Yalnýz Mesajý Göster

Eski 18-07-2007, 12:25 PM   #1 (permalink)
rojdi_440
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,402
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 40624
Rep Puaný : 4061829
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayýlan Ehmedê Xanî ji me xeyîdî!




Kurdên hêja û delal, kurdên zimanas, dîroknas û cîhanas! Dixwazim ku xewna
xwe bibêjim ji we re. Ango min xewnek dît. Kurdno, hiþyar bin û ji min re bêjin wateya wê çiye? Min dît ku rojeke taybet bû û hemû gelên cîhanê, li gel nivîskar û fîlozofên xwe li qadeke mezin civiyabûn. Mesela Îtalyanî li dora Makyavellî civiyabûn û bi pênoþî û zanînekê behsa pirtûka wî ya bi navê “Fermandar” dikirin. Makyavellî gelek dilþah bûbû û careke din didît ku pirtûka wî, bûye çira û di dilê hemû hemwelatiyên wî de (û cîhaniyan de jî) vêketiye.

Pê ewle dibû ku wê pirtûka wî qet nehata jibîrkirin, lewre bûbû zanîn û çand di hebûna hemwelatiyên wî de… Îspanyolî, li dora Cervantes civiyabûn û bi eþq û zanîn behsa Don Kîþot û serboriyên wî, her wiha behsa Don Kîþotbûyîna xwe dikirin… Cervantes jî pênoþ û þanaz dibû, serê xwe bilindtir dikir û li hemwelatiyên xwe û li cîhanê mêze dikir. Û Înglizan bi ravekirinên berfireh behsa lehengên Þekspir jê re dikirin. Þekspir dikeniya, pirs dipirsî û bi bersivan pirtir dilgeþ û þanaz dibû…

Her wiha lehengên xwe didîtin di hebûna hemwelatiyên xwe de. Û gelî kurdnasên kurdînezan, gelî zimanas, siyasetmedar û kurdîneaxêvên ku bi salan e dibêjin “çat-pat biliyorum”! Guhê xwe vekin ku ez dewama xewna xwe bibêjim, lewre qet mizgîniyên xêrê tê de tune ne û min ditirsîne ev xewn! Belê, dor hat ser me û Ehmedê Xanî, bi bîranîna Melayê Cizîrî û Elî Herîrî çavên xwe li rûyê me, li rewþa me gerand. Li piþta wî bayê çiyan hebû, di destê wî de jî Mem û Zîn… Çawa ku ber bi me ve hat û got: “Kanê Mem, kanê Zîn?” me ew nas kir û em jî çûn pêþiya wî. Sekinî û li me guhdarî kir. Me ew bi tiliyan þanî hev dida û her yek ji me tiþtek digot ji bo wî, bi þanazî. Û gelekan ji me jî bi kurdî nizanibûn û digotin “Ahmedî Hanî dir bu! Mem û Zînî bize armaðan eden…”


Seyda piþtî ku ev dengên biyanî bihîstin rûgeþ bû û ji me pirsî: “Qey heval û dostên we yên biyanî jî hatine? Van ên ku biyanîkî diaxivin ew in, ne wisa?” Di heman demê de hinekan ji me digotin “ne diyor, bize tercüme edin lütfen, anlamýyoruz” Her wiha Seyda li benda bersiva me bû. Me bi awayekî þermok jê re got: “Na Seyda. Evana jî kurd in, ne biyan in…” Seyda li rûyê me mêze kir û bawer nekir ji gotinên me got: “Na na. Ma çawa kurd in? Biyan in, lewma bi kurdî nizanin? Ma kurdên ku kurdî nizanibin hene?” Hinan ji me pirsî, ji bo ku mijarê bjguherîne: “Seyda, em dixwazin Mem û Zînê guhdarî bikin ji te…” Seyda biþirî û got: “Belê, em ê vegerin ser Mem û Zînê. Lê beriya wê dixwazim ku hûn li ser pirtûka “Fermandar” (Makyavellî) û “Hamlet” hin tiþtan bibêjin, lewre ez û nivîskarên wan hevalên hev in…” Çawa gotina xwe qedand, me dest pê kir. Û gelek nirxandin û þîroveyên xwe pêþkêþ kirin. Seyda rûgeþ û þanaz bû bi me. Dûre gotinên me xilas bûn û Seyda fam kir ku dor hat ser Mem û Zînê… Got “Hevalno, ciwano, delalno! De va ye ez þagirtekî we me, fermo, ji min re behsa felsefe, naverok û zimanê Mem û Zînê bikin.” çawa ku gotina xwe qedand, em pênoþ bûn û ramiyan ka, ku bi kîjan hevokan “felsefe, naverok û zimanê” Mem û Zînê bînin ziman. Hinekan ji me got: “Gelek girîng e, berfireh e, di kesbûna evînekê de behsa trajediya me dike.” Hinan ji me got “jixwe “Beko” jî tê de heye û ew kelem e li hember tevayê evîn û delaliyan… û jixwe Beko hîn jî hene. Hinekan ji me got: “Zînê Kurdistan e û ew rewþ hê jî didome…” Lê bersivên me gelekî kurt û serveyî diman û hevokên me me jî têr nedikirin. Em li gotinên kûr û têrwate digeriyan, lê nedibû, tiþtên xweþ nedihatin ser zimanê me. Lewre, me tu caran li ser wêjeya kurdewarî, li ser Mem û Zînê gotûbêjên kurdî û kûrwate nekiribûn, loma jî berîkên me vala bûn. Jixwe gelekan ji me jî kurdî nizanibû û digotin: “Mem û Zîn denince aklýmýza aþk, ölüm ve yurt temalarý geliyor, bu çok önemli bir eserdir…” “Bu eserin hem felsefik hem de edebi yönü çok geliþkin, imgelemi de çok zengin. Kürtçeyi bilmeyenler olarak bizler bile fark edebiliyoruz…”

Þîroveyên tirkî dûr û dirêj dibûn. Lê rûyê Seydayê Ronahî jî xemgîn dibû… Jixwe þîroveyên kurdî hema hema qediyabûn. Seyda li rûyê me hemûyan yeko yeko mêze kir. Destê xwe da ser dilê xwe û bendek ji Mem û Zînê xwend jiber: (Jixwe pirtûk girtibû û li ber dilê wî bû.) “Mem hat û teferuca gulan kir / seyrek li rihan simbilan kir…” Çavên xwe girt û kete deryaya xemgîniyekê. Lewre ew Mem bû ew dem û belkî xwestibû ku em jî bi zanîna Mem û Zînê bûbûna “rihan û simbil…” Lê nebûbû! Mem hatibû, li me mêze kiribû, lê me wî dilgeþ nekiribû, me tenêtiya wî mezintir kiribû. Me pirtûka wî jî tenê hiþtibû di gel wî… Mem, hê jî Mem bû, lê em ne rihan ne jî simbil bûn! Lê em di biyanîbûna ziman û raman de strî û kelem bûn. Me tirkî ji tirkan bêtir dizanibû, lê me zimanê xwe rengê xwe nizanibû û tew ji me re xem jî nîn bû… Belê Seyda hatibû, li cihê xwe bû, Mem û Zîn hatibû li wate û zimanê xwe bû. Lê em ne li cihê xwe bûn, em lal bûn û em hêj jî bermayiya binbandora asîmîlasyonan bûn. Loma jî Seyda Xeyîdî ji me û çû! Û ez veciniqîm ji xewê…


Mizgîn AYDIN

rojdi_440 is offline