11-05-2007, 04:18 PM
|
#1 (permalink)
|
Giriþ Tarihi: May 2006 |
Konum: MogadiþU |
|
Mesaj: 27,635
|
|
Üye No: 4306
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 67349
| Rep Puaný : 6731966
| |
|
| |
|
@
Ji destpêka ku înternet ket jiyana me heta îro, nîþana "@", bû nîþana ku me herî pir bikaranî. Bikarhênerên amator, þîrketên tîcarî, hunermend, karmend, nivîskar û hwd. hema bêjin herkes, e-nameyek stend û nîþana "@" xist ber navê xwe. Ev nîþan bû sembola modernîzm, têkiliyên hevçax û girêdayîbûna înternetê. Baþ e gelo hûn dizanin ev nîþana ku di jiyana me de bû ye xwedî ciheke mezin, xwedî dîrokeke 500 salî ye? Beriya ku em li dîroka kevnare ya nîþana "@" binerin em li dîroka nêzîk ya vê nîþanê çav bavêjin. Nîþana "@" gava yekem wek perçeyeke e-name yê, di sala 1971 ê de ji aliyê Roy Tomlînson ve hate bikaranîn. Tomlînson'ê mihendîsê kompûteran ji bo bi kurtasî mesaja elektronîk ku cara yekem ji xwe! re þandi bû, îfade biki, nîþana "@" hilbijart. Baþ e Tomlînson ji bo çi nîþana "@" hilbijartibû? Tomlînson bersîva vê pirsa wiha dide: "Min li nîþanek ku di navê tu kesekî de tunnebe û nebi sedema tevlîheviyê geriya.
MA CARA YEKEM VÊ NÎÞANÊ KÊÞEYAN BIKARANÎ?
Baþ e gelo ev nîþan di kompûteran de çawa hate bikaranîn? Zimanzanan li ser vê mijarê dibin dualî. Li gor hinekan, ji bo cara yekem di destpêka serdema navîn de ji aliyê kêþeyên ku li ser berhemên destnivîsarî dixebitî hate bikaranîn. Nîþana "@" a kêþeyan "ad"a ku di latînî de dihat maneya "di nav de" û "nêzîkê wê de" temsîl dikir.
Rastî ev bû ku piraniya zimanzanan difikirîn ku nîþana "@" di demek nêzîk de, di sedsala 18. de hatiyê dîtin. Li gor pisporan "@" di wê demê de sembolek ticarî bû ku di têkiliyên aborî de dihate bikaranîn.
Mînak: Dema ku dihate gotin "5 sêv @ 10 penî", dihat wê wateyê ku yekeyek bi 5 sêvî, bi deh penîyê tê frotin.
DÎROKEK 500 SALÎ
Lêbelê, lêkolinerek Îtalyan derxist holê ku di dokumentên sedsala 14. ya Wenedikiyan de bi awayekî berçav tê dîtin ku nîþana "@" hatiye bikaranîn. Di van dokumentan de nîþana "@" wek sembolek pîvanî ji bo "anfora" an jî "kûp" ê dihate bikaranîn. Her wiha lêkolînereke bi navê Gîrogîo Stabîle di ferhengokek Latînî-Spanyolî ku di sala 1492 de hatiye nivîsîn keþf kir ku peyva "anfora" tê wateya "arroba" ku pîvanek giraniyê ye. Di dawiyê de nîþana "@" wek "a ya ticarî" di sala 1885 ê de, di klawyeyên yekem makineya nivîsê ya bi navê Underwood ê de ci! hê xwe girt. Ji wê rojê heta îro di klawyeyên kompûteran de wek nîþana e-name yê hate bikaranîn.
Di van rojên dawî de pirsgirekên li ser xwendina "@" ê de tê ditin. Naveke gerdûnî û hevbeþ ya vê nîþanê tuneye. Îspanyol û Portekîzî wek weteya wê ya dirokî jê re dibêjin "arroba", Fransizan jî hinek vê peyvê diguherînin û dibêjin "arobase". Amerîkî û Îngilîzan jî "at-sign" (nîþana at) bikartînin. Almanan dibêjin "at zeiczhen", Japonan jî! wek "atto maak" dixwînin. Di tirkî de nîþana "@" carna wek "guzel a" (a ya xweþik) tê bikaranîn. Di nav kurdan de ev nîþan bi piranî wek "et" an jî "nîþana et" tê xwendin.
GELO DIÞIBE KÎJAN HEYWANÎ?
Li hîn welatan ev nîþan li heywanên cûda cûda tê þibandin. Alman, Hollendî, Macar û Efrikîyên ji Baþûr, nîþana "@" diþibînin wek terîya meymûnekê. Vê nîþanê Fransizan wek þeytanokekê, Danîmarkiyan wek xortima fîlekê, Norweçî wek teriya berazekê, Çîniyan wek miþkekê biçûk, Rûsan wek kûçikekê, Finlandiyan jî wek pisîkek razayî dibînin.
|
|
|