Yalnýz Mesajý Göster

Eski 29-07-2007, 04:18 PM   #1 (permalink)
rojdi_440
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,369
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 22732
Rep Puaný : 2272808
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayýlan Omer Xeyyam -Bi Kurdi




Omer Xayyam an Omerê / Emerê Xayyam ( Zayîn = 18'ê gulanê 1048, li Nîþabûr, Parêzgeha Xorasanê; Mirin= 4'ê berfanbarê 1123) helbestvan, fîlozof, matematîker û astronomê navdar ê Îranê ye.

Xiyaseddîn Ebulfatih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîþeporê, paytexta herêma Xorasan ê li 1048 hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyyam tê nasîn.

Xayyam di dema xwe de fîlozofiyeke wêrek kiriye. Li dijî þovenîzma paþverûtiyê û Îslama ku berjewendperestiyê dike derketiye. Gelek pirtûkên astronomî, matematîk, fîlozofî û helbestvaniyê nivîsiye.

Navê wî di cîhana rojava de cihekê mezin digire. Di helbestên xwe de wekî sîmbola azadî, evînî û aþtiyê þerab bikaraniye. Çarînên wî yên zîrek û têr evînî îro jî bêhempa ne.

Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîþk û þaîr bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîþeporê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nîzam-ul-Mulkê Tusî bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam li 1131 wefat kir.

Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward FitzGerald sala 1839 çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.

Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paþï li ser navê wî hatine vehûnandine. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn.

Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.

Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd.



Bo bîranîna Omar Xayyam, Nîþapûr, Îran

rojdi_440 is offline