi ola xwe va êzdî ne, lê bi netew kurd in, ango kurdên êzdî ne. Û ji bo wê jî navê gundê xwe danîbûn Pampa kurdan.
Mirov dêþe jî, ku di destpêka sedsala 21’î û hezarsala sisîyan van tiþtan þirove dike, lê çawa bikî, kortî û nezanîyê timê di dîroka me da roleke reþ û kirêt lîstine, û ên ku bi van nezanan dilîzin jî wek seên birçî, yên ku li der- dorên malan digerin, ji bo hestûyekî birevînin, dest davêjin wan û dijî yekîtîya netewî didin lîstin!..
Lîstik bi lîstikan, lê em bên ser êzdîtîyê.
|