Yalnýz Mesajý Göster

Eski 21-05-2007, 01:08 AM   #1 (permalink)
umutma
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: gizli bahçe..
Mesaj: 1,085
Üye No: 5955
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 119
Rep Puaný : 11554
Rep Derecesi
umutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond reputeumutma has a reputation beyond repute
Varsayýlan ÞÎn Û MÝrÝn


ÞÎN Û MÝRÝN

Mirinê, bi navê xwe yî sar, her civatek bi çaxan bê çare hîþtiye. Bi sedsalan her civatekê, li hember mirinê, ji bo bêçare bûyina wê reaksîyon nimandine. Her civatek xwedîyê çand û kultirekê ye. Þîn jî, perçekî çanda civatêyê. Civata Kurdên Anatolîya Navîn jî, li hember mirinê reaksîyonên xwe , li gora erf û edetên xwe bi ci tîne. Çanda Kurdên Anatolîyê de þîn, li hember mirinê wek serhildanekê ye. Lê serhildanek bêhêvî.

Mirin û Þîn; di erf û edetên Kurda de bi serê xwe, cihekî mezin digire. Li mirineyekê; rawûn û rûniþtin, bergunde mîvana çuyîn, ger azcîyên ji gund ger jî azciyên yad: mîvan kirin, xizmetê wana kirin û verêkirin li gora erf û edeta ye. Ku kê, ew erf û edetana neanîn þûnê, yê li civatê were rexne kirin û pir bi eyib e.
Meyît Heynan: Dema ku gundîya xebera mirinê bîstin; tev li ber mala miri berhev diwin. Mêrên, haziriya meyît bikin. Tirba (gor) vî bi kolandi bidin. Ava wî bi ser êr din. Melleyê here camî (mizgeft) yê salayê bixwîne. Jinên, þîna wî (wê) bikin. Meyît ji der gund (bajar, ewrûpa ) were xerê; gundî û meriyên miriyên miri li wir;ên vê re werin gund. Ewa ji erf û edate ye. Si-Çel salî berê, mirî jine; jinên gund, mêrê, mêrên gund, Ber-Qelt an jî xela spîbelek di dora xwe re çerx dikirin û xelqek çê dikirin. Di nava wê xelqê de Melleyê gund an jî jinekê meyît diþuþt û awdesta wî (wê) didayê. Niha gundên ku buyin Beledî erebeyên xwe yên meyît þuþtinê hene. Di wana da meyîtan diþon.

Dûva mêrên gundên meyît bi ser millên xwe din bibin nimê kin. Nimêyê bi þûva dibin ser gorê. Meyît kirin gorê, siftê merîyên xwe yên pêþe pêþ xwelîyê bavên ser. Dû va gundîyê gora wî (wê) çê kin. Melleyê telqîn ke û gundîyên vegerin mala miri. Mêr hatin ber malê; Melleyê quranê li der bixwîne û gundîya daweta hundir ke. Mêrên maley ê siftê herin cem jina, þîna xwe bikin. Dû va vegerîn ciyê mêran. Melleyê li hundir jî quranekê bixwîne û bi gundîya ve tev serxwaþîyê bidin xwedanên miri û li ber wana cixarê bigerînin. Melleyê gund û mezinên gund ên xwedîyê miri awêni kin, ku êþa wana sivik bibe.
Ciyê mêran û Azcî
Li þîn û mirinan; mêrên li ciyekî, jinên li ciyekî rûnin û azcîyên xwe bi mîvan kin. Jinên þîna miri bikin. Li miriniyekê rawûn û rûniþtin û mîvankirin qaîden xwe hene, ew qaîdana li cem mêra û jina ne mîna hevûdine. Li hoda mêra mîvan hatin; merîyên malê yên tev rabin serxwe û mîvanên xwe bi ci bikin. Dû va melleyê quranê bixwîne û cemeeta fatîhe ke. Cemeeta rabe serxwe, li pe xêrhatinê li mîvana bikin. Xwedi yên miri yên malê yê cixarê li ber mîvana bigerînin û çayê belav kin. Mîvanên ku hatin ; ( ji gundên dor-alî) merîyên mirine xerê, bi xwe re ji mala miri re pez, berx, çay-þekir û cixara tînin. Gundî jî, Yek bi yek cixarê belav dikin û yek pakêta jî, ji bo mîvana diavên teqê.

30-40 salî berê, mîna niha rê û tomefîl tunewûn. Ji bo wê li miriniyekê mîvanên yad çend roka li mala miri dîwûn mîvan. Niha ne weng e piranîyên mîvana du-sê seeta rûdinin û diherin. Niha, car caran ji gundên yad, ji meriyên miri sê-çar mêr an jî jin li gund du-sê roja dimên.
Li sîna, mezinekî gundê xwe bi pêþiyê de, ku mîvana çing bi mîvan kine, kî nana wana bikê ewê qererê bide. Gundîyên ji bo nana mîvana di sirê (dor) kevin. Her rokê, du-sê malên cîranan yên nanê bikin. Ji bo, ku pir qeramî nedin ser mala miri.
Dema ku mîvan rabin jî, quran te xwendinê. Dû va ên xatirê xwe bixwezin. Ji hoda mêra; merîyekî malê yê xeberê bi jina de, ku ew amade bin. Jin jî yên, þîna xwe bikin û xatirê xwe bixwazin. Mêrên malê û çend gundî, di ber mîvana bi derkevin û li ber malê yek bi yek dikevin sirê (dor) û mîvana ve rê dikin. Mêrên malê, li verêkirinê diherin cem jinên mîvan, mêrên mîvan jî diherin cem jinên malê û li dil û xatirê hev dipirsin, serxwaþîyê dixwazin.

ALINTI BÝRNEBUN

umutma is offline