Giriþ Tarihi: May 2006 |
Konum: rêwî |
|
Mesaj: 9,972
|
|
Üye No: 3220
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
Rep Power: 25872
| Rep Puaný : 2586029
| |
|
| |
|
PHP-Nuke Çîye
PHP-Nuke nivîsbariyeke azad ji bo cêkirina siteyên înternetê ye.
Îro di internet da sîstema PHP-Nuke zûtirîn di nav malperan da tê bikaranîn. Ev sîstem bixwe serbest tê belavkirin. Bi yek pakêtek hatiye pêþkêþkirin.
Xwediyê sîstema PHP-Nuke malpera phpnuke.org e. Ji wir ew tê belavkirin û nûkirin. Versîyonên nû dem bi dem têne belavkirin.
PHP-Nuke bixwe sîstemek serbixwe ye. Ew bi MySQL dixebite û bi PHP-MyAdmin tê amadekirin. MySQL bixwe tenê li serverê tê bicîhkirin, jixwe amadekarê serverê MySQL ewil otomatîk bicîhdike. PHP-MyAdmin bo kontrolkirina naveroka sîstema malperê ye. PHP-Nuke tenê bixwe sîstem e, têda nivîs û pel nayne parastin. Naveroka malperê ango sîstemê di pela SQL da li ser PHP-MyAdmin tê parastin û nivîsandin. Emê zêdetir li cîhek din li ser MySQL û PHP-MyAdmin bisekinin.
PHP-Nuke bixwe bi pakêtek yekgirt tê belavkirin, lê belê, pakêtên din jî hene. Ew jî li ser bîngeha zimanê PHP’ê hatine nivîsandin, lê xweser in û tiþtên cûda pêþkêþ dikin. Li aliyek din jî, bo PHP-Nuke, tu çi bixwazî pêvebike, dîsa tu dikarî bidestbixe. Me ewil got, PHP-Nuke bixwe sîstema bingehîn e, lê bo wê sîstemê zêdetir “pakêtên” din hene. Bo mînak, di PHP-Nuke da forumek bîngehîn heye, lê eKart têda tune. Lê tu dikarî eKart pêvebike.
PHP-Nuke çi pêþkêþ dike?
Ne derew e, ez bibêjim, tu çi bixwazî, pêþkêþ dike. Tenê tu bizanibe lê bigere û bibîne. Îro PHP-Nuke zêdetir bo forum, panel, portal û malperên nûçeyan tê xebitandin. Di PHP-Nuke da xwe “Register-kirin” heye. Tu dikarî bibe endamê malperê û tu dibî xwediyê beþek xwe.
Çend mînak li ser hebûn û nebûnên PHP-Nuke: Nûçeþandin, Nûçenivîsandin, Beþa Nivîskaran, Beþa Dokûmentan, Beþa Endaman, Arþîv, Beþa Grêdanan, Beþa Programan, Lêgerîn hwd...
SQL INJECTIONS: Ve nivisê bi diqat bixwine!
Di PHPNuke da gelek sql injections hate ditin, hackers bi hawi gelek caran siteyen Kurd hackirin, hatina probeleme ji "mainfile.php" û ji modula "WebLink" ê derketiye, ji bo we ku hun bi PHPNuke dixebitin û malpera we bi PHPNuke hatiye çekirin, ji bir mekin! herdem versiyona xwe PHPNuke nû bikin ji bo we hun dikarin bi dakiþinin sêr
PHP-Nuke bo Bikarhêneran/Endaman
PHP-Nuke servîsek bo endamtî heye. Her kesek dikare xwe bi e-maila xwe têda qeyd bike. Tu dibî endamek qeydkirî û tu dikarî malperê ra aktîf kar bike. Wek bikarhênerek, tu dikarî di foruman da bi navê xwe binivîsî, li ser nûçeyan nêrîna xwe binivîse û dengê xwe bide. Li aliyek din jî, tu dikarî bi endamên din ra serbest mijûl bibe, mesajan binivîse û pê ra “Chat” jî bike.
PHP-Nuke bo Birêveberan/Xwedî
Xwedîyê malperê dikare sîsteme her roj nû bike, nûçeþandin jixwe ji ser malperê dibe. Wênepêvekirin dîsa ji FTP jî dibe û li ser malperê jî rê bo þandinê heye, tenê, li vir hinek “Script” pêwist in, ew jî jixwe serbest di internet da têne belavkirin. Xwedîyê malperê dikare malpera xwe bêtirs ji êrîþkaran jî biparêze, her roj û her hefte “BackUp” ava bike û naveroka malpera xwe veþêre. Birêvebirina malperê di destê “te” da ye, lê tu dikarî hevalan jî tevlî karê xwe bike.
PHP-Nuke “Modules & Blocks”
Sîstema pakêta PHP-Nuke ji du alîyên taybet hatiye avakirin. Yek modûl in ango servîsên malperê ne û yek jî blok, ev jî li ser malperê wan servîsan rava dike. Modûl bixwe nayne dîtin, lê blok li aliyê çep û rast têne xuyakirin. Modûlên malperê jixwe sîstema malperê ne, lê belê, blok tenê jixwe grêdayê modûlan in, tenê pêþkêþkarê modûlan in.
Bo mînak: /modules/Your_Account Ev modûlek e û bo beþa endaman e. Jixwe cîhê bikarhênerê ye jî.
Bo mînak: blocks/block-Login.php Ev dibe blokek. Ev bixwe li ser malperê cîhek rava dike, ji wir tu dikarî xwe di malperê da qeyd bike yan jî bi navê xwe têkeve ser malperê.
Zimanê Kurdî û PHP-Nuke
PHP-Nuke bixwe bi zimanê “English” hatiye pêþkêþkirin. Lê têda niha wek zimanên din “Kurdish” jî heye. Pakêta zimanê kurdî tenê bo sîstema bingehîn hatiye amadekirin. Jixwe, ev sîstema ewil e, zêdetir tu modûl û blokan pêvebike, jixwe ji bo wan cûda pela ziman tê avakirin. Niha pakêta zimanê kurdî bo sîstema PHP-Nuke heye û têda bo foruma phpBB2 jî heye. Her du bi hev ra hatine grêdan.
E-pirtûkek ser PHP-Nuke bi kurdî heye.
|