Yalnýz Mesajý Göster

Eski 11-05-2007, 04:42 PM   #1 (permalink)
Mirza
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanýn baþkenti
Mesaj: 7,782
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
Rep Power: 192000
Rep Puaný : 10377502
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute
Lightbulb Osman Sebrî (1905–1993)




Osman Sebrî (1905–1993)

Jiyan, berhem û helbestvaniya wî

BEÞA YEKEMÎN


Serdema Osman Sebrî

Gava lêkolînerek bixwaze helbestvanekî, nivîskarekî, kesayetiyekê, an diyardeyeke civakî, rêzanî, an ramanî û wêjeyî, ji bo lêkolînêkê bike mijarek, bê guman wê berê xwe bide serdema ewê mijarê, ji ber ku hemî diyardeyên mirovane, çi zanistî bin, çi ramyarî, rêzanî, civakî, wêjeyî bin, ligel çerxa xwe girêdayî ne, û bandûra wê çerxê li wan zor numa ye.

Lewre divê em seredanekê li serdema Osman Sebrî bikin, û bi awakî ji awayan, li gor pêdiviyên vê lêkolîna xwe, em heyama wê çerxê nas bikin. Ev yeka wê li ser du beþan parve bibe; yek ji wan wê ji beriya bûyîna Osman Sebrî dest pê bike, û weha biçe ta þoreþa Þêx Seî’dê Pîran, û yê dî wê ji binxetbûna Osman Sebrî de dest pê bike.

Jiyana rêzanî, civakî û rewþenbîrî di navbera þoreþên herdu Þêxan de

Dema O.Sebrî Çavên xwe li vê dinyayê vekirin, hinek bûyerên germ di Kurdistanê, û hindirê Împeretoriya Osmanî de, dikeliyan. Zordestiya dewletê, ji herdu hêlên civakî û netewî de gelekî dijwar bibû, ta bibû sedema sereke ji bo xebata rizgarîxwaza hemî milet û neteweyên Împeretoriya nexwaþ, çi li Belqanê û welatên Ereban, çi jî li yên Erman û Kurdan, gelek xebatên rêzanî û çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar peyda bûn, û gelek ramanên burjiwazî û dêmoqratîk, di bin bandûra êdeolojiya burijwaza ewrupî de, derbasî nav Turkan bûn û di hiþên gelek ronakbîran de lûs ji xwe re dîtin. Parta Ciwantirk xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewil da ku Împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya netewî biparêze(1) û hemî hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hindirê refekî. Pirsa netewî, di vê heyamê de, xwe bi hêz numa kir, û hemî tevgerên azadîxwaz ên gelên bindestên Osmaniyan ketin doza xebateke netewî, ta ku nema agirê vê xebata rûmetdar vedimre.

Gelê Kurd, wek hemî gelan, têra xwe xebateke dijwar ajot, û agirê gelek þoreþ û serîhildanan pêxist, nemaze þoreþa Þêx Ubeydullayê Nehrî sala 1880-ê, ya ku tirseke mezin xiste dilê destlata Osmaniyan. Evê þoreþê pirogrameke numa hebû, hemî nîr û rewþên der û hindir li pêþ xwe sayî çav lê da bû, lê mixabin berjewendiyên Turkan, Farisan û Rûsan gîhane hevdu, û hêzên wan hersê dewletan ew þoreþ ji hersê aliyan ve dorpêç kirin, ta ku bi awakî hovane û xwînî perçiqandin û gelek kesên kurd kuþt in û penaber kirin, û gelek gundên wan bi qadê re dûz kirin(2).

Têkçûna evê þoreþê xebata Kurdan sist ne kir, lewre jî wê her gav bala sultanê Osmanî dikþand, û derûna wî dixuran, ji ber vê yekê ewî berê xwe da dek û pilanan, da Kurdan du-sê beþî bike. Bi vê boneyê sultan Ebdilhemîd, sala 1891-ê hêzeke leþkerî bi navê (Siwarên Hemîdî) ji Kurdan, di bin serpereþtiya serokeþîran de, çê kir û gelek bexþîþ û diyarî dane wan siwaran da ku wan li dijî her du gelên Kurd û Ermen bikar bîne, û birîneke xwînzê di refê Kurdan de veke. Herweha gelek dibistanên olî û leþkerî li nava Kurdan ava kir, da tenê zarokên serokeþîran tê de bixwînin, û bi awakî bêne perwerdekirin, ku her û her dilsozên sultanê Osmanî bimînin. Ligel vê gavê, ewî dibistaneke taybet li Qustentînê (Istenbol) bi navê (Dibistana eþîrtiyê – E’þîret mektebi), ji bo zarokên serokeþîrên Kurd û hinek famîleyên Elbanan û Ereban ava kir, da ristên leþkerî û zanînên olî tê de hîn bibin. Mebesta sultanê Osmanî ew bû ku zarokên serokeþîran wek dîlan (êsîr) li Qustentînê bihêle, da ewana serêþiyan ji wî re peyda nekin. Lazaryêf dibêje: “Sultan Ebdilhemîd ev yeka eþkere li xwe na”(3).

Dêmek sultanê Osmanî dixwaste wan zarokan bi xwe ve girêde, da ku her û her bervedêriya wî bikin. Lê pir ne çû heya pirên wan þagirtan li hember wî rabûn, û doza Kurdistana azad û serbixwe di dil û hiþên wan de bû baweriyeke bê hempa. Bi rastî rabûn û rûniþtina wan li Qustentînê rê li pêþ wan vekir ku pêrgî ramanên azad bên û bikefin bin nêrînên netewî, yên ku destlata dewletê þerê wan dikir. Ji ber vê yekê sultanê osmanî, sala 1906-ê, deriyê wê dibistanê girt.

Bajarê Qustentînê, wek Celîlê Celîl dibêje, hin bi hin bû navendeke rêzanî û êdeolojî, ne tenê ji bo ramyarên azadîxwaz û ronakbîrên Turkan, belê ji bo hiþyariya netewî a kurdî jî, ji ber ku gelek kesên Kurd li wî bajarî leþker bûn, an karmendên dewletê bûn, an di bin çavdêriya rijîmê de, bi kotekî, li wir cîwar bibûn, an jî xortên xwendevan bûn, ku ji ramanên netewî têr vexwerin, û pirên wan, bi dizî, vegeriyan Kurdistanê(4).

Zordariya destlata dewletê gelek pêþverûyên Turkan û ronakbîrên Kurdan bêgavî miþextiyê kiri bûn. Ewan ronakbîran berên xwe dabûn Ewropayê, û li wir jî, ji bo hêviyên gelê xwe, bibûn xebatkarên hêja, û bizav dikirin ku hinek guhertinên burjiwazî li welatê xwe peyda bikin. Lê mixabin bingeha civakî û aborî ya Kurdistanê, li pêþ wan bizavan bû kend û bend. Lê tevî vê yekê, ew ronakbîran bê hêvî ne bûn, û dest ji xebatên xwe yên rêzanî bera ne dan. Evê xebatê rojnamegerî ji bo xwe wek alaveke kêrhatî dîti bû, û yekemîn car di dîroka kurdî ya nû de, rewþenbîrê mezin Miqdat Midhet Bedirxan, sala 1898-ê dengê xwe li ser rûpelên rojnama (Kurdistan) gîhande gelê xwe.

Ev rojname li Qahîreyê derket, û hejmarên wê di riya Sûriyê re derbasî hindirê Kurdistanê dibûn. Lê pir ne çû, ji neçarî, cihê xwe guhart û çû Jinêvê li Siwêsrayê, û Ebdilrehman Bedirxan bû sernivîserê wê. Erka wê ew bû ku roleke ronakbîrî bilîze, lewre berê Kurdan berve xwendin, zanîn û yekbûnê dida, û paþvemayîna gelê Kurd wek encamekê ji encamên zordestî û helwesta rêjîma Osmaniyan didît. Lê ji hejmara 16-ê û pê ve, Ebdilrehman Bedirxan pênûsa xwe ajot ser sultan, û ew jî wek kelemekê li pêþ birêveçûna gelê Kurd salix da.

Mirov dikare bêje, evê xebata rêzanî çarçewa xwe firehtir kir û hinek þêweyên dî bikar anîn, wek raperîna Dêrsimê sala 1905-ê (sala bûyîna O.Sebrî ye) û pêþandana Kurdan li Qustentînê sala 1906-ê, ya ku jînên Kurd jî tê de hevpar bûn, û pêþandana sala 1907-ê, ya ku pênc hezar kes hevparên wê bûn. Li kêlek van bizavan, ronakbîrên Kurd li Qustentînê çalakiyên xwe duqat û firehtir kirin û li derdora Þêx Ebdilqadirê Þêx Ubeydulla civiyan. Hinek rewþenbîrên Kurd ji Ewrupayê vegeriyan, û rayên gelekan li hevdu hatin aþlekirin, û baweriya avakirina rêxistneke rêzanî û civakî ji wê aþlekirinê der kete holê.

Herdu kesayetiyên Kurd, Emîn Bedirxan û Þêx Ebdilqadirê Þêx Ubeydulla ev rêxistin, sala 1908-ê li Qustentînê, di bin navê (Kurd tea’win ve tereqqî cemi’yetî – Komela Hevkarî û Pêþveçûna Kurd) de damzirandin, û li goreyî duruþmên (Ciwanturk), yên ku yekîtiya hemî gel û neteweyên Împeretoriya Osmanî û vejandina destûra sala 1876-ê erk û mebesta wan bûn, li goreyî wan duruþman, komela Kurdan jî pirogirama xwe saz kir, û ji bo pêkanîna evan erkên jêrîn xebata xwe domand:

1-Avakirina dibistanan li her deverên ku Kurd lê hene.

2-Zimanê kurdî li Kurdis-tanê bibe zimanekî fermî.

3-Avakirina zangoyekê li Kurdistanê.

4-Çapkirin û weþandina roj-name û kovarên rêzanî bi zimanê kurdî.

5-Binavkirina nûnerkî kurdî yî domdar di komîta dewletê de, û avakirina bingeha aborî li Kurdistanê. (5)

Gelek kesayetiyên Kurd, yên hukardar, bûn endamên vê rêxistina ku di demeke kurt de karî bû, li nik rêxistin û nûnerên Ereb û Ermen û neteweyên dî, wek nûnerê Kurdan bête naskirin. Evê rêxistinê rojnameya “Kurd” wek zimanhal, roja 9-ê Çiriya Paþîn sala 1908-ê, weþand(6).


Apo Osman Sebrî

Çalakiyên vê rêxistinê sînorên Qustentînê derbas kirin û gîhan Kurdistanê; gelek liqên wê li Amedê, Betlîsê, Mûsilê, Mûþê, Erzreomê û Bexdayê jî ava bûn, û pê re jî komeleyek ji bo xwendinê damezirand, navê wê (Kurd neþir me’rîfet) bû.

Çalakiyên wan liqan, nemaze kilûpa Betlîsê, gelekî fireh bûn, endamên wê ji yên kilûpa dewletê li Betlîsê (Îttîhad ve tereqqî – Hevgirtin û pêþveçûn) pirtir bûn, lewre jî wê tirsek xisti bû hindirê kilûpên dî, ya Ermeniyan û ya dewletê, nemaze jî çalakiyên wê sînorên rêzanî, rewþenbîrî û civakî derbas kiri bûn, û gurûpên çekdarî ji endamên xwe çê kiri bûn. Ji ber vê yekê dewletê çavên xwe li wê kilûpê sor kirin, heya ku deriyê wê, sala 1909-ê girt, di dû re jî hemî kilûpên Kurdan, li deverên ku lê hebûn, hatin girtin.

Sala 1910-ê di dîroka têkiliyên “Ciwantirk” ligel neteweyên dî saleke bi nîþan bû. “Ciwanturk” di wê salê de helwesta xwe li hember hemî neteweyên dî, yên ku vêkra li hember rêjîma Sultan berxwe didan, guhart û li dijî erkên wan neteweyan kar kir. Lê tevî vê yekê xebatên neteweyên ne Turk jar ne bûn, û tevî ku hemî kilûpên Kurdan hatin girtin û qedexekirin, xebatkarên Kurd dest ji erkên xwe bera ne dan. Ji vê salê û pê ve tevgera azadîxwaza Kurd derbas qonaxeke nû bû, û raman û helwestên serkêþên rêxistina “Hevkarî û Pêþveçûna Kurd” wek agirekî pêketî man, ta ku mirov diþê bêje, ew yekemîn rêxistin bû ku doza kurd wek encamekê ji encamên qonaxa pêþveçûna rêzanî û civakî berve pêþ de bir.

Rast e, hevkarên Turk (Îttîhad ve tereqqî) hemî kilûp û komeleyên Kurdan qedexe kirin, lê cengên wan li Belqanê ew gelekî jar kiri bûn, û pê re jî partiya (Huriyet ve îtîlaf) gelek rexnên giran dajote ser wan, ta wezareta (Ciwnturk) þikest û heyameke layiq ji bo Kurdan lê hat ku hukardariya wan rêberên pêþî berê xwe bide: xwendevanên Kurd li Qustentînê sala 1912-ê komeleya “Hêvî” damezirandin.

Ev komele yeke çalak bû, serokê wê Omer Cemîl Paþa bû. Qedrî Cemîl Paþa jî sekretêrê wê bû. Gelek endamên wê jîrek bûn, mîna Fuad Temo, Memdoh Selîm û hinên dîtir(7). Têkiliyên wê komelê jî ligel neteweyên dî pir fireh bûn. Evê komelê jî, mîna yên beriya xwe, çalakiyên xwe wek dîlên salonên Qustentînê ne hêþt, belê liqên xwe li Erzeromê, Betlîsê û li Lozanê jî ava kirin, û rola rageyandin û rojnamegeriyê baþ nas kir, lewre jî kovara “Roja Kurd”(8) derxist û pênûsên jîr li derdora wê civandin. Ewan pênûsan rûpelên wê kovarê, bi nerîn û helwestên zanistî, xemilandin.

Tiþtê balkêþ ew e, tevî ku ev komele ya xwendevanan bû, lê gelek endamên wê ne xwendevan bûn, kar û xebata wê bi zanîn û serpêhatiyên (tecrûbe) xwe hêzdar dikirin, nemaze Salih Bedirxan û Necmedîn Kerkoklî û hinên dî, yên ku doza netewa kurd li ser rûpelên “Roja Kurd” þirove dikirin û pirsa rizgargirina Kurd û Kurdistan eþkera digotin. Ji ber evan helwestan destlata dewletê ew kovar, piþtî hejmara 4-ê, qedexe kir û gelek nivîsevanên wê, mîna Salih Berdixan, avêtin hindirê zîndanan.

Endamên vê komelê, ya ku ji neçare û ji ber stema dewletê karê xwe li destpêka Þerê Cîhanê yê Yekem rawestand, û nivîsevanên vê kovarê zanî bûn ku gelê nezan nikare xwe pêþ ve bibe; nikare civaka xwe li ser bingehên zanistî ava bike. Lewre roleke rewþenbîrî lîsti bûn û pirsa xwendinê kiri bûn erkeke sereke ji erkên xebata xwe.

Pêþengên ronakbîriya kurdî, di vê qunaxê de, rola rewþenbîriyê baþ nas kiri bûn û di nirxê ramanên nû, ku ji Ewrupayê de dihatin û sînorên Împeretoriya pîr derbas dikirin, gîþti bûn. Lewre jî têkiliyên xwe digel neteweyên dî, yên bindestên Osmaniyan bûn, diparastin û sûde ji wê heyamê werdigirtin. Xebatên Ebdilrezzaq Bedirxan di vê penavê de nirxbuha bûn. Evî mirovî dostaniya Kurdan û Ermenan doz dikir, û di navbera salên 1910–1913-ê de gelek bizavên berbiçav kirin, ku kari be alîkariya Rûsan, ji bo raperîneke çekdarî, bistîne. Lê mixabin Rûsan berjewendiyên xwe di ser Kurdan re girtin û xwastin ewî rêberê Kurd tenê ji bo wan berjewendiyan bikar bînin. Tevî vê yekê ew mirov sist ne bû, û karî bû digel Simko komeleyeke ronakbîrî, navê wê “Gîxwende” bû, sala 1913-ê li bajarê Xoyê damezirîne. Evê komelê pirogrameke ronakbîrî ye nixbuha hebû.(9)

Di evê heyama layiq de, ya ku bi ramanên çanda Ewropayê û bi bermayên zanînê dihate aþlekirin, yekemîn çapxaneya kurdî sala 1915-ê li bajarê Helebê bi destên Husên Hiznî Mukuryanî hate damezirandin, û ta sala 1925-ê li wir ma, hinek pirtûk çap kirin û bû alîkara durustkirina bingeha ronakbîriya kurdî.

Gava Þerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-ê, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêlek Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û þoreþekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên Kamil Bedirxan û yên Þêx Tahayê Sidîqê Þemdînanî kef ne dan(10). Herweha civata ku gelek rêberan sala 1919-ê li (Kaxtê), ji bo karekî çekdarî, girêda bûn jî bi ser ne ket, û pê re jî berê Kurdan dîsan berve riyên xebata rêzanî – vê carê dîplomatîkî jî – çû. Serkêþê evê xebata dîplomatîk Þerîf Paþa bû, ewî doznameya kurdî pêþkêþî kongira Firasayê kir. Lê peymana Sîvirê, ya ku sultanê Osmaniyan Mehmedê Þeþê ligel dewletên serketî roja 10.08.1920-ê îmze kiri bû, pirsa kurdî gelekî biçûktir kir, lê tevî wê jî Mistefa Kemal Ataturk, yê ku stêrka wî piþtî cengê li Tirkiyayê geþ bû û wek avakerê Tirkiya nû kete dîrokê, biryarên Sîvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-ê tuneyî kirin, û Kurd û Kurdistan xist bin stemeke dijwar. Ev jî bû sedema pêxistna agirê þoreþa Þêx Seîdê Pîran.

Mirza is offline