Yalnýz Mesajý Göster

Eski 14-05-2007, 11:08 AM   #1 (permalink)
newalaqesaba
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Konum: Nizanim
Mesaj: 4,088
Üye No: 73562
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 21312
Rep Puaný : 2130610
Rep Derecesi
newalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond repute
Exclamation Nivîskarê bêwelat Firat Cewerî



Hevpeyvîn: Ferzende Kaya



Hejmara dawî ya Kovara Esmerê bi giranî li ser xebat û jiyana nivîskarê kurd Firat Cewerî radiweste. Ji dema biçûkbûna wî hetanî mezinbûnê, xeyalên wî yên xortaniyê, xebatên wî yên polîtîk, derketina derveyî welêt, destpêka nivîsînê, derxistina kovara Nûdemê û gelek bendên din ku mirov li ser Cewerî nizane, derdixîne holê.
Di vê hejmara taybetî de þaîr û nivîskarên kurd yên navdar yên mîna Celîlê Celîl, Tosinê Reþîd, Têmûrê Xelîl, Abdulla Peþêw, Ferhad Pîrbal, Mervanê Keleþ, Medenî Ferho, Rojîn, Muhsin Kizilkaya, Gulistan Perwer, Abidîn Parilti, Þîrvan Nuray, Arjen Arî, Muharrem Erbay û Xelîl Duhokî bi awayên cihê Firat Cewerî wek mirov û nivîskar dinirxînin.

Ev wêne îro faworîtê Firat Cewerî û malbatê ye



Kovara Esmerê di vê hejmara taybetî ya li ser Firat Cewerî de, bi Cewerî re hevpeyvînek jî pêk aniye. Bi niyeta ku wê ev hevpeyvîn bi kêrî xwendevanên Netkurdê were, em kurdiya hevpeyvînê pêþkêþ dikin.
Ferzende Kaya: Ji kerema xwe re hinekî qala dê û bavê xwe bike. Kî ne? Çawa hevûdu nas kirine? Zewaca wan bi çi þêweyî pêk hatiye?

Firat Cewerî: Bavê min li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyê. Bavê wî ji Þemrexê, ji gundê Tarînê ye; Elîkî ne. Tê gotin ku di dema bapîrê min de, di navbera wan û hêza dewletê de þer derketiye. Di þer de hejmarek leþker û serleþker hatine kuþtin. Paþê hêzên dewletê dora gundê wan bi çekên giran pêçaye. Hêzên dewletê çend kes ji wan kuþtine, malên wan dane ber êgir, ew ji cî û warê wan rakirine û eþîr mîna nokên ku li tehtê bikeve, belav bûye. Her malbatekê koçî cihekî kiriye. Beþek jê li Dêrikê û gundên dora wê, beþên din jî li aliyê Rihayê, Omeriya û Cizîra Botan bi cî bûne. Îro jî li aliyê Cizîrê û Omeriya bermayên qesrên pêþiyên me hene.


(Diya Cewerî, Cewerî û bavê wî li ser mêrgeke Qamiþloyê, 1987)

Bapîrê min li navenda Dêrikê bi cî bû. Li wir bi Siltan Xanima Ebasî re zewicî. Bavê min li Dêrikê çêbû. Malbata diya min li aliyê Dêrikê ji kesên rêzdar pêk tê. Di navbera wan û bapîrê min de dostaniyeke xurt ava bû. Þevekê bapîrê min bi tivinga xwe nêzî mala kalikê min (bavê diya min) tê dîtin. Di tariya þevê de nayê nasîn. Þika neyara jê dikin û ew bi destê kalikê min tê kuþtin. Guleya ku li dostekî dikeve, li dostaniya wan nakeve; ji bo ku ew dostaniya xwe xurttir bikin, diya min didin bavê min. Bavê min ji diya min hez dikir. Tu caran bi çavê qîza neyaran lê nedinêrî. Li gorî ku diya min digot, apekî min, di destpêka zewaca wan de bi awira dijminantiyê li diya min dinêrî, li hemberî wê hiþk bû, tade û neheqî lê dikir.

– Hûn çend xwiþk û bira ne? Hinekî qala wan bike...
Di destpêkê de çar xwiþkên min hatin dinyê. Yek ji wan çû rehmetê. Wê demê jinên ku tenê keç dianîn, di nava civatê de bêqîmet dibûn. Ji bo kurê wan çêbibe, berê mêran didane zewaceke nû. Lê bavê min çi caran pêþniyazên wisan nepejirand. Paþê ez pê hisiyam ku diya min bi xwe jî ji bo zewacek nû dixwest alîkariya bavê min bike. Lê berî ku zewaca duwê pêk were, diya min hemîle bû, paþê li pey hev pênc law anîn. Piþtî xwiþka min Fatmayê, birayê min yê mezin Remezan, paþê ez, di dû min re M. Elî, M. Seîd û M. Emîn çêbû. Bavê min êdî bavê pênc lawan bû, kêf kêfa wî bû, þûr simêlê wî nedibirî.



Firat Cewerî di zaroktiya xwe de li ser mêrga dervayî Nisêbînê. Salên 1970-yî

Dema ku ez li Swêdê bûm, xwiþka min Helîmê û birayê min M. Elî çûn rehmetê. Þêweyê mirina wan pir trajîk bû. Xwiþka min wek berbû bi hejmarek erebe re, ji ser rêya Mêrdînê re diçûn Farqînê. Di navbera Mêrdîn û Amedê de, li cihê Siltan Þêxmûs bêhnvedanekê didin. Keça wê a biçûk diçe ser rê. Otobusek pir xurt ji jor de tê. Xwiþka min baz dide ser rê da keçika xwe xelas bike, lê otobus li herduyan jî diqelibîne û herdu jî li wir can didin. Di sala 1994an de jî birayê min ê li piþta min M. Elî ku gelek helbestên klasîk yên kurdî jiber dizanîbû, bi destên hêzên tarî li ber deriyê dikana xwe hat kuþtin. Mixabin, ez nikarîbûm biçûma þûna herduyan jî.

– Tu kengî û li ku çêbûyî?
Ez bawer im xwiþka min ya mezin Zînê li gundê Kela Wêranþehirê çêbû. Em yên din jî li Dêrikê, li gundê Bavsê hatine dinyê. Mixabin, ez sala ji dayikbûna xwe baþ nizanim. Ez bawer im wê di navbera salên 1959-1961ê de be.

– Kê navê we li we dikir?
Bêhtir bavê min nav li zarokên xwe dikir.

Xeyalên xortaniyê
– Zaroktiya te li ku derbas bû?
Salên zaroktiya min, destpêkê li gund derbas bû. Paþê me bar kir Wêranþehirê. Em du-sê salan li wir man. Ji dema barkirinê tiþtek zêde nayê bîra min. Ji ber kadastrokirina (reform) erdên li gund em vegeriyan Bavsê. Piþtî çend salan me bar kir Nisêbînê û em li wir bi cî bûn.

Ji dema zaroktiya te çi tê bîra te?

Di dema zaroktiyê de endamên malbatê û xizmên me gelekî ji min hez dikirin. Wan qala jîrekbûn û jêhatîbûna min ya kar û xebatê dikir. Ez kesekî bi terbiye, bi exlaq û xortekî lihevhatî dihatim dîtin. Ez wêrek û têra xwe çalak bûm. Bi navê, anku bi gulaþê kesî nikarîbû piþta min bida erdê. Ez ji xwe razî bûm û vê yekê karaktêrê lîdertiyê bi min re çêkir. Di dema zaroktiyê de, di nava hevalan de, bi giranî peyva min derbas dibû. Mîna her lîder û dîktatorî, min jî digot karê herî baþ ez dikarim bikim. Lê zerara lîdertiya min nedigihîþt kesî, min nikarîbû gêrikek biêþanda. Tê bîra min, rehmetiyê bavê min dikir nedikir, min nikarîbû dîkek serjê bikira. Perpitandina dîkê serjêkirî agir bi dilê min dixist.





– Tu li maleke çawa mezin bûyî? Li malê peyva kê derbas dibû?
Ez di maleke bê pevçûn û bihizûr de mezin bûm. Ez gelek caran bûm þahidê pevçûna malbatan û lêxistina jinan. Nayê bîra min ku bavê min bi diya min re pev çûbe, peyvek nexweþ jê re gotibe. Ji ber cûtina benîþt, bavê min erza xwiþkên min diþikand, lê qet li wan nedixist. Gava carina min pê re eksî dikir û ez diketim girê wî, ew hêrs dibû, mîna ku wê hesteyê (çaqmaqê) xwe bavêje min, destê xwe bilind dikir, lê zû poþman dibû, di ber xwe de ”Naletula nalet Þeytan” digot û bêdeng dima.

Gava mirov ji derve lê dinêrî, mirov digot qey peyva bavê min derbas dibe. Lê ne wilo bû, gotina dawî li ba diya min diqediya. Herçî diya min bû, ev qet nedida der, li hemberî bavê min bi hurmet bû, ew biçûk nedixist, pê diþêwirî, û bi kirin û gotinên xwe dikir ku xelk bawer bikin ku peyva bavê min derbas dibe. Lê di dawiyê de ez têgihîþtim ku peyva wê bêtir derbas dibû.

Çanda mêvandariyê li cem we çawa bû?
Beþek ji malbatên dewlemend hene ku nanê wan nayê xwarin. Lê nanê me dihat xwarin, deriyê me hertim ji mêvanan re vekirî bû. Em malbatek mêvanhez bûn. Me bi germî bixêrhatina wan dikir. Mêvanên me ji ber vê helwestê xwe li cem me mîna xerîban nedidîtin. Piþtî em li bajêr bi cî bûn, mêvan ji mala me kêm nedibûn. Ji dostên bavê min yên oldar bigire, hetanî kirîvên wî yên êzîdî, ji hevalên min yên ermenî bigire, hetanî yên polîtîk, tev diçûn û dihatin. Piþtî cunta leþkerî li Tirkiyê, gelek mirov ji bo derbasî aliyê Binxetê bibin, bi hefteyan bûne mêvanê me. Îro gelek ji wan li Ewropayê ne. Mûsa Anter jî yek ji wan kesan bû ku bûye mêvanê mala me.

– Li çi þêwe mûzîk dihate guhdarîkirin?
– Bavê min di vegotina edebiyata devkî de pir xurt bû. Awayê bihevgirêdana bûyeran, berfirehîgirtina mijarê û nermîbilêvkirina berhemê em bi xwe re dibirin cîhana klasîkên kurdî. Vê yekê þenseke wilo da min ku ez bi klasîkên kurdî re bi rengekî zindî bijîm. Siyamendê Silîvî, Hemê Gozê û Mîrzo bi hemû xweþikbûna xwe bi min re ne, ji bîra min naçin. Ji xwe Radyoya Dengê Êrîvanê di mala me de wezîfeya kaniya muzîka klasîk didît. Carina gava problemên teknîkî di radyoyê de derdiket û radyoyê parazît dikir, dengên spîker û stiranbêjan baþ dernediket. Hingî diya min bi awayekî pir cidî digot, dijmin girtiye ser radyoyê û ji bo ku ew bi kurdî distirên, destên xwe dixin qirika wan û dixwazin wan bixeniqînin. Me zarokan jî bi hemû safîtiya xwe ji gotinên diya xwe bawer dikir.

– Ma li mala we pirtûk dihatin xwendin? Pirtûkên çawa li ba we hebûn?
– Di dema zaroktiya min de ji bilî Qurana pîroz tu pirtûk li mala me tune bû. Bavê min bi erebî nizanî bû. Lê saeta wî ya xwendina Quranê hebû. Di wan deman de bi rêzdarî qewlikê Quranê ji dîwêr dikir, pif dikir ser toza qewlik, li ser mînderekê rûdiniþt, çarmêrkî vedida, Qurana xwe ji qewlik derdixist, datanî ser xwe, carina bideng carina jî bêdeng dixwend. Piþtî her xwendinê nûrekê xwe davêt ser rûyê wî û dilþa dixuya.

– Li cem we çanda xwarinê çawa bû? Xwarinên ku di bîra te de çi ne?
– Xwarin tenê ji bo têrkirina zik bû. Dema mirov zêde dida pey nefsa xwe û xwarinê, helwestek çewt dihate dîtin. Peyva li ser xwarinê hem guneh dihat dîtin, hem jî mekroh bû. Xwarina ku bi saetan dihate amadekirin, di bêhnekê de dihate xwarin û sifre ji erdê radibû. Min hez ji kutilkan dikir. Carina pelikekî zêr di nav kutilkekê de dihate veþartin. Kesê ew bidîta xwedî þens dihate hesibandin. Ji bo bidestxistina wî pelikî, me gelek kutilk dixwar. Divê ez mikur werim ku ez û xwiþka xwe Helîmê, hema bêje em vegeteryan bûn, zêde kêfa me ji goþt re nedihat. Carina gava min goþt dixwar, mehdê min dixeliya û ez diçûm bi dizîka vedirþiyam.




Ev 27 sal in ku ez li Swêdê me û li vir fêrî pirçandîbûnê bûme. Vê yekê þensek mezin da min ku ez ji gelek deverên cîhanê, xwarinên cewaz nas bikim. Naskirina xwarinên cewaz û yên kurdî rê nade ku mirov bêriya xwarinên din bike. Lê berî niha bi demekê ez li mala dostê xwe Muhsin Kýzýlkaya bûm mêvan. Wî ji me re tirþikeke Hekariyayê çêkiribû. Bawer bike, heta niha jî tehma wê di bin zimanê min de ye.

– Tu bi kultureke çawa mezin bûyî? Ji me re qala bajar û taxên ku tu lê mezin bûyî bike...
– Di zaroktiya min de me çend cî guhert, ez û çandên kozmopolît hatin beramberî hevûdu. Min, li Dêrikê ermenî, li aliyê Wêranþehirê jî êzîdî nas kirin. Di deh saliya de xwe em li Nisêbînê bi cih bûn. Nisêbînê ji wan deveran cewaziya xwe hebû, bajarekî biçûk û xweþ bû. Toleransa li hemberî hevûdu firehtir, helwesta li hemberî jinan nermtir bû. Li bajêr bi kurdî û erebî dihate axaftin. Paþê hejmara kesên bi kurdî qise dikir, zêdetir bû. Qamiþlokê pir nêzîk bû. Kasetên Mihemed Þêxo û Seîd Yusif, pirtûkên helbestan yên Cegerxwîn dikete destê me. Wan tesîreke mezin li me kir.

– Tu dikarî hinekî qala dibistana xwe ya destpêkê bikî...
– Min li gund dest bi dibistana ewil kir. Emrê min biçûk bû, lê ez bi birayê xwe yê mezin re çûm dibistanê. Ji ber ku li Wêranþehirê ez hinekî fêrî tirkî bibûm, rewþa min ji ya zarokên din baþtir bû. Wan qet bi tirkî nizanî bû. Lê ez çend gavan li pêþiya wan bûm. Di xelasoka dibistanê de, gava mamoste qarneyên hemû zarokan da wan û ya min neda min; ez pir li ber xwe ketim, pir xemgîn bûm û min kira xwe ji girî bikuþta. Ji ber ku ez li dibistanê nenivîsandîbûm, loma ez bê qarne mabûm. Di sala dudan de, navê min hat nivîsîn. Piþtî çendakî ez ji sinifa yekê derbasî ya dudan bûm. Mamosteyê min tirk bû, pir ji min hez dikir. Lê wî gelek caran þkence li zarokên din dikir.
Min di ber dibistanê re, li ba melê gund dest bi xwendina Quranê jî kiribû. Min Quran jî zû xitim kir.

– Dibistana navîn û yên din çawa derbas bûn?
– Berî dibistana destpêkê bi dawî were, me bar kir û em li Nisêbînê bi cî bûn. Min sinifa 4 û 5ê li Nisêbînê xwend. Piþtî navbirekê min li lîseya Nisêbînê dewam kir. Wê demê bizava þoreþvaniyê pir xurt û çalak bû. Me giranî dida xwendina pirtûkên felsefê û polîtîk. Pirtûkên ku me dixwendin û me li ser minaqeþe dikir, pirtûkên giran bûn. Di siya naveroka wan pirtûkan de em li hundir û derveyî dibistanê diketin minaqeþeyên germ.


newalaqesaba is offline