Giriþ Tarihi: Jan 2006 |
Konum: shivanistanýn baþkenti |
|
Mesaj: 7,782
|
|
Üye No: 23
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 192000
| Rep Puaný : 10377502
| |
|
| |
|
BEÞA DUYEMÎN
Her sê peyman û kongirên Sykis-Pîko, Firasayê û Lozanê beþê Kurdistanê yê bindestê Osmaniyan sê-perçeyî kirin, perçeyek ji wan bi ser Sûriyê ve xist in11. Di dû re sînorek di navbera wan perçan de hate danîn, lê wan sînoran nikarî bûn têkiliyên Kurdan ji hevdu bibiriyana, lewre jî danûstandinên wan berdewam bûn, û gava þoreþa Þêx Se’îdê Pîran, sala 1925-ê, li çiyayên Kurdistanê dest pê kir, dengvedana wê li Binxetê hêzdar bû. Husên Hiznî Mukuryanî hîngê kovara “Diyar Bekir” weþand, û bi wê piþtgiriya þoreþê kir, pê re jî hîmê hevaltiya pênûs û tifingê, di xebata azadîxwaza kurd de, danî.
Þoreþ neçû serî, belê Kemaliyan, bi alîkariya Firansiza, ku hîngê dagîrkerên Sûriyê bûn, û ya Hevgirtina Sovyêt, ew þoreþ bi awakî hovane perçiqand in; serok û gelek hevpiþkên wê bi darve kirin, pê re jî gelek hevpiþkên wê û rewþenbîrên kurd, ji dest sitema rijîma Turkan, berên xwe dane Binxetê. O.Sebrî yek ji wan bû, ku di 24.12.1929-an de binxet bû12.
Ew rûmetdarên ku binxet bû bûn destgirêdayî neman, belê her tim vegera welêt bala wan dixuran û çavên wan ber ve Serxetê de dikþand. Lewre jî hertim têkiliyên wan bi hevalên wan re hebûn. Ev hêviya pîroz û têkilî û danûstandinên wan bibûn sedema avakirina rêxistina “Xoybûn” sala 1927-an, ku bibe partiyke rêzanî û civakî, ji bo þoreþekê li hember rijîma Tirkan bixebite. Bi rastî jî ev bizav bû, û “Xoybûn”-ê þoreþa Agirî, bi serokatiya Îhsan Nûrî Paþa, sala 1930-î, teqand. O.Sebrî jî, hîngê, wek serdarekî gelêrî, bi raya endamên “Xoybûn”-ê, hate binavkirin13.
Di vê heyama germ de Celadet Bedirxan, ku di damezirandina “Xoybûn”-ê de kesayetiyeke çalak bû, da ser þopa ronakbîrên beriya xwe, û sala 1932-an kovara “Hawar” li Þamê der xist, ku bibe zimanhalê “Xoybûn”ê, û rola rojname û kovarên Kurdistanê, wek Roja Kurd û Diyar Bekir bidomîn e. Bi rastî evê kovarê, di penava hiþyariya netewa kurd li Binxetê de, roleke giranbiha hebû, ku hîmê bingeha wê dirust danî, û pê re jî wêje û çanda kurdî, li Binxetê, derbasî qunaxa nivîsînê bûn.
Her weha “Xoybûn”-ê gelek bizavên balatir kirin, û wek çawa rewþa rêzanî ya kurdî xem û qisaweta wê bû, weha jî çavên wê hertim li ser rewþa civakî vekirî bûn. Ewê zanî bû ku civaka nezan û belengaz wê, di penava rêzanî û pêþveçûnê de, hertim bikule, loma ewê sala 1932-an “Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê” di bin serpereþtiya Haco Axa de damezirand. Evê civatê pirogrameke numa hebû, pêjna saziyeke civakî û rewþenbîrî jê dihat14.
Evê saziya civakî, di jiyana Binxetiyan de, hukardariyeke mezin hebû. Ew li derdora wê diciviyan û xwe bi wê bextewar didît in, ta ku “Xoybûn”-ê, di bin bandûra wê helwestê de, gaveka dî ya hêja avêt û sala 1938-an “Nadiya (kilûp) Ciwankurd” li bajarê Amûdê, di bin serperþtiya Mihemed Elî Þêxmûs (Þiwêþ) de, damezirand. Evê kilûpê dibistaneke kurdî li Amûdê vekir, û wê komeke rêçenasên (keþaf) Kurd jî hebû15.
Bandûra vê kilûpê sînorên Amûdê derbas kirin, û Hesenê Haco Axa kilûpeke dî li Hisiçê vekir, ku tê de zarokên Kurd hînî zimanê dayikê dikir. Li Þamê jî kilûpa “Kurdistan” hate vekirin, û O.Sebrî tê de waneyên zimanê kurdî li pêþ ciwanên Kurd þirove dikirin 16.
Evan kar û xebatên civakî û rewþenbîrî, ku “Xoybûn” bi wan radibû, ew bi carekê ji qada xebata rêzanî bi dûr nexist, belê her û her xebatên rêzanî xem û qisawetên wê bûn, lewre jî ewê sala 1937-an “Civata azadî û yekîtiya Kurd”, di bin serpereþtiya dr. Ehmed Nafiz de damezirand. Çalakî û têkiliyên vê civatê didine xuyakirin ku “Xoybûn”-ê tenê dixwast navê xwe biguhêre, ji ber ku pêjna rêxistineke rêzanî ji wan tê(17.
Berê xebata Binxetiyan ta sala 1938-an hertim ber bi Serxetê ve bû, ku kari bin çareyekê ji bo doza kurdî li wir pêk bînin, nemaze jî di wan deman de raperînên Dêrsimê bi nav û deng bûn. Lê ji vê salê û pê ve pêjna qunaxeke nû ji çalakiyên kilûpa Amûdê tê, nemaze ji wê daxwaznameya ku Kurdên Cizîrê, di riya Firansa re, pêþkêþî Civata miletan (U’sbet el-Umem) kiri bûn, û tê de doza otonomiyekê ji bo Binxetê kiri bûn 18. Lê mixabin Þerê Cîhanê yê Diwem ew daxwazname berba kir, û pirsa kurdî li Binxetê, ta radeyekê, xiste bin bêdengiyeke sar.
Piþtî rawestandina Þerê Cîhanê yê Diwem û vegera çekdar û leþkerên wê bo qijleyên xwe, cîhana birîndar destên xwe dane ser birînên xwe, ku wan bikewîn e, gelên bindest riyên rizgariya xwe peland in, Binxetiyan jî çavên xwe gerandin, lê ji bilî Partiya Komunîst ya Sûrî, çi tiþtekî dî li pêþ xwe ne dîtin, ji ber ku hemî kovar û rêxistinên wan (Xoybûn, Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê, Civata azadî û yekîtiya Kurd) rawestiya bûn. Vêca gelek rewþenbîrên Kurd, ên ku çirûskeke hêvî di wê partiyê de dîti bûn, berên xwe dane wê. Hinek, mîna Cegerxwîn, Reþîd Hemo, Þewket Henan Nee’san, Xelîl Mihemed û hwd., bûn endamên wê, hinek jî, mîna O.Sebrî, bûn endamên “Civata Aþîtîxwazên Sûrî”, ya ku di bin siya wê partiyê de dixebitî, berî wan jî hinekên dî bibûn endamên “Tevgera Murîdan”, û hemiyan li kêlek niþtimanperwerên ereb ên sûrî, þerê serxwebûnê li dij dagîrkerên firansî dajotin, ta ku Binxetiyan gelek cangoriyên xwe jî di wê riyê de dan. Lê mixabin gelê Kurd ji bermayên serxwebûna Sûriyayê bêpar man.
Apo Osman Sebrî
Partiya Komunîst a Sûrî, ji ber ku pirê endamên wê Kurd bûn, rojnameya “Dengê cotkar” bi zimanê kurdî weþand, lê ewê partiyê rê neda endamên xwe yên Kurd ku li doza kurdî xwedî derkefin. Loma jî ew rojname, piþtî du hejmaran, rawestand, û pê re jî nakokiyeke numa di navbera endamên Kurd û ên Ereb de, hêdî-hêdî, dest pê kir, û bandûra xwe kiþand ser xortên Kurd, yên ku li derdora “Yekîtiya ciwanên demoqratên cîhan” bûn19, çi wek endam, çi jî wek dost.
Evan hest û helwestên netewî, yên wan xortan, ku Partiya Komunîst a Sûrî nikarî bû têr bikirana, berên wan xortan ber bi avakirina rêxistineke kurdî ve kiþand, nemaze jî piþtî ku Edîb Þîþeklî sala 1954-an ji neçarî dest ji destlatiya sûrî bera da û reviya dervayê welêt. Hîngê heyameke demoqrat li Sûriyê peyda bû, û jiyana perlemanî hate vegerandin. Hinek xortên Kurd ev keys ji dest xwe bera nedan, lewre her çar camêran; Mihemedê Mela Ehmed, Samî Namî Ehmed, Ebdilezîzê Eliyê Evdê û Derwîþ Mela Silêman sala 1954-an rêxistinek bi navê “Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” li Qamiþloyê damezirandin. Ev rêxistin, wek çawa di bernameya wê de xuya ye, yeke (siyasî, çandî û civakî) bû 20, vê lomê wê þaxên xwe di nav Kurdan de danîn û têkiliyên xwe ligel miletên dî li Sûriyê, nemaze ligel Suryaniyan, danî û dirust kir, pê re jî hinek kar û xebatên çandî kirin 21.
Binxetiyan, li kêlek van bizavan, xebateke perlemanî jî dabûn ber xwe, û nûnerên wan di hilbijartinên perlemana sûrî de dibûn hevpiþk, û pirê caran wan nûneran cihên xwe di perlemana sûrî de dadigirtin. Tevî ku wan nûneran xwe ji rêxistinên kurdî bi dûr dixistin, lê çakiyên hinekan, nemaze yên Ehmed Cefer Sêx Ismaîl Zade (Ehmed Zemçî), nûnerê Kurd-daxê, yekser karmendiya rewþa rêzanî ya Binxetiyan dikirin 22.
Evê heyama rêzanî ya Sûriyê û çalakiyên Kurdan, çi yên rêzanî û çi jî yên çandî, bûn egera hebûna partiyeke kurdî, ku rêberiya xebata Kurdan li Sûriyê bike. Herweha helwestên hinek rewþenbîrên wê demê, ku di komeleke çandî de dixebitîn23, wek O.Sebrî, Hemîd Derwîþ û Hemze Niwêran, gîhane hev û damezirandina partiyeke kurdî pêwîst dîtin. Gava ev nêrîn li nav rewþenbîrên kurd belav bû, hinekên dî, wek Reþîd Hemo, Þewket Henan Nee’san, Mihemed Elî Xoce û Xelîl Mihemed, ew raman pejirandin û di civînekê de, li mala Mihemed Elî Xoce li bajarê Helebê, roja 14.06.1957-an, “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) hate damezirandin24. Wê partiyê danûstandinên xwe digel “Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” û “Partiya Azadî”, ya ku Cegerxwîn û hinek hevalên wî, piþtî ku xwe ji Partiya Komunîst a Sûrî vekþandin, çêkiri bûn, dirust kir, û ew tev li xwe kirin.
Piþtî damezirandina partiyê, rêjîma dewleta Komara Erebî ya Yekbûyî, ku di navbera Sûiyê û Misirê de sala 1958-an ava bû bû, çavsoriyeke mezin û zoreke giran da ser partiyê, û gelek endamên wê, digel pirên endamên komîta navendî xistin zîndanê. Evê qunaxê heyameke nakokiyê xiste hindirê partiyê, û helwestên rêberên wê ji hev cuda kirin, ta ku bû sedema dubendiyeke berbiçav di hindirê wê de 25, ku hêþt partî di roja 05.08.1965-an bi rastî ji hev bikeve û bibe du partî. Di dû re O.Sebrî bi partiya nû re çû. Lê navê wê wek berê ma “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê”. Beþê nû peyva (çep) bi ser navê xwe ve xist, û peyva (rast) ji cem xwe de bi ser navê beþê dî xist 26. Her çû nakokî di navbera wan de germ bû, û biraderên li Baþûrê Kurdistanê jî hin caran ew nakokiya germtir dikirin, pê re jî evê tîka dîrokî ta roja îro bandûra xwe li ser jiyana rêzanî ya Binxetiyan dirêj kirî, li kêlek gelek sedemên dî, wek helwestên rêjîma sûrî, û yên biraderan li beþên dî, û berjewendiyên gelek serkêþên tevgera rêzanî ya Binxetiyan, li pêþ yekbûna evê tevgerê bûye kendalekî bilid û dijwar.
Evî kendalê bilind rê li pêþ bangên dilsoz, ku yekirina vê tevgerê erka wan e, girt û qêrînên wan di qirikên wan de çelmisand, û duriþma ku Hesen Hiþyar hildida “rast û çep her du milên gewdekî ne” beravêtî kir. Her weha bizavên biraderan li Baþûrê Kurdistanê, û yên rehmelê Barzaniyê nemir jî, nikarîn ew birîna dîrokî bikewandana, û ji dêvla yekirina herdu partiyan, yeke sisiyê sala 1970-yî, di bin navê “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê – Elpartî” de hate damezirandin. Di dû re jî dem bû dema zayîna partiyên Binxetiyan, ku nakokiyên wan pareke mezin ji cefa û keda wan û ya gelê wan bêber kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, wek çawa me li jor diyar kiri bû, xebateke civakî li kêlek vê xebata rêzanî bi rê keti bû, û di damezirandina kilûpa “Ciwankurd” li Amûdê û koma “Rêçenasên Kurd” re diyar bû bû, weha jî gelek ciwanên kurd li Kurd-daxê, sala 1970-yî “Kilûpa Efrînê” li bajarê Efrînê; navenda Kurd-daxê, dameizrand in, û çalakiyên civakî, hunerî û rewþenbîrî ji bo wê kilûpê kirin erk û armancên sereke. Serokê wê kilûpê ciwanê çalak Menan Miçko bû, û danerê vê lêkolînê jî cîgirê serok bû. Endamên wê kilûpê, di demeke kurt de, pir çê bûn, û wê roleke mezin di jiyana Binxetiyan, nemaze ya Kurd-daxê, lîst, û girûpên sportê û sema û dîlan û stiranên kurdî yên folkilorî çê kirin 27. Lê mixabin rêjîma dewletê çavên xwe li hember wê sor kirin ta ku þalyarê (wezîrê) karûbarê hindir, sala 1974-an, fermana girtin û qedexekirina wê der xist, û deriyê wê kilît kir.
Jiyana wêjeyî û rewþenbîrî li Binxetê
Li kêlek wan bizavên rêzanî û civakî xebateke wêjeyî û rewþenbîrî jî riya xwe qelaþt, û gelê Kurd li Binxetê bi kultûr û çanda wî ve çespand. Rast e, wî sînorê ku hatiye danîn nikarî bû têkiliyên Kurdan ji hevdu bibire, weha jî danûstandinên wêjeyî yên her du aliyên xetê ligel hevdu hebûn, û di navbera wêjeya glêrî re, wek stiran û çêrokên dapîr û bavpîran, diyar dibûn, lê her di qunaxeke lêvane de diman, ta ku Kovara “Hawar”-ê, sala 1932-an der ket holê, û pê re jî wêjeya kurdî, li Binxetê, derbas qunaxa wêjeya nivîskî bû
Kovara HAWAR-ê roleke giring di rêveçûna wêjeya kurdî de li Binxetê hebû, nemaze jî piþtî çapkirin û weþandina alfabeya latînî. Vê kovarê û xwediyê wê mîr C. Bedirxan rewþenbîr û torevanên wê demê li dora xwe civandin, û rûpelên wê bi aferînên helbestvan û nivîsevanên rûmetdar, wek C. Berdirxan, K. Bedirxan, Rewþen Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, û hinekên dî, hatin xemilandin.
HAWAR-ê helbestvanek pêþkêþ kiri bû, eger helbestên wî di destên nifþê îro de hebûna, wê helbesta kurdî, li Binxetê, di bin bandûra wî de, gelekî pêþda biçûya. Ew helbestvan Qedrîcan e (1911–1972). Lê mixabin ev mirov heya îro nirxwenda mayî, û helbestên wî di hejmarên HAWAR-ê de man, ew hejmaran jî îro, bi hesanî, peyda nabin.
Dr. K. Bedirxan jî (1885–1979) bandûra wî li wêjevanên îro nîne, ji ber ku ew ji Binxetiyan bi dûr ket, û xemên polîtîkê û lêkolînên zimanewanî ew ji helbestê bi dûr xistin, heya ku nema helbest jê re dibe qisawet, û dîwana xwe “Dilê kurên min” ya ku sala 1932-an li Þamê çap kiri bû, careke dîtir çap ne kir. Lê belê ewî mirovî roleke mezin di jiyana toreyî de hebû, ji ber ku ewî, bi wergerandina çarînên Omer Xeyam bo zimanê kurdî, dergehê wergerê li pêþ rewþenbîrên Binxetê vekir, û pê re jî da xuyakirin ku zimanê kurdî yekî þaristanî ye, dikare çanda mirovane werbigre, û bibe alava derbirina zanistî û hunerî.
Dîroka ziman û ramana kurdî wê navê C. Bedirxan bi tîpên zêrîn binivisîne, ji ber ku bandûra wî ne tenê li wêjeya Binxetê heye, belê tevaya Kurdistanê deyndarê wî ye. Ewî rûmetdarî bi hiþmendî û xebata xwe alfabeya kurdî ya latînî afirand, û ji bo gelê xwe pêþkêþ kir. Eger dora nîvê gelê kurd, an hinekî bêtir, îro bi wê alfabeyê dinivisînin, em bawer dikin, li diwarojê, gelê Kurd tev wê bi wê binivisîne, ji ber ku ev alfabê, ji bo dengên zimanê kurdî layiq û hêsan e. Lê ji vê pê ve bandûra wî li helbestê nîne, çimkî helbestên wî hindik bûn, û xemên lêkolînên zimanewanî û ramanê ew ji helbestê bi dûr xistin.
Dîsan HAWAR-ê du helbestvanên bi nav û deng pêþkêþ kirin, deng û qêrînên wan gîhan hemî cîgehên ku kurd lê cîwar dibin, çi li beþên Kurdistanê, çi li dervayê welêt. Yek ji wan Cegerxwîn (1903–1984) e, ku ji hemî helbestvanên Binxetê dewlemendtir e, û yê dî Osman Sebrî (1905–1993) ye, ku sê berhemên wî û alfabeyekê hene. Bandûra van herdiwan li gelek helbesvanên îro numa ye. Ji vê pê ve mirov dikare bê dudilî bêje, van herdu helbestvanan roleke mezin di þiyarbûna netewî ya kurdî de, li Binxetê, hebû, ji ber ku di hindirê her malekê de tu pêrgî wan dibû, helbestên wan dihatin jiberkirin, an jî ciwanan ew wek sirûdan distirandin.
Ji van pê ve nav û dengên hinek helbestvanên dî hebûn, wek Hesen Hiþyar, yê ku helbestên wî destnivîs mane, Ehmedê Palo, yê ku dîwaneke wî piþtî mirina wî sala 1991-an hate çapkirin, û Tîrêj, Keleþ û hinekên dî. Herweha Hawarê nivîsevan, ramanbîr û siyasetmedarên Kurd li derdora xwe civandin û çarçewa xem û qisawetên xwe fireh kir, ta ku mirov dikare bêje ew bû bû “çapemeniyeke civakî, siyasî û wêjeyî” 28.
Di vê qunaxê de hinek pirtûk û dîwan hatin çapkirin, wek diwana dr. K. Bedirxan “Dilê kurên min”, ya ku me li jor goti bû; dîwana Cegerxwîn a yekem “Agir û pêt” (Þam 1945); çêroka “Cîm û Gulperî” (Þam 1945) û çêroka “Reþowê Darî” (Þam 1956), her du jî yên Cegerxwî in; dîwana Cegerxwîn ya diwem “Sewra azadî” (Þam, 1953); hinek berhemên O. Sebrî; “Mem û Zîn” a E. Xanî û hinekên dîtir.
Tiþtê balkêþ di vê qunaxê de ew e ku ziman û çanda kurdî li Binxetê ne qedexe bûn, lê dibistnên kurdî tune bûn 29. Ew kulûpên kurdî, ku li Þamê, Amûdê û Hesekê hebûn, waneyên zimanê kurdî di wan de dihatin þirovekirin, û zarok û ciwanên Kurd bi meraq berên xwe didane wan kilûpan, û li mamosteyên xwe guhdar dikirin
Di navbera herdu salên 1951 û 1956 de du-sê komeleyên çandî, bi xebata hinek kesên rewþenbîr, hatin damezirandin, wek “komela rewþnbîrî”, ya ku Reþîd Hemo, Þewket Henan Nee’san, Mihemed Elî Xoce û Qadir Îbrahîm sala 1951-an li Kurd-daxê damezirandi bûn, û “Komela vejîna çanda kurdî”, ku O.Sebrî, Hemîd Hac Derwîþ, Mecît Hac Derwîþ, Mihemed Salih Hac Derwîþ, Xidir Îsa, Adil Xoce û Hemze Niwêran sala 1955-an li Þamê çê kiri bûn. Evê komelê hinek pirtûkên kurdî çap kirin, mîna “Alfabeya kurdî”, “Bahoz” û “Derdên me”, ku hersê berhemên O.Sebrî bûn; “Rûpelin ji wêjeya kurdî” ya Rewþen Bedirxan, bi zimanê erebî, û hinên dî 30. Hersê endamên vê komelê, O.Sebrî, Hemîd Derwîþ û Hemze Niwêran, wek Hemîd Derwîþ dibêje, yekemîn xwediyên hizra damezirandina Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê bûn 31. Li kêlek wan çalakiyên çandeyî “Komela zanistî û alîkariya Kurd”, sala 1956-an li bajarê Helebê, bi xebata dr. Nûrî Dêrsimî, Rewþen Bedirxan, Hesen Hiþyar, Osman Efendî û Heyder Mihemed Genco ava bibû. Lê pir neçû ev komele hemî ji hev ketin, nemaze piþtî damezrandina Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê sala 1957-an.
Tevgera wêjeya kurdî piþtî sala 1957-an, bi hebûna Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê, çalaktir dibe, ji ber ku pêþengên wê yên dema HAWAR-ê karî bûn bi qêrîn û ramanên xwe hiþên Kurdan bilivînin, nemaze jî hinekên wan pêþengan di serkêþiya partiyê de li ser kar bûn, wek dr. N. Zaza, O.Sebrî û Cegerxwîn.
Aloziyên tore û çanda kurdî, di vê qunaxê de, gelekî pir û tûj bûn, ji ber ku ziman û hemî diyardeyên çanda kurdî hatin qedexekirin, û gelek asteng ketin pêþ wêjevanên kurd. Lê tevî wan astengan, dr. N. Zaza sala 1957-an dastana “Memê Alan”, ya ku berê ji dengbêjan dihate guhdarkirin, çap kir; Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê rojnama “Dengê kurd” bi zimanê kurdî, wek zimanhalê partiyê, der xist 32. Hesen Hiþyar, bi tena xwe, sala 1966-an kovara “Agahî” weþand, di dû re jî Cegerxwîn sala 1968-an kovarek bi navê “Gulîstan”, di bin siya partiyê de damezrand, û bi dizî û þêwakî veþartî çap û belav kir. Evê kovarê nivîskarên wê demê li dora xwe civand û berhemên wan weþandin.
Heya derdora sala 1975-an toreya kurdî li Binxetê bi wan nivîsevanên dema HAWAR-ê, û hindikên dî, wek Þewket Nee’san û Bêbihar û hindikên dî dihate naskirin, û sala 1973-an Cegerxwîn du berhemên xwe “Kîme ez” û “Salar û Mîdya” li Bêrûtê çap kirin. Lê di dû wê salê re hinek navên dî hatin guhdarkirin, nemaze ji sala 1979-an û pê ve.
Di vê salê de kovareke nû li Binxetê der ket, ew jî “Gelawêj” bû, û di dû re zincîra kovar û rojnameyan dirêj bû: Stêr, Xunav, Gurzek gul, Zanîn, Aso, Roj, Pirs û Bihar der ketin 33, û gelek nivîsevanên nû hembêz kirin, wek Royarê Amedî, Dilawerê Zengî, H. Gundî, dr. Pêþrewê Berwarî, Konê Reþ, Berzo, Rezo, Salihê Heydo, Awazê Kalo, Bahozê Efrînî, Dêrsim/Memo û hinekên dî.
Berhemên ku di van kovar û rojnameyan de dihatin weþandin hemî wêjêyî bûn, wek helbest, çêrok, gotar û lêkolînên toreyî û zimanwanî, û hê jî wisa ne, ji ber vê yekê jî ewana, ji helbestê pê ve, bandûreke ne yekser, lê kûr û hêzdar, li hiþyariya kurdî hebû, û berên pir kesan ber bi hînbûn û xwandina zimanê kurdî ve kiþand, û çarçewa xwendevanên vî zimanî fireh kir. Bi rastî jî ev xebateke hêja ye, ku bizaveke wêjeyî kari be di bin mercên zor, stem qedexekirinê de, vê rola bala bi cih bîne.
Lê li kêlek wan kovaran, herdu rojnameyên Newroz û Deng 34 gotarên rêzanî jî hembêz kirin, ku xwedevanan gelek nêrînên rêzanî li ser rûpelên wan xwendin, û gelek guftugoyên ramanî di metiryalên wan, nemaze yên Newrozê de hatin dîtin û xwendin, û jiyana hizrî ya Binxetiyan, ta radeyekê, çalaktir kirin.
Bi vî awayî rojnamegeriya Binxtiyan xwe di ser nebûna mercên geþbûna pexþanê re avêt, û hukariyeke mezin li pexþana kurdî kir, û gotar û lêkolînên rûmetdarên mîna dr. Rozad Elî, dr. Pêþrew Berwarî, Bahozê Efrînî, Sînorê Yekta, H.Gundî, Berzo, Rezo û pirên dî, ew ber bi pêþ ve kiþandin, û ta radeyekê asoyê hiþyariya kurdî fireh û dewlemend kirin.
Lê piþtî sala 1990-î gelek pirtûk û dîwanên helbestê û kurteçêrokê hatin çapkirin, navên helbestvan û çêroknivîsan li ser qabên wan diyar bûn, wek helbestvan Rûxweþê Zîvar, Dehham Ebdilfettah, Xemgînê Remo, Kamiran Bêkes, Keça Kurd, Diya Ciwan, Tengezarê Marînî, M. Hemo û hinên dî, û çêroknivîs Helîm Yûsif û Pîr Rustem, û li kêlek wan gelek nivîsevanan, wek Mihemed þêx Osman, Nesret Hebeþ, M.Nûrî Xorþîd, dr. Ebdilmecîd þêxo, danerê vê lêkolînê û pirên dî berhemên xwe bi zimanê erebî jî nivisandin, da xwedevanên ku bi zimanê kurdî nizanin ji bermayên vê tevgera wêjeyî-ramanî bê par nebin, û da nivîsevan û rewþenbîrên ereb civak û toreya kurdî baþ û rast nas bikin. Herweha ji bo vê erkê partiyên Kurd li Binxetê zimanhalên xwe û hinek kovaran bi zimanê erebî çap dikin, wek el-Hîwar, el- Museqqef el-Teqeddumî, Edeb el-Qediye, el-Ecras, el-Menber 35 û hinekên dî.
Wek çawa tê zanîn, pirtûkxaneyan di hemî raperînên wêjeyî, rewþenbîrî û hizrî de, li nik hemî gelên cîhanê, roleke berbiçav heye, weha jî Binxetiyan, tevî mercên qedexekirina pirtûkxaneyên kurdî, berên xwe dan vê riyê û hinek pirtûkxane vekirin, mîna pirtûkxaneya “Ciwan”, ku hêja Ezîz Dawod li Qamîþloyê vekiri bû; pirtûkxaneya “Xanî”, ku Elî Cefer li Helebê vekirbû, û ya “Bedirxan”, ku Mihemed Hemo, ew jî li Helebê, vekiri bû. Lê belê rêjîma dewletê gelek çavsorî li xwediyên wan pitûkxaneyan dikir, ta ku deriyên herdiwên dawî girt.
Li kêlek van diyardeyên raperîna wêjeyî û rewþenbîrî, hinek helbestvan û nivîsevanan sala 1983-an “Koma Xanî” ya wêje û çanda kurdî li bajarê Helebê ava kirin. Evê komelê gelek çalakiyên wêjeyî û helbestî kirin, û carcaran jî xelat ji helbestvan û çêroknivîsan re pêþkêþ dikir. Herweha helbestvanên Binxetê, li gor banga Dr. Ebdilmecîd Þêxo, Rûxweþê Zivar, Elî Cefer û danerê vê lêkolînê “Mihrecana Helbesta Kurdî” pêk anîn, û raya xwe yekirin ku roja 22. Çiriya Pêþin (roja koçbûna Cegerxwîn) bi navê (Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê) bête nîþankirin. Ev mihrecan hê jî her salê carekê dibe.
Evan nivîskaran berhemên xwe, helbest, çêrok, lêkolînên wêjeyî û zanistî, pêþkêþî civaka kurdî dikin, tevgera wêje û çanda kurdî li Binxetê germ dikin, “ta radeyekê çanda gelê Kurdistanê dewlemend dikin û asoyên xwendevanên xwe di warê wêjeyî û rêzanî de berfirehtir dikin”36, wêje û çanda kurdî diparêzin û di bin mercên giran û zor de, di bin nîrên taybet de, rola dibistanan dilîzin.
Em hêvîdar in, ku me, bi vî awayî, kanî bû panorameke lezok li ser serdema O.Sebrî dabe pêþ xwedevanên xwe, û rê li pêþ xwe jî dûz kiri be, da em derbas hindir mijara xwe bibin, ji ber ku, wek me li destpêkê goti bû, her tiþtek, çi diyardeyeke zanistî be, çi mirov be, ligel dema xwe û bûyerên wê girêdayî ye.
|