Yalnýz Mesajý Göster

Eski 13-05-2007, 01:17 PM   #1 (permalink)
MaVi_TüRKü
 
Giriþ Tarihi: Dec 2006
Yaþ: 36
Mesaj: 5,907
Üye No: 40643
Cinsiyeti : Bayan
Rep Power: 27545
Rep Puaný : 2753705
Rep Derecesi
MaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond reputeMaVi_TüRKü has a reputation beyond repute
Varsayýlan Sîstema Hormonan


Sîstema hormonan sîstema organên ku hormonan çêdikin e. Ji organên ku hormonên xwe didin xwîne re em organên endokrîn jî dibejin.

Hormon di gelek organên mirovan de tên çêkirin. Hormon xebatên bedenê regule dikin. Organên hormonan girîngtirîn ji jor ber bi jêr ev in:

Hipofîz

Hîpofîz organekî gelek biçûk e û di hindûrê mêjû de cih digre. Hormonên ku di hîpofîzê de tên çêkirin, emir didin organên din, da ku ew hormonan çêbikin. Ew hormonana ji bo mezinbûnê (adrenokortikal hormon, ACH), ji bo hîngivandinê (gonadotrop hormon, oksîtosîn). Xênci wana gelek hormonên din hene. Hormonên emrê jo bo hemû organên ku endokrîn dixebitin, tên çêkirin.

Livika Troîd

Livika troîd (ku bi Kurdî livika zençelok) an toþpiya troîd organeke ji organên(sîstema livikên kerr(endokrîn)yan sîstemê hormonan e.
Di wî organê de hormonên trîyodtîronîn (T3) û tetrayodtîronîn (tîroksîn, T4) têne çêkirin. Ew hormonana ji bo telefkirina enerjî û ji livînê girîng in. Ger ew hormona tunebin, mirov her tim diweste, naxwaze xwe bileqîne û karbike. Gava pir ji wan hormonan hebin, dilê mirovan pir zû lêdixe, mirov nikare þuna xwe da bimîne û dixwaze hertim bilive.

Livika Paratroîd

Livika paratroîd an toþpiya paratroîd organeke sîstema hormonan e.
Li dora livika troîd çar livikên piçûk bi navê paratroîd hene. Ew jî ji bo hezmkirina kalsiyûm hormonan çêdikin. Kalsiyûm ji bo hestiyan gelek girîng e. Ger ew hormonana di bedenê de pir hebin, di bedenê de pir kalsiyûm tê komkirin. Ew kalsiyûma ji temarê xwînê dide girtin. Gava hindik be, hestiyên mirovan dihelin.

Livika Tîmus

Pankreas

Pankreas li zikê mirovan, di paþ made u paþ ruviya stûr ye pan da cih digre. Wezifa we bi du awa ye: Ji aliyekî wek giniyekî hormonan çêdike (endokrin), ji aliyê din dan ji ji bo hezimkirina xwarinê enzîman çêdike (eksokrîn). Ji bo ve yeke ji pankreasa endokrîn u pankreasa eksokrîn ji hev tên cudakirin: Hormona hin girîng, ku di pankreasê de çêdibe, însulîn e. Ew hormona, ji daxistina þekir di xwîna mirovan da gelek girîng e. Tene bi alîkariya însulîn sane dikarin þekir (karbonhîdrat) bigrin hundire xwe u ji bo xebata xwe bi kar bînin. Gava pankreas ji ber nexwesiyan insulin çêneke, nexwesiya sekir (Diabetes mellitus) di mirovan da peyda dibe. Xenci însulîn gelek hormonên din ji di pankreasê da çêdibin. Ew ji ji bo jiyîne girîng in.
Enzîm ji wek hormonan di pankreasê da çêdibin. Mirov ji bo hezmkirina xwarin e hewceyî wan e. Ew enzîma li ser riya pankreas digihîjin rûviya donzdegirek.

Berkurçik
  • Livika bergurçik ya dorîn
  • Livika bergurçik ya navçeyin
Hêkdank (jin)

Hêkel, hêkdank, ovar kana hêkên jinan e.

Mezinbûna wê mîna bihîvekê ye û hêj di dema jidayîkbûnê de bizrên hêkê kivþe ne. Hejmara wan li dora 400.000 in. Yê ji ber mayî dihelin û çermê dorê digirin. Her mangê (mehê) di bin bandora hormonan de hêkek distewe (digihîje) diçe jorê hêkelê û ji aliyê avzê mîna tiliyan (bêçiyan) tên kiþandin.
Heger di riya hêkê de bi bizrê mêr ganîn pêk neyê ev hêk xeradibe.
Peywirdariyeka din a hêkelê jî hilberîna hormonên zayender e. Ev hormoman ne tenê bo bicanîmayînê, herwekî bo hemî lebatan girîng e û bi bandor e.

Livika gun an batî (mêr)

Batî an hêlik (lat: testis) organeke zayendiye di bin kîr dikeve di laþê mêr. Erka batî yê bingehî ku tov (spêrmê) tê de peyda dibin û hormona seksî (zayendî) bi navê testosteronê têne gotin tê de têne derkirin.

MaVi_TüRKü is offline