28-07-2006, 03:24 PM
|
#6 (permalink)
|
Giriş Tarihi: Jul 2006 |
|
|
Mesaj: 913
|
|
Üye No: 14156
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 2408
| Rep Puanı : 240515
| |
|
| |
|
Mıhemed Arif Cizrewi
Mıhamed Arıf Cizrawi
Soldan sağa : Mıhemed Arif Cıziri - Seid Yusıf - İsa Berwari
Ji milê çepê ber bi rastê ve: Mihemed Arif Cizîrî (1912-1986), Seîd Yûsif, Îsa Berwarî (1933 Mûsil - 2002 Mûsil).
Ev wêne di sala 1972'yê de li Libnanê (Beyrûd'ê) hatiye kisandin.
Ew di sala 1912 de, li cizîra Botan, hatiye dinyayê, ev mêjû ji aliyê hemû lêkolînvanên ku li ser hozanvanên Kurd lêkolîn çêkirine, tê pejirandin.
Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, ew jî weke gelek kurdan tê girtin û wî dibin li Amedê dixin zindanê.
Di sala 1929 de, ji zindanê derdikeve û diçe welatê xwe.
Ji wê rojê û pêde Cizrawî qerara xwe da ku dest pê bike û bistrê. Kerba di dilê xwe de bi dengê xwe bîne ziman û êşa ku di zindanê de dîtibû derxîne derve. Rewşa wî ya madî gelekî xerab bû, ne tenê ya wî, rewşa her kesî xerab bû, lê belê ê wî deng hebû, dikaribû bi dengê xwe xizaniya xwe dagire û dilê xwe rihet bike.
Li gora ku tê gotin diya wî Edla Xanim dengbêjeke meşhûr bûye Cizrawî di stranbêjiyê de ketiye bin tesîr û bandora wê.
Cizrawî ji ber zilma dewleta Tirk direve diçe başûrê Kurdistanê, pêşiyê li Zaxo, piştre jî li Dihokê bi cih dibe.
Di sala 1932 Mihemed Arifê Cizrawî dizewice û keç û lawekî wî çêdêbin (Asiya û Kerim)
Di demeke kurt de, dengê wî li seranserê Kurdistanê belav dibe, gelek stranbêjan nas dike û bi awayekî profesyonel dev ji her tiştî berdide û hemû giraniya xwe dide ser dengê xwe. Sala 1939 li radyoya Bexdayê weke karmend dixebite û ji nêzîk ve dostaniyê bi Meryem Xan, Girapêtê Xaço, Hesen Cizîrî û gelekên din re datîne. Li wê derê bi sedan stranan tomar dike. Weke, Derwêşê Evdî, Xezal Xezal, Mîrê Botan, Bavê Seyro, Hesenîko Qurban, Hesenê
Mala Musa, Cembelî Kurê Mirê Hekarê. Her wiha ew li gelek welatan digere û konsertan pêşkêş dike, êdî kesek namîne ku dengê wî nabihîse.
Mihemd Arifê Cizrawî roja 17 Kanûnê sala1986 di 74 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Dihokê çavên xwe digire û dişe ser dilovaniya xwe.
--------------------------
Bavê Seyro
Li min lo lo li min lo lo Li min lo lo
Li min lo lo Bavê Seyro
Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê
Kum û kolozê xwe xwar kiriye pala xwe daye cencerê
Ez terka Bavê Seyrana xwe na kim
Heta li ser sînga min karê karxezalê
Bibe zîqîna vê xincerê
Li min lo lo Li min lo lo ...
Li min lo lo ..Bavê Seyro..
Neqeba min û bavê Seyro tak dîware
Pînkê lêxe bîne xware
Sîng û berê min karê karxezalê
Tiberka mala bavê Kale..
Li min lo lo li min lo lo..
Li min lo lo Bavê Seyro ..
Wez diçûm sûka van hedada
Min dî Bavê Seyro cixare pêça
Simbêlê reşî qeytanî bada
Heçî neqeba min û Bavê Seyro
Bi neqencî xeber bide
Rebî ne gihêje tu meqseda tu mirada
Li min lo lo li min lo lo Bavê Seyro..
Bu mesaj en son " 04-08-2006 " tarihinde saat 09:38 AM itibariyle pılıngo tarafından düzenlenmiştir....
|
|
|